Ez ê di sêgoşeya Ziman, Edebiyat û Edîb de pirsgirêkên sereke yên Zimanê Kurdî, bi qasî zanîna xwe, diyar bikim.
Wek hûn jî dizanin, wateya ziman a herî pêşîn ew e, ku mirov bi saya ziman fikr, hîs û xwestinên xwe dide zanîn; xwe îfade dike. Dîsa mirov bi saya ziman ji hev fam dikin. Ev, wateya ziman a herî sade, basît û masûm e.
Lêbelê di rastiya xwe de ne ziman ewçend masûm e û ne jî, wateya ziman wisa sade ye. Lewre, aliyê ziman ê semawî (teolojîk) ne tê de, bi giştî ziman bi ked û xwêdana civakekê hatiye wucûdê; ziman berhema jiyan û tecrubeyên hezaran salên miletekî ye. Di her peyvekê de keda sedsalan a miletekî heye. Em wisa mînakek bînin ber çavê xwe; ew aleta ku em jê re dibêjin “Destar” ku du kevirên gilover û niqirandî ne û bi awayek li ser hev têne danîn. Wek mekanîzmayeke hêrandina tene ye ku arvanê çêdike. Em ji xwe re wisa xeyalek bikin ku însaniyetê, yan jî ecdadên me ji bo afirandina vê aletê, bê hela çend sedsal ked dane. Ew ked di heman demê de ji bo navê wê aletê, yanî peyva “Destarê” jî hatiye dayîn. Lewma jî di her peyvekê de ked û xwêdana sedsalan a pêşiyên me heye.
Ziman, awa û rîtma xwe, şekl û şêweya xwe, dirûv û tebîeta xwe ji jiyana civakekê girtiye. Û ziman jî, xulqê xwe, reng û dirûvê xwe daye jiyan û xulqê civaka ku bi wî zimanî diaxive; gotinên pêşiyan, biwêj û qalibên ku di nav ziman de ne, ji tecrubeyên civakê yên hezaran salan derketine holê.
Ziman, wek mîraseke qedîm, milkekî muşterek û çîmento yan jî ew şîrêza jiyanî ya bihevrebûna xelkekî ye; ziman axivtvanên xwe dike xwedî ruh û hîsên muşterek.
Çawa ku her zimanek aîdê miletekî ye, miletê ku bi wî zimanî jî diaxife, ew jî aîdê wî zimanî ye. Di nav ziman û axiftvanên xwe de aîdiyeteke gelek qewîn heye. Lewre, ziman navê xwe dayê axiftvanên xwe. Navê xwe daye welatê wan.
Navê ziman û gel û welatê wî gelî yek e. Ev hersê tişt mîna goşt û neynûk bi hev ve zeliqandî ne, ji hev nabin. Ger ziman ji navê bête hilanîn, milet wek netewe û dîsa cografya jî wek welat winda dibin. Ji vê yekê ye ku hebûna xelkekî, wek netewe, bi jiyîn û qedera zimanê wî ve girêdayî ye.
Ji alî din, di nav zimanekî de dîroka wî xelkî jî heye. Ji gelek hêlan ve şeklê jiyana wî gelî, fehm û feraset, asta zêhn û zanînê û her wiha xeyalên wî gelî jî tê de dijîn û têne parastin. Û ziman hafizaya muşterek a miletekî ye. Di nav ziman de xuy û exlaq û fikr û edetên wî xelkî jî têne parastin û geşkirin.
Ziman, hem şeklê fikirîna şexsan e û hem jî şeklê fikirîna komeleyê ye.
Nasnameya millî ya civakekê di nav ziman de karakterîze dibe. Ziman nasname û kesayetiya hevpar a miletekî ye. Çawa ku her şexsek û nasnemeyeke xwe heye, her wisa, milet jî wek netewe nasnameyeke xwe heye ku her ferdekî/a wî miletî nasnameya xwe ya komelayetî heye; yanî aîdîyeta xwe di nav wê neteweyê de dibîne û ev xasiyeteka însanî ye.
Dîsa ew tiştên ku em bi kurtasî ji wan re dibêjin kultur, ew jî, bi giştî li ser zemîna ziman ava dibin û dîsa bi giştî di nav ziman de jiyîna xwe îdame dikin ku ev jî awayê jiyanî ya muşterek a neteweyî ye. Û ev hewcedariyeke manewî ya însan e. Ku însan nikare bêyî aîdiyetiya bi komeleyekê ra wisa bi tena serê xwe bijî.
***
Di encama lêgerîna xweşkirina jiyanê de însan hunerê nas kiriye. Niha gelek cûreyên hunerê hene. Ji nav huneran ewê herî fereh û bi tesîr jî edebiyat e; helbest, çîrok, roman, ceribandin…
Edebiyat ji ziman çêdibe. Meyana edebiyatê gotin e. Edebiyat hem ji ziman dixuliqe û hem jî ziman estetîze dike, ziman diparêze. Edebiyat ruhê ziman teze dike. Rengekî nuh û xweşikiyê dide ziman; heml û qapasîte û potansiyela ziman a îfadekirinê ferehtir û dewlemendtir dike.
Manaya edebiyatê ya rastîn: pêşî xweşikirina ziman e, dû re jî, xweşikirina ruh û xemilandina xeyalên însan û jiyana însan e. Û her wiha, edebiyat hem ruhê mirov ê şexsî dewlemendtir dike û hem jî ruhê muşterek ê komelayetiyê dewlemndtir dike. Ji qedîmî ve di warê durustkirina şexsiyeta mîllî de her tim huner xwedî bandor û roleke sereke bûye û wê her wisa be jî.
Edebiyat wisa bi nazikî û nazenînî û xweşikî mudaxeleya xeyalên mirov dike ku xwendevan belkî qet tênagihê bê ev çawan çê dibe. Ez dixwazim bi du hevokan vê yekê hinek îzah bikim. Em bibêjin:
“Çekdar di nav tarîtiya şevê de ketin rê û çûn.”
Ev hevokeke sade ye. Bi tenê îfadeyek tê de heye ku “hin kesên çekdar di şeveke tarî de ji derekê dane rê û çûne.” Hewqas. Tişteke din têde tune. Lêbelê, edîbek –helbet li gor armanca metna xwe- dikare bi heman peyvan hevoka xwe bi şekleke edebî saz bike ku bê hûnê niha bibînin di nav zêhna me de wê çawa tofanek rake û deriyên fikirîn û xeyalkirinan li me veke. Heman hevok bi şeklekî edebî:
“Çekdar di nav şevê de ketin rê û tarî tarî çûn.”
Eynî peyv in, lê piçek bi cihê wan hatiye lîstin. Û ev hevokeke edebî ye. Niha, ev hevok hem wê îfadeya pêşîn ku min qal kir, tîne bîra me, lê ji ekstirayê gelek tiştên din jî bi me dide fikirîn ku “Gelo ew çekdar jî kesên tarî, yanî bi guman bûn? Gelo ew ber bi çarenûseke nediyar a tarî ve çûn? Gelo wan sirrek bi xwe re bir, yan sirrek li dû xwe hiştin? Û gelek tiştên din tîne bîra mirov….”
Dîsa, hevokeke wisa hat bîra min:
“Lêvên rojê radimûsin çiyayên welatê min.”
Yanî ev hevoka edebî bi me dide zanîn, ku “Çiyayên welatê wî gelek bilindin.” Lê wisa tabloyeke xweşik tîne ber çavên me ku em di xeyalên xwe de haz û zewqeke zêdebar jî jê digirin…
Û her wisa edebiyat, ji ber ku malzemeya wê bi tenê ziman e, di heman demê de hafizaya şexsiyeta netewî û estetîka wî xelkî ye jî…
Di rastiya xwe de edebiyata miletek tune, edebiyata zimanek heye. Lewre, edebiyat fealîtyetek li ser ziman e.
Em wisa xeyalekê bikin ku edîbekî ereb dema metneka edebî binivîse û di seranserê vê metnê de jan û xeyalên xelkê ereban binivîse, berhema xwe ji xeml û motîvên jiyana ereban birêse, lê dema bi zimanekî din metna xwe binivîse, hingê ew nabe metnek ji Edebiyata Erebî. Zimanê edebî çi be, ew berhem jî aîdê wî zimanî ye.
Niha ez çima vana dibêjim?
Ewên ku nikarin bi zimanê xwe binivîsin, yan jî naxwazin bi zimanê xwe binivîsin û keştiya xwe kişandine lengergeha zimanên serdestan, ku li wir hem paye û rant heye lê xeter û zehmetî tune ne û hem jî xwarin… Îcar mîna bahane û fetwayekê dibêjin “Ger em qala xelkekî bikin, bi çi zimanî bibe jî, tiştek nabe, vegotin bes e!...” Û niha jî viya mîna polîtîkayekê aresteyî ciwanên me dikin.
Qalkirina xelkek baş e, lê ew nabe edebiyata wî xelkî.
Her edebiyatek bi tenê aîdê zimanê xwe ye.
***
Edîb subjeyê edebîyatê ye; ewê/a ku edebiyatê diafirîne.
Nivîskar, terîmekî ferehtir e. Her kesê ku dinivisîne, çi dibe ew zane, nivîskar e. Yanî, ferqa di navbera edîb û nivîskar de ew e, ku ji bo edîb ziman amac e, lê ji bo nivîskar ziman ne amac e, bi tenê wasitayek e, ku pê bîr û boçunên xwe der dike an jî dide zanînê û xwe pê îfade dike….
Edîbek, pêwîstiya xwe bi sê tiştên sereke heye: Qabîliyet, Ziman û Tecrube.
Ji ber ku faeliyeta edebî di rastiya xwe de estetîzekirina ziman e, lewre, divê edîbek mekanîzmaya ziman, mantiq û herikîna ziman; îlm û gramera ziman, ruhê ziman baş nas bike û gelekî baş bizane. Edîbek, di rastiya xwe de divê ku hostayê ziman be.
Îcar, madem ku navê panela me ya îroyîn “Pirsgirêk û Îmkanên Ziman” e, ez dixwazim, bal bikişînim ser çend xalan:
1. Di edebiyata me ya îroyîn de pirsgirêkên ziman gelekin. Pirsgirêka sereke ew e, ku zimanê Kurdî di demeke krîtîk de, di sedsala 20an de hatiye qedexekirin:
Sedsala 20an di dîroka însaniyetê de demeke pirr girîng e: Di vê sedsalê de însaniyet ji jiyana kevnare derbasî jiyana modern bû. Teknolojî bi tevayî heybeta xwe ket nav jiyana mirovahiyê. Telgraf, telefon, radyo, sînema, televîzyon, çapemenî; kovar, rojname û kitêb bûn perçeyek ji jiyana me, ku ev jî bi ziman têne bikaranîn.
Hemû şaxên zanistiyê (dîsîplîn) hatin sîstematîzekirin û di nav hemû tebeqeyên mirovahiyê de belav bûn. Gelek ziman (gel, netewe) bûn xwedî dewlet; sazî û dezgeh (ev mekanîzmayên parastina ziman û çanda netewî ne) saz kirin û zimanê xwe modernîze kirin; zimanê xwe standardîze kirin û li ser xelkê xwe ferz kirin. Her neteweyek zimanê xwe kir zimanê resmî yê perwerdeyê û danûstendina giştî…
Di sedsala 20an de dinya bû gundek.
Lêbelê, zimanê Kurdî negiha vê meqsedê. Digel ku zimanê Kurdî ji vê yekê mehrûm ma, lê dîsa jî edîb, nivîskar; dildar, evîndar û kedkarên zimanê Kurdî ranezan. Wan jî zimanê Kurdî bi hezar zor û zehmetî, bi ked û ezmeke bêhempa zimanê xwe modernîze kir: Îro mirov dikare bi serbilindî bibêje, -ez qet mubalexe nakim- ku “Zimanê Kurdî bi tevayî îhtîşama xwe li ber destê me ye.” Lêbelê, bi giştî li bakur (ez ji perçeyên din xwedî agahiyeke baş nîn im), roj ji rojê axiftvanên wî dihelin û kêmtir-kêmtir dibin.
Sereketirîn û mezintirîn pirsgirêka zimanê Kurdî ev e, ku gelek kurd ji zimanê xwe dûr ketin: Kurd li mala xwe, li gund û navçe û bajar û kuçe û kolanên xwe bûn biyanî, koçber, xerîb û macirên zimanê xwe! Zimanê Kurdî di hafizaya kurdan de felişî!...
Belê, niha jî, xirabtirîn tişt ev e, ku pirraniya kurdan ji vî halê xwe yê asîmilebûyî razî ne; êdî bi vî halê xwe qayilin!...
2 - Îcar, ewên ku asimîle bûne, gelek ji wan, niha vedigerin neheqiyê li zimanê xwe dikin; hîn teorî û fetwayên çewt derdixin pêş; qismeke mezin a siyasiyên me, di şûna ku xelkê teşwîk bikin ku bi zimanê xwe biaxifin de, dibêjin:
a) Meriv karibe bi çi zimanî xwe îfade bike, ew bes e. Ziman ne muhîm e! Azadî muhîm e. (Tabî, ez bi xwe hîn jî nizanim ev “Azadî” ya ku ew dibêjin, bo çi ye û tiştek çawa ye!...) Kurdî bi qîma fikrên me nake û…
b) Ev realîteyeke sosyolojîk e ku kurd êdî bi zimanê xwe naaxifin!!!...
(Tu dibêjî qey ev realîteya sosyolojîk wisa bi xweberî û li gor daxwaza vî xelkî pêk hat ku êdî kurd bila ji dûrketina ji zimanê xwe razî bin û jixwe ev, dixuye ku bi giştî razî ne…)
Ewên ku nikarin bi Kurdî binivîsin jî, dibêjin:
a) Ger em qala xelkekî bikin, bi çi zimanî bibe jî, tiştek nabe, vegotin bes e. Ziman ne muhîm e.
Ev herdu dîtin, di rastiya xwe de encamên asîmilasyonê meşrû dikin! Û mezintirîn pirsgêrêka bi xeter ev e!...
Ger hin pirsgirêk di nav ziman de hebin jî, ew pirsgirêkên teknîkî ne ku di hemû zimanan de hene û wê her hebin jî. Ziman jî mîna organîzmayek, ganî ye; heta ku di jiyanê de be, wê problemên wî jî her hebin.
3- Di warê pirsgirêkên ziman de, bi taybetî di warê nivîsîna edebî de civak jî mesûl e:
Dûr ji huzûra we, qey nivîskar ne pêxember in! Ku melayîket ji asîmanan ji wan re wehyê bînin û di guhê wan de bipistin û ew jî rabin edebiyatê çêbikin. Ne ew jî însan in! Nivîskar qût û gidaya xwe ya nivîsînê ji nav jiyanê hildidin: hîs, hafiza û derûniya nivîskar bi zimanê jiyanê tê dagirkirin.
Wexta ku zimanê jiyanê, zimanê bûyeran zimanekî xerîb be û nivîskar jî rabe bi zimanê Kurdî binivîse, hingê edîb di dema afirandinê de wê bikeve nav rewşeka kaotîk! Lewre, zihna nivîskar û qelem bi înad her tim dixwazin bi çi zimanî bihîstine, bi wî zimanî jî binivîsin.
Lêbelê, ji ber ku tercîha nivîskarên kurd bi zimanê Kurdî nivîsîn e, hingê dema di xelwetê de, di tenêtiya xwe de ku dinivisîne, ew zimanê ku her dibihîse, yanî zimanê qewimînan, me got, ku zêhn û binhişê nivîskar bi wî hatiye dagirkirin! Ev, di xelweta afirandinê de wek tişteke nazik û hessas e ku aniha ez zêde nikarim îzah bikim, nivîskar an jî edîb dixe bin hukmê xwe. Hingê ji ber wê berpirsiyariya dîrokî û netewayetiyê nivîskarê Kurdî wê neçar, zimanê qewimînan di nav zêhna xwe de wergerîne: Zimanekî ku di zêhna nivîskar de hatiye wergerandin!... Wê zimanekî çêkirî, eklektîk, sexte û kaotîk derkeve holê. Û ev ne wergerek pozîtîv e. Wek hûn jî dizanin wergerek asayî ew e, ku mirov metenekê ji zimanê wê yî orîjînal, li gor qayîdeyên wergerê, werdigerîne zimanê duyem. Yan jî, axaftineke yekser werdigerîne zimanê guhdaran. Ew wergerandina negatîv, ku min qal kir û di eleniya zimanê tercîhkirî yê afirandêrê metnê de ye, tiştekî din e. Ev nexweşiyeke sosret a nivîskarên Kurd e. Belkî li darê dinê bi tenî aîdê me ye, ev nexweşiya ku gunehê wê di stuyê me hemûyan de ye…
Wegerandina zimanê bûyeran di hafizaya nivîskar de di eleniya Zimanê Kurdî de ye helbet.
Nivîskarên Zimanê Kurdî! Zimanê jiyanê û Zimanê nivîsîna wan ji hev cihê ne.
Dema edîbek çîrokeke civînê, em bibêjin civîneke siyasî binivisîne, hingê ew civîn bi çi zimanî pêk hatibe, tenê wê karîbe bi wî zimanî binivisîne. Dema diyalogên lehengên çîrokê bêne wergerandin, hingê fonksiyona xwe ji dest didin; tehmsarkî dibin. Ku ev tiştên wisa, di dema xwestina afirandinê de dest û ling li edîb girê didin û ji serî de hêza wî/ê ya afirandinê seqet dikin. Mîna ku min got, gunehê vê yekê di stuyê hemû civakê de ye!…
Divê xelk li her derê jiyana xwe; li kuçe û kolanan, li bazarê, di mînîbus û otobusê de, li nav komelê û partiyê –xaseten li nav siyasetê, çunkî siyaset şekl dide jiyana gel- bi zimanê xwe biaxife ku derûniya edîb jî bi dengê zimanê wan bête dagirtin û hingê, edîb jî bikarîbe, zimanê wan estetîze bike; edebiyata wan çêbike…
Ger zêhn, hafiza û hîsên edîb di nav atmosfera zimanê wî de nekemilin, edîb nikare edbiyateke maqûl biafirîne.
Ez wek nivîskarek zimanê Kurdî hesretim ku li Dîyarbekir dengê zimanê Kurdî bibihîsim. Ev keçên me yên ku hîn wan rojan ji gundê xwe koçber bûne û hatine bûne bajarvanî, ku bedena xwe ya xweşik di nav blûz û pantolonekê de pakêt kirine, (ez ne li hember lixwekirina wan im) û porê xwe zer kirine, lê rû û birû mane esmer û reş (ez ne li hember makyaj û porboyaxkirinê me jî), lê ji wan tirê ku bi van cilan li vî bajarî nabe ku însan bi Kurdî biaxife!...
Ez hesretim ku bibînim xort û keçikek di ber min re bibihurin û dengê wan î Kurdî bê guhê min. Dîsa ez wek nivîskarek hesretim ku bibînim du zarok li kuçeyê pevdiçinin û ji hev re bi zimanê Kurdî dijûnan didin.
Qismeke pir piçûk û kêm ji civaka me bi zanebûn zimanê Kurdî di jiyana xwe de bikar tînin, lê wek îstîsna ne ev; bi qasî tiliyên destekî ne. Mebesta min tevayî xelkê ye.
Ger zimanek nebe zimanê jiyana xelkê, wê edebiyat û hunera wî zimanî jî bipêş nekeve!...
_________________________________________
Ev axaftinek e ku li roja 8. 11. 2003’an, di “Rojên Edebiyatê” de, li salona Belediya Bajarê Mezin a Diyarbekir, ku wek panelîst ez, mamosteyan Haydar Diljen, Deham Evdilfettah û Samî Tan beşdar bûn, hatiye kirin. Û dîsa, nêzîkî 250 kes wek guhdar li wir bûn ku di nav wan de rewşenbîrên hêja yên mîna mamostayan Marûf Xeznedar, Malmîsanîj, Salah Sadullah û gelek şexsiyetên navdar ên din hebûn... Beşa pirs û bersivan ne têde ye û axaftin wek xwe ye, bi tenê min ji alî ziman ve sererast kir.