MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 49, reşemeh 2004

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Nirxandin
  • Roşan Lezgîn: Ji perspektîfa edebî pirsgirêkên zimanê kurdî
  • Şahînê Bekirê Soreklî: Nameyek vekirî ji rewşenbîrên ereb re
  • Abdallah Osman: Lihevhatina Israîl û Sûriyê dê bikeve xizmeta kurdan jî
  • Fuad Sîpan: Dijmin yekdil e, lê em kurd?
  • Jîr Dilovan: Tirk kî ne û tirkperest kî ne?
  • B. Welatevîn: Zimanê min şexsiyeta min e
  • Silêman Azer: Ma navê dehşik ne xweştir e?
  • Metîn Kewê Dilxêrî:1. Werziş 2. Konsera C. Haco 3. Mehname


  • Dijmin yekdil e lê em?

    FÛAD SÎPAN (FUAT AKPINAR): [email protected]
    Almanya, 06.01.2004

    Gotineke me Kurdan heye, wiha dibêjin ”av û agir disekine, dijmin nasekine”. Ji ber ku dewleta Tûran êdî ji kirîz û şokan xelas nabe û ji ber ku pirsgirêkên wan yên bi sedsalan ketine ser hev, nizanin û nikarin çi? Bikin; ji xwe re rêyan nabînin û derewên wan jî êdî di dinyayê de pere nakin, quweta wan jî nemaye, ku bi methodên bav û kalên xwe siyaseta xwe bi gorî daxwazên dilê xwe bibin serî, loma di Rojhilata Navîn de hêviya wan dewleta el-mixaberat û dewleta meleyên kevneperest maye.

    Ev her sê dewlet, dewleta Tûran, dewleta el-mixebarat û dewleta melayên kevneperest dijiminên hev in. Tiştên ku van dewletên hov û har tîne ba hev pirs û dijminahiya Kurd û Kurdistanê ye. Tu dibêjî qey dijminahiya wan li dijî Kurdan ji bo wan bûye ferz. Di pey jiholêrabûna pergala tolê Tîkrîtê, Sadamê qirş û qalê dîktator, bermayiyê ereban, tirs û xof ketiye dilê van dewletan, dîn û har bûne û êdî ji xwe re, dikin, nakin nikarin rêyeke rast bibînin. Çumkî tiştên ew dizanin, derew, înkarî û sextekarî ye. Ji ber ku methodên wan êdî pere nakine, loma têne ba hev, ku ji xwe re çareyekê binînin.

    Yanê bi kurtahî pêvajoya nû di cîhanê de û siyaseta Amerîka li Rojhilata Navîn li serê wan bûye bela. Rihetiya wan ji dest çûye û xewna wan reviyaye. Loma dîsa têne ba hev, ku ji xwe re çarekî bibînin.

    Serokê dewleta el-mixaberat Beşar Esad ji bo serdanekê di roja 06.01.2004an de hate Tirkiyê û berya ku ew were, di daxuyaniya xwe de, ku ji rojnamegerê navdar M. Ali Biran re daye û ya di rojnama Hürriyet, 05.01.2004an hatiye weşandin wiha dibêje, ”Irak'ta bir Kürt devleti benim de kýrmýzý çizgim” (damezirandina Dewleteke Kurdî li Iraqê, ji bo min jî xet û çixêzên sor in). Û serokê dewleta el-mixaberat Beşar Esad dibêje, ku ew ne tenê li dijî dewleta Kurdî ne, herwiha li dijî Federasyonê ne jî û hwd. Armanca serdana serokê dewleta el-mixaberat Beşar Esadê nijandperest û şovenîst dan û standinan bi dewleta Tûran re çêbike, ku tevgera Kurdistanê li Başûr bişkînin.

    Mirov di daxuyaniyên wî/wan de jî baş dibîne, ku ew hov in, dijminên Kurdan in û ger ji wan were dê di rojekê de gelê Kurd di Rojhilata Navîn de bifetisînin.

    Dijminên Kurdan wisa qahpe ne, ku him hebûna gelê Kurd nasnakin û gelê me bê par hîştine, bi destê zorê kirine bin bandora xwe, gelê me înkar dikin, zimanê me qedexe kirine, her roj dest davêjin namûsa Kurdan û tecawizî mafên Kurdan dikin, daxwazên Kurdan yên rewa her car bi hovîtî bersiv didin û him jî li aliyê din Kurdan sûcdar dikin, ku yên ji aştiyê re di Rijhilata Navîn de tahlûke ne rayê didin.

    Kurd dê çawa dikarin netewa xwe di cîhanê de bidin qebûlkirin.?

    Netewe – Millet (Nation)

    Civata ku ji aliyê siyasî ve bi rêxistin e, li ser erd û axa xwe, xwedî ziman, dîrok, çand (Kultur) û aborî ye, civateke serbixwe ye û jêre netew-millet (nation) têye gotin.

    Mirov bi kurtayî dikare netew-millet (nation) bi vî awayî bîne ziman. Ger ew netew yekîtiya xwe ya siyasî û civakî pêk neyîne, ne bi rêxistineke baş, bi rêk û pêk be û li ser bingehên demokratiyê tevnegere, tu dewletek di cîhanê de qîmetê nade wan û daxwaza wan ya serxwebûnê qebûl nake.

    Serokên partiyên Kurd jî bi Kurdan çi dikin?

    Dijminên Kurdan, dijminên hev in. Lê ji bo pirs û qedera Kurdan têne ba hev û dibin yek, ku pirsa Kurd û Kurdistanê çareser nebe. Lê li aliyê din jî her serokekî partiyên başûrê Kurdistanê xwe wek qiralê herêmên başûrê Kurdistanê îlan kiriye, ew guh nadin gelê Kurd, malê Kurdistanê li Başûr li hev parve kirine û ev sêzdeh sal e yekîtiya ku bi daxwaza gelê Kurd di nav hev de pêk nenanîne û xurt nekirine, wek her dem li pê hesabên biçûk mane û niha jî pê Federesyon û mederesyonê û qaşo biratiya ereb û Tirkmenan ketine, ku Amerîka Federasyona coxrafî qebûl bike.

    Ger serokên partiyên başûrê Kurdistanê qedera Kurdistanê qurbana nakokiyên navbera xwe nekin, yekîtiyeke xurt di nava xwe de ava nekin û li Başûr bi yek dengî neaxivin, tevnegerin, ne gelê Kurd êdî ji wan bawer dike û ne jî cîhan. Jixwe Amerîka li herêmê ye û her tiştî dizane û dibîne, ku bi salan e wan pirsgirêkên xwe çareser nekirine, loma ez jî bawer nakim, ku Amerîka daxwaza wan wisa bi hêsanî qebûl bike. Çumkî kesên nakokiyên di navbera xwe de çareser nekin û yan jî van nakokiyan qurbana Kurdistanê nekin, ew nikarin dewletekê jî bi dûr û dirêj îdare bikin.

    Ger serokên partiyên Kurdan bi daxwaza gelê Kurd tevbigerin, bi yek deng û bi cesaret serxwebûna Kurdistanê biparêzin û di cîhanê de bidin qebûlkirin, ewê ji bo Kurdan heta hetayê him di dilê Kurdan de û him jî di mêjûyê Kurdan de bibin qiral. Lê ew wiha berdewam bikin, dê winda bikin û qet nabin tiştek jî. Vê carê êdî ne gelê Kurd wan efû dike û ne jî dîrok.

    Êdî bes e ger serokên partiyên Kurdan ji Kurdan fedî nakin, bila serokên partiyên Kurdan ji dijminan fedî bikin.

    Bijî Kurdistan

    JI SERXWEBÛN Û AZADIYÊ BI RÛMETTIR TIŞTEK NÎNE

    Nîşe: Kurdistaniyên hêja, min ev gotara xwe di roja 06.01.2004an de nivîsî. Êvara eynî rojê xeberek xweş ji Dokanê belav bû ku, kek Mesûd û mam Celal di gelek mijaran de li hev hatine û dê li ser van mijaran bi yek dengî siyaseta xwe biparêzin. Jixwe hêviya me hemû Kurdan jî ew e ku, Kurd yek bin. Ez bi vê bûyerê gelek dilşad bûm û bila ji gelê me re pîroz be. Ger serokên Kurdan ji vê riya rast şaş nebin, dê him di dilê me de, him di mêjûyê me de û him jî di jiyana me de qiral bin û emê her dem bi wan dilşad bin û wan bi serbilibndî biparêzin.


    PAŞAYÊN EHMEQAN DÎSA WEK HERDEM KURDAN TEHDÎD DIKIN

    Almanya, 17.01.2004

    Tirk dema qala generalê xwe dikin, dibêjin Paşa. Paşa wiha bû, Paşa wiha çû, Paşa wiha got, Paşa wiha kir û hwd. Û pesnê Paşayên xwe didin, wan mezin dikin û gava qala wan li cem Tirkan têye kirin, ji devê wan girêz ji jor de têye xwarê.

    Gotina paşatiyê ji dema Împaratoriya Osmaniyan tê û di wê demê de ji bîrokratên mezin û leşkerên ji serhengan jortir re digotin Paşa. Çend mînak: Talat Paşa, Ziya Paşa, Nazır Paşa. Vali Paşa. û hwd. (Çavkanî Türkçe Sözlük, TÜRK DİL KURUMU 1988 No 004363)

    Li Tirkiyê tiliya leşkeran ji nava polîtîk û siyasetê der nayê. Leşkerên Tirkan xwe wek bekçiyên qaşo laîqbûnê (li Tirkiyê) dibînin û bi navê laîqbûnê pergala dewleta nehênî (kûr) didomînin. Mirov dibê qey laîqbûn li ser wan hatiye tapo kirin û eger ew ne bin, Tirkiye dê têk here. Leşker hebûna xwe li ser esasên bingeha parastinê didomînin. Ji pirsa perwerdê bigire heta qanûn û nîzamên guhertinê û hwd ji wan têye xwestin û bê gotina wan li Tirkiyê tiştek ne çêdibe û ne jî tê guhertin. Ji ber ku siyaseta Tirkan di nava lêvê qaşo Paşa û serleşkeriya Tirkan de ye, loma qaşo Paşayên Tirkan gelên xwe û milletên din ji xwe re wek kole dibînin. Li Tirkiyê xwediyê desthilatiyê (îktidarê) qaşo Paşa û serleşkerê Tirk e.

    Aziz Nesin nivîskarekî Tirk e, Alewî ye û li Tirkiyê pir bi navdar e. Ji vir çend sal berê çû ser heqiya xwe. Aziz Nesin di salên 1990î de di gotineke xwe de ji bona Tirkan wiha dibêje:

    Tirk sedî şêst ehmeq in

    Tirk û bi taybetî çapemeniya Tirkan ji vê gotina wî gelek aciz bûn û rojekî rojnamegerek jê dipirse, dibêje ”Aziz Nesin, gelê Tirk li ser vê gotina te, ku Tirk ji sedî şêst ehmeq in pir êşiyane, divê hûn lêborîna xwe ji gelê Tirk bixwezin”. Aziz Nesin jî li ser vê gotinê bi hêrs wiha dibêje:

    Ez lêborîna xwe dixwezim, ku min negotibû Tirk sedî nod û neh ehmeq in.

    Azîz Nesîn di van gotinên xwe de ji sedî sed mafdar e, çumkî kesên hovîtiyê, xerabiyê, zilm û zorê, înkariyê bikin, nikarin bibin Paşa. Ew ancax dikarin bibin Paşayên ehmeqan. Wek Aziz Nesin jî dibêje, Tirk ji sedî şêst û an jî sedî nod û neh ehmeq nebana, dê wan ev kesên ji xwe re dibêjin Paşa û li Pişta wan siwar bûne, wan wek kole û xizmetçî dibînin, ji zû de ji holê rabikirana.

    Paşayên ehmeqan van rojana dîsa kîna xwe li dijî Kurdan dirijînin û tehdît dikin, dibêjin, ger li Iraqê Federasyoneke cografî û etnîkî ji bo Kurdan çêbibe, ew dê êriş bikin û dê pir xwîn bê rijandin.

    Paşayê ehmeqan İlker Başbuğ di roja 16.01.2004an de daxuyaniyek da û wiha got, "Irak'ta federatif yapı üzerine siyasi yapı kurulursa çok kan dökülür." (”Li ser esasê federatîf û etnîkî li Iraqê siyasetek ava bibe, dê pir xwîn bê rijandin.)

    Lê Paşayên ehmeqa tiştekî nabînîn, ku gelê Kurd êdî tu car OKKUPATIONA (dagirkerî) wan qebûl nake.

    Bila Paşayên ehmeqan êdî baş bizanibin, ku hindik maye emê zimanê wan kin bikn û Kurdistana Federal di demeke pir nêzîk de li ber çavê wan dê ava bibe. Ji bo Kurdistaneke serbixwe jî ava bibe, dem ne dûr e, êdî ew diçin serên xwe li çiyan, dar û baniyan, keviran û kuçikan, zinaran an jî betonên dîwaran dixin, ew dizanin. Rojên hilweşandina heykelên Mistoyê Beton û ji holêrakirina pergala Kemalîzimê ne dûr in.

    Dawiya Paşayên ehmeqan jî qula mişkan e. Dibe, ku ew derfet jî nekeve wan, qula mişkan jî ji xwe re bibînin.

    Berdest
    Hejmara nû
    Hemû hejmar
    Hemû pirtûk
    Hemû nivîskar
    Nûdem


    [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    Hosted by www.Geocities.ws

    1