MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 49, reşemeh 2004

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Nirxandin
  • Roşan Lezgîn: Ji perspektîfa edebî pirsgirêkên zimanê kurdî
  • Şahînê Bekirê Soreklî: Nameyek vekirî ji rewşenbîrên ereb re
  • Abdallah Osman: Lihevhatina Israîl û Sûriyê dê bikeve xizmeta kurdan jî
  • Fuad Sîpan: Dijmin yekdil e, lê em kurd?
  • Jîr Dilovan: Tirk kî ne û tirkperest kî ne?
  • B. Welatevîn: Zimanê min şexsiyeta min e
  • Silêman Azer: Ma navê dehşik ne xweştir e?
  • Metîn Kewê Dilxêrî:1. Werziş 2. Konsera C. Haco 3. Mehname


  • Ti kes ne mafdar e dijî mafên kurdan be

    FÛAD SÎPAN (FUAT AKPINAR): [email protected]
    Almanya, 01.01.2004

    Kurdistaniyên hêja!

    Agahiyên ku digihîjin me, dîsa wek her dem bi mij û dûman li ser Kurdistanê girtine û dilê me diêşînin. Hêviya min hên jî ew e, ku tiştên em jê ditirsin neyên serê me Kurdan. Hêvîdar im dê sala 2004an ji bo me Kurdan ji salên din baştir be û daxwazên gelên me yên rewa bihêne qebûlkirin, da ku gelê me jî li ser axa bav û kalên xwe di jiyaneke aştî û demokratîk de bijî.

    Daxwazên ku Kurd dikin ji kesî qenciyê naxwazin, ew mafên ku di cîhanê de ji her gelî û her milletî re hene Kurd wan daxwazan tenê ji xwe re dikin, ne kêm û ne jî zêde.

    Loma mafê tu dewletekê, mafê tu rêxistinekê û mafê tu kesî nîne, ku ji daxwazên Kurdan yên rewa re bêjin na. Yanê bi kurtayî ne mafê DYA ye, ne mafê Ewropa ye û ne jî mafê Tirk û Ereban e, ku li dijî mafê gelê Kurd derên.

    Lê mafê serokên partiyên Kurdan jî nîne, ku li ser qedera Kurdan bi siyaseteke erzan peymanan îmza bikin û paşê bi daxuyaniyan bêjin, min wiha kir te wiha ne kir û hevdû sûcdar bikin û hwd., kes êdî vî tiştî qebûl nake.

    Sînorê sebra gelê Kurd êdî nemaye. Kesên nizanin û nikarin ji Kurdan re rêberiyê bikin, bila xwe bidin aliyekî, da ku xort û ciwanên Kurdan dest û milên xwe bidin jor û ji bo Kurdistan kar û xebat bikin û gelê me derxînin silametiyê. Siyaseta bi bazara Ereban namşe, dê herdem mahkum be. Tu dibêjî qey serokên partiyên Kurdan xwe ji bo Kurdan heta hetayê wek serok îlan kirine û bi kursiya serokatiyê ve xwe zeliqandine. Lê, bila ew jî baş bizanibin, ku gelê Kurd êdî baş dizane ji wan jî hêsab bixweze. Kîjan serokê partiyên Kurdan şaşiyan bike, dibê cesareta wî ya medenî jî hebe û di heman demê de ji serokatiyê îstîfa bike.

    Loma ez bangî kek Mesût Barzanî û mam Celal Talabanî dikin, ku ew ji serokatiya partiyên xwe îstîfa bikin. Çumkî wan şaşiyên mezin kirine, divê hêsabê van şaşiyan jî bidin. Û rê ji kesên zana re vebe, da ku ew daxwazên gelê Kurd bi siyaseteke hostatî biparêzin. Gelê Kurd êdî ji wan aciz e, bila herdû serokên partiyên başûrê Kurdistanê kerem bikin ji serokatiyê biqetin û herin di mala xwe rûnin.

    Ev ji salekê zêdetir e, ku parlamena Kurdistanê biryar girtiye, herdû hukumetên herêmê bibin yek û hilbijartin çêbibin, da ku parlamena Kurdistanê bi raya gel kar û xebata xwe bike; da ku dinya-alem jî bibîne, partiyên Kurdan bi hilbijartineke demokratîk hatine ser text û daxwazên gelê xwe diparêzin. Lê pir mixabin ku ji ber sedemên nakokî di nabera herdû serokên partiyên mezin de hene, van daxwazên gel hên jî nehatine cih. Çumkî serokên partiyên başûrê Kurdistanê xwe ji gelê Kurd mezintir dibînin, loma daxwazên gelê Kurd nayên cih.

    Banga min ji gelê me yê Başûr re ew e, ku bila qedera xwe bidin destê xwe û derên kolanên Kurdistanê û dengê serxwebûna Kurdistanê bilind bikin. Çumkî ger ew li hêviya serokên partiyên Kurdan bisekinin, ku ew ji Kurdistanê re çareserî bikin, dê hên demek dirêj, ku dawiya wê ne xuya ye bisekinin.

    Ew serokên partiyan, ku nakokiyên navbera xwe bi salan e çareser nekirine, nikarin pirs û qedera Kurdistanê jî çareser bikin.

    Dibê gelê Kurd li Başûr qedera xwe bide destê xwe, ala serxwebûna Kurdistanê bilind bike û daxwazên xwe ji cîhanê re bêje, ku ew ji bo Kurdistanê çi? Dixwazin.

    Bijî Kurdistan

    JI SERXWEBÛN Û AZADIYÊ BI RÛMETTIR TIŞTEK NÎNE!

    Berdest
    Hejmara nû
    Hemû hejmar
    Hemû pirtûk
    Hemû nivîskar
    Nûdem


    [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    Hosted by www.Geocities.ws

    1