Erê, spor çande, jiyane, werziş jûna alîkarîya mirove. Belê spor hewceye ango gelekî girînge. Spor tendûristîye, jûnîye lê jî zîndî kirine û candare.
Wateya spor jî, têkoşîna bedena xwe, ji bo armancê û di nav rêzikê de, ligel ji bo serkeftîn, kar kirin û têkbirîna tevgêra çêkirinîye. Di ji bili çêkirinê vana de biratî û camêrî tevliheve. Têkoşina serkeftîn bê biratî kêrîtişte nayê. Divê biratî, camerî û têkoşin bi hev ra be.
Hem jî spor, armanca bilezkirin, avîtin, binxîstin, serkeftîn, kar kirin û hatîna yekemine. Yanî, di wî encamê de em dikarin, spor pêşbaziyê tevgêra bedene, bêjin. Ber xwe dana wî ya bingehîn pozberî kirinêye.
Belê di ew pêşbazî û pozberî de sporvan branşê an jî di beşa sporê de hêz û jêhatinîya xwe nişanî dide. Ango kê zehf xebitiye û hîndekarî kiriye ev kar û têk birin tê. Armanca wan gere yekemin be. Ew têkoşina yekemintî, ji bo pirr amedeyî û xebatê tê wî meydanê. Weki din, di cem amedeyî û ji xebatê de jî biratî û camêrî teqezî bibe. Di ba yekeminê de duyemin û sêyemin jî encamê xweşe. Belê, tenê beşdarbûna pêşbazîya spor jî bêhtir xweşike.
BEDENPARÊZ(PERWERDEYA BEDEN)
Niyasa wî ya kurt ev e; bedenparêzî bingeha werzişe. Lewma ev jî mina werziş giringe. Bingeha wî ber xwe dana tevgêr û livinê bedene. Yanî armanca wî ya tenê bizivîna bedene, jûnîya bedene, başbûya masulkeye û jiyanê tendûristî ye. Pozberî kirin tuneye. Pêşbazî kirin jî tuneye. Werziş û bedenparêz jî vê derî cîhê dibin, veqetîn.
Lê belê bedenparêz di ji vê derê de spor va têkîlîye. Hûndîrê hev bûne. Yekî bê yêdin nabe. Yekî karkirinê xelat û diyarîye, yêdin jî karkirinê jûnîya bedenê ye.
MIJARÊN BEDENPARÊZ
Perwerdehîya beden yan jî bedenparêz di nêvxwe de sê mijara vedibe. Ev mijar û beş jî wiha ye:
a) Jîmnastîk
b) Werzîş (spor)
c) Lîstik
SPOR KESAN RE ÇI KAR TÎNE
Kes ji xwe nas dike û naskirinê xwe jî dike.
Bejna mirov baş geşe pê dibe û niyasa wî ji xuya dibe.
Lê hay bûna hêz û quweta xwe dîbine.
Tendûristîya mirovan baş dike.
Fizîka xwe (hêz, lezahî, lez, behremendî, elastikî û kordinasyon) alîya başbûnê geşe pê dike.
Jiyana bijûn ligel jîn a xoşewisti jî kar dike.
Çalakîkirinê sporê da, jîn a taybet û jiyanê cîvakê wan qenc çêdibe.
Dema we ya vala (rekreasyon) gelek tijî dibe.
Jixwe hezdike.
Kesan bi destê spor zîndî û candar dibe.
Li çêkirinê sporê de rewşa derûnîya mirov gelek baştir dibe.
Spor di jînê mirovê de geleki giringe û cîyê wî zehf tijîye. Gere em wî nasbikin û jî wî ra berhev bin. Çima herkes werziş dike? Çima di ew pêvajo de cîyê spor kêm nabe?
Li zanîna min wisa ye; cîyê spor pirr firehe û gelek pêwiste. Spor divêtîya mirove.
Lê di ew mijarê de xwezî em jî mina gelê dînya pêşverû bin. Çavên xwe vekin û pêşîya xwe dahatûya xwe mêze bikin. Ligel vê yekê jî dest girtîna giringî bikin. Piştre em jî ew mijarê giringî dest bigrin.
Belê ew pêşnîyarên min rastîyê mirovanîye jî. Zanista spor û mamosteya spor jî wek wisa gotiye û devhev kiriye.
Belê ew mijaran jidile û ew qas jî giringe. Mixabin kes guhdarîya wa spora nake. Ez gelek şayîş kişandim. Yanî xemgîn bûme. Gere xwe nûbûnî bikin, pêwistîya wî bizanîn. Lewre neteweya bijarte, mirovê bijarte spor çêdikin. Sporê ra gelek biha dan e. Çî me kême? Li dûr ketin a spor, kêşeya mezin di pey xwe de tîne û diafîrîne. Lewma em jî rûmet a spor bizanîn. Ez biryarîm êdî şûnde mirovên me divêtîya rûmet spor ra bide. Paşê gişk kesan di jîn ê xwe da spor pêwist bigre. Ew roj nedûre, lê nêzike. Belê ez di nêzikbûnê wî de bawermendim. Lê hêvîdarim lê diwarojê sporê, di navberême de cîyê fîreh bigre. Lê ew jî ji hewlbûnê we dibe. Bê hewldan û bê çalakî tiştek nabe. Divê tu ji bo hînbûna spor û fêrhildanê spor zû hewl bidê xwe.
Daxwazîya min ew e ku; ‘ev berhem ji bo we alîkarî be. Belê dil ê we de hebe piştvanîya wî hêsanîye.’
Niyasa spor dawî nabe. Ji ber wî di navê xwe ra, azadîya hêza fizîkî hildaye. Lê hûndîrê xwe ra dîrok hildaye, aborî yanî ekonomî û peşarî (politikayê) ra hevnav bûye. Yanî niyasa spor û binavkirina spor xilaz û dawî nabe. Salixandina wî gelek dijwar e.
ÇIMA SPOR EW QAS GIRING E?
Li başbûyîya hebûna di nêv sporê de, (min di jorê de yek bi yek başbûya wî got) û niha başbûyî ya yek jî, em dikarin camêrbûn û fair playe bibêjin. ‘Fair play, hevaltî û camêrtîye.’ An jî têkoşinê biratîye. ‘Di hûndîrê ew têkoşinê de hem aşîtî heye û hem jî alîkarî heye’.
Başîya din jî azadî ye. Spor mafê her kesîye û taybetiyê jiyanêye. Ji bona wî spor di jiyanê mirovan de cî girtiye. Sporvan azadîya xwe fêm dike, li paşê azadîxwaz dibe.
Girîngiya wezişê din jî aştîye. Bi destê werzîş, kesan xûyangê xwe xweş dibine, bixwe nas dike, ji xwe hezdike, bixwe ra jî bi aşîtîye û xweşaye. Belê spor helwesta aşîtîya diraxise.