Çar sale Kovara Mehname di ser înternetê de diweşe. Erê çar salîya Malperê Kovara Mehname pîroz be.
Bi rastî alîkarîya ev malperê Mehname ji me re gelekî zehf e. Spas ji Kovara Mehname re. Lê Mehname, hem zimanê me, hem jî çandê me rakir û bilind kir. Ango rûmetê zimanê me şanî kir. Îdî em çi bêjin kêm e.
Her bijî malperê me yê Mehname...
KOVARA MEHNAME
Erê, ev Kovara Mehname,
Bû, îdî navnişana netê me,
Çand û hunerê malperê xweş,
Hem jî dilê me kir geş.
Di hûndirê Mehname de,
Nivîskarên hêja hene,
Dinivîsin tiştên xweş,
Nanivîsin tiştên reş.