Ariyêl Şaron, serokê Îsraêlê û Beşar al-Assad, serokê Suriyê, ji çend rojan û vir de ve, helhal di bin zor û zextên amerîkan û englîzan de, çêrê lihevhatineke aştîyane dikin û dixwazin di demeke nêzîk de bi hev re di axaftinan, goftûgoyan kevin. Armancên vana ya nêzîk pejirandina, hevnasîna hevdu bi şêweyên fermî, rakirina rewşa cengî-dijmantiyê, vegeranda bilindiyên Golanê 1967 zeptkirî û zelalkirina pirsa 400.000 penahgirên fillestînî li Suriyê, yên ko ji sala 1948 ji welatê xwe hatibûn derkirin.
Lihevhatina Şamê û Til Avîvê, dahanîna rewşeke aştiyane û vekirina rêyên danistanan di navbera her du dewletan de dên bêguman bikevin berjewendiyên siyasî, aborî û cihvatî yên mirov, gel û netewa kurdan li Suriyê û li tevahiya deverê û cîhanê. Kurdên Suriyê ji demeke zû de û bi siqbûneke balkêş li ser pirsa, ma gelo aştiyeke û hevnasîneke di navbera (rêjîma arabên) Suriyê û (rêjîma jihuyên) Îsraêlê de dikeve xizmeta berjewendiya kudan yan çon? Ji ber ko îsta ev pirsa careke din hatiye meydanê, min çend behanên arêniyê dijmarînim:
Rêjîma Baasî ya arabên Suriyê di rewşeke asayî de nema dikane berdewambike yan li hember rêjîmên dêmokratîxwaz yên kurdan, Îraka nû, îsraêl, Lubnan û Turkiyê li deverê berxwebide. Ne Alemanya yan Fransa, satan Russya yan Sîn ne bi caryekê wên bikanibin rêjîma Baas weke heta îro bijînin. Rêjîma şîyiyên Îranê nikane li gel şîyiyên Îraqê bi alewiyên Suriyê re hevbendiyeke hêzdar li deverê avabike. Alewîyên Suriyê yên li çiyayên alewiyan li ber Derya Sipî nîştîman in (dorî 1,5 Mio.), bûne arab, xwe dikin arab û bi navê arabiyetiyê (urubiye) li Şamê hukimdar in, û ji ber ko hevna bi xwe jî kurd in, lê kurdiyetiya xwe înkar dikin, hefkî çû wên xwe pirrtir nizîkî alewiyên kurd yên li bakur, li Turkiyê dijîn (dorî 17 Mio.) bikin. Alewî wekî êzdiyan bi tenê di nav kurd de hene. Alewiyên rojhilata navîn tevahî kurd in. Alewîyên bakura Afrîqayê jî ji koka kurdan ne. Alewiyetî bi xwe şîyeyetiya kurdan ye li hember ya araban û farisan e. Dorçêma rêjîma arabên Suriyê hatiye girtin û nema dikane xwe bi derewan bisitirîne.
Peymaneke hevnasînê bi Îsraêl re aştî, wekhevî û azadiyê, yanê ketxiwarina rêjîma Baas û dawiya hukimdariya alewiyan dihêne Suriyê. Ev yeka jî wê rêkê li pêş kurdan vede.
Rêjîma Baasî ya arabên Suriyê ya ko ji sala 1963 de mîna şorişvanên arabên-sosyalîst bi hêza leşkerî-asayîşî, bi alîyeta rewşa-awarte, ne bi rêya destûrî-demokqratî bi tenya xwe û bi darê zor û derewan hukim dike, nikanî heta îro bingeheke leşkerî, madeyî û gelerî tund avabikira, da bikanibe îro xwe li dij givaştinên Amerîkayê û Îsraêlê pêbiparêze. Bi nerindiyên xwe rêjîma arabên Suriyê dijimên xwe li hundir, li dor xwe û li cîhanê ne kêm, zêde kiriye. Şaronl li hember Beşar danaxîne. Çon mala Saddam mala al-Assad jî weke îro namîne. Baasê Suriyê wê bi dizzî teslîm bibe û erzan bikeve pençên wan hêzan, yên ko araban ji xwe re û ji me re dijmin didîtin. Bi teslîmbûneke wisa ve tersiya araban yên nijadî û tirskarî beramberî kurdên Suriyê jî wên bilêde biçin, hemû gunehkariyên araban bi kurdan kiribûn wên açiqbibin û belkî bi pirranî jî bihêtin vegerandin. Arabên Baasî wên bi xwe rabin hevdu.
Nemandina rêjîma baasiya araban li Suriyê wê kesetiya mirovên kurd li wê derê (dorî 3 Mio.) azad bike. Arabên ji çolyên Arabistanê hatibûn, bi bahweriya Îslamê û zora şûrê kurd kole dikirin û bi arabiyetiya Bassiyetiyê ditirsandin, wên weke arabên Îraqê bi hevdu kevin. Lihevhatineke di navbera Suriyê û Îsraêlê wê zimanê arabên hukimdar û sextekar li ser me kurdan bibirre. Rêjîma araban di 40 salên borî de heta îro kurd (li Suriyê) bê sebeb her tim ji xwe re dikirin xeterên û xayînên mezin. Her kes dibê bi qandirî gunahiyên xwe cezayê bixwe. Bi daxistina rêjîma Baas hevnasîna kurdan, hevgirtin û berxwedana wan li Suriyê bo azadî û wekheviyê wên bilindtir bibin. Kurd wên – çon li Baxdadê - li Şamê jî biryardar, hukimdar bin. Bi va yekê asoyên nû bo kurdan li welat û cîhanê dên vebin.
Çon li Misrê, Îraqê, Turkiyê û li Libya hat, dirran û dirnaqên tûj yên leşkeriya Suriyê jî wên ku bibin. Ji Îsraêl û Amerîka pirrtir naka Beşar û rêjîma wî ji çekên xwe yên komkuj ditirsin û dixwazin, bangdikin, da vana bişewitînin, tune bikin. Alewiyên Suriyê nema dikanin tiriskaran (terrorîstan) behewînin û bihajon ser xelkê û dijberên xwe. Bi girtina Saddam (13.12.2003) ve hevna bi xwe ketine xewa tirsînê. Amadebûna yekserî ya hêzên leşkeriya Hevpeyman (Amerîkan ûhd.) li Kurdistan û Îraqê piştên rêjîmên sitimkar li Şam, Anqarê û Tehranê şikand û kopiriyên tiriskariyê yên Europayê bi rojhilata navîn ve dirrand. Yanê tilliyên tundrê û tiriskarên cîhaniyê li deverê dişewitin. Ev yeka jî demarê jiyandinê ya rêjîma Suriyê bûye.
Bi aştiyeke li gel Îsraêl û xerakirina çekên komkujiyê ve rêjîma Suriyê wê li gor pîyasên xwe yên şorişgerî û berxwedankêşî xayîn û derewçî derkeve. Lewma ew nîzma pîyasan jî dikeve. Nemandina çekên komkujiyê û lawazbûna leşkeriyên dijminên aramiyê û medeniyetê li deverê (rêjîmên turkan, araban û farisan) berî giştî dikeve xizmeta gelê kurd.
Lihevhatina Suriyê û Îsraêlê wê ne bi tenê li ser bilindiyên Golanê yan revînçiyên fillestîniyan be. Hevnasîna fermî û danistanên pirral di navbera her du dewletan de wên hên rêkê li pêş vegerîna, jiyandina dehhezaran jihuyên cîhanê li ser erdê Suriyê vebike, bi taybet jihuyên ko paşî 1948 ji Suriyê revîbûn Îsraêlê yan Amerîkayê. Azadbûna Lubnanê ji serperiştiya leşkeriya Suriyê jî misuker e. Lubnaneke azad bo me kurdan her tim pencereyeke bêhnkişanê bûye. Beşar û rêjîma wî ya Baasî wên belkî nikanibin vegerîna fillestînyên ji Suriyê berve Îsraêl yan Fillestînê ve bicihbihênin. Hukimdarên Suriyê wên ji îro û pê de bi zorê bi Îsraêl re di axaftinên aşkere, ne yên dizzih, kevin. Rêvebirên Îsraêlê ji gelê xwe fedî nakin, natirsin, ji ber ko hewna hatin hilbijartin. Da ka emê bibînin, enteriya arabên Suriyê li kuh dimîne!
Rewşeke asayî û aşitî li Suriyê û rojhilata navînê dawî bi rêjîma Baasiyetiyê dihêne, qenalên rizandina, riswandina kemalîsma turkan, sehyoniyetiyaa îsraêliyan, şîyiyetiya farisan û arabiyetî-îslamtiya wehabiyan vedike. Gelek bahwerî û siyasetên nijadî, olperistî, talandî, tirsandî û kevnexwazî wên bibin mijarên danistanên serbest. Di biwareke wisa de arab yan turk yan faris nema dikanin bi behanên îslametiyê, birayetiyê yan welatiyê (nîştimanperweriyê) kurdan bixopînin û ji xwe re li dij xelkên derve bikin şûjin; hewna nema dikarin bi tenê loman li kurdan bikin, bo çih li peywendiyan bi Îsraêl yan jihuyan re digerin. Arabên virronak li Suriyê nema dikanin ji doza al-urubiye (nijadîtiya araban) û cîhana arabî bimijin û perdeyên tariyê li ser rûyên me dahînin û singên rêgirtinê li pêş me venînin. Kurd dibên amadebin bo guhartinên li deverê û cîhanê.
Em Kurd nabin li dij aştiyê bin, li açiqbûnê bitirsin. Her aştiyeke li rojhilata navîn azadiya hemû mirovan e, berî giştî ya me kurdan e.