MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 49, reşemeh 2004

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Nirxandin
  • Roşan Lezgîn: Ji perspektîfa edebî pirsgirêkên zimanê kurdî
  • Şahînê Bekirê Soreklî: Nameyek vekirî ji rewşenbîrên ereb re
  • Abdallah Osman: Lihevhatina Israîl û Sûriyê dê bikeve xizmeta kurdan jî
  • Fuad Sîpan: Dijmin yekdil e, lê em kurd?
  • Jîr Dilovan: Tirk kî ne û tirkperest kî ne?
  • B. Welatevîn: Zimanê min şexsiyeta min e
  • Silêman Azer: Ma navê dehşik ne xweştir e?
  • Metîn Kewê Dilxêrî:1. Werziş 2. Konsera C. Haco 3. Mehname


  • Konser û muzîka Ciwan Haco

    Metîn Kewê Dilxêrî

    Birêz Ciwan di meha 18 Rêbendanê de ji bo konserê hate Stenbolê. Ji bo wî em gelek şa bûn.

    Lê mixabin ji medyaya Tirk qe pêwendî nebû. Tenê rojnameyek wan qala konserê kir û televizyonekî jî hinek serek da lê tenê deh çirk (sanîye) bû.

    Xwendevanên hêja, hûn jî dizanin ev konser, konserek bi zimanê kurdî bû, loma bal xwe nedan. Belê lewma bêpêwendî man.

    Xwezî wisa nebûya. Dil dixwaze cudatî ne, nebe herkes wekhev be. Ev roj ne dûr e.

    Muzîkvanê me her bijî. Xwedê wan kêm neke. Jûnî û rêya serkeftina wan vekirî bihêle.

    Belê Xwedê re gelekî spas hunermendên me zehf in. Û her yek ji yê din re jêhatîtir û rindtir e. Gişk hêja ne.

    Ciwan Haco jî di nêv van de camêrek muzîkvan e. Me got hemû hêja û rûmet e, lê birêz Ciwan Haco jî bi rastî muzîkvan û stranbêjek birûmet û mezin e ji ber ku gelek xweş dibêje. Lê hem xweş dibêje û hem jî muzîkên rind dijene. Muzîka hemû hêja ye.

    Loma gelê dinya guhdarî Ciwan dike. Erê guhdarên Haco, cûr be cûrê xortê dinyayê ne. Ji ciwanên kurd jî piştgîrî hatiye, li Ciwan Haco xwedî derketine.

    Muzîka birêz Haco gelekî balkêş e. Lê dengê wî jî wek wisa balkêş e. Belê gelekî kêfa me tê. Em bi dil guhdariya muzîka wî dikin. Lê hinek kesên pîr jî hene stranên Ciwan fêm nakin lew guh nadin muzîka wî. Dibêjin ew stran, ji bo xortan in, ne bo me ne.

    Birêz Haco, tu rêya xwe şaş neke, li vê rêya xwe bi ewleyî gavan biavêje. Min gotibû “Xwedê hez bike, tu dê li Tirkîyeyê de jî rojekê konserek bidî.” Belê niha jî navê ev konser dibinim; ‘Konsera Biratî’”

    Belê daxwazîya min Xwedê pejirant, te li vê derê konserê duwem jî çêkir.

    Kaset û albûmên Ciwan li Tirkiyeyê ‘Ses Plak’ derdixe. Belê niha albûmên wî ji dehan zêdetir derketine. Lê ez di wan albûman de bêtir ji albûmên mîna ‘Diyarbekir, Gula Sor, Çaw Bella, Leyla, Dûrî, Bilûramin’ hez dikim. Herwiha ev stran jî li ber dilê min delal in: ‘Pejna te nayê, Generalê Tirsonek, Kuro Lawo Welat Xweşe, Ey Hevala Evindar, Zinê, Oy Zemano Lo Zemano û Gula Sor’. Ew stranê hemiyan jî xweşe û watedar e.

    Niha jî kasetek nû derketiye. Navê wê “Na Na” ye. Ez vê ji dil ji guhdarên Ciwan Haco re pêşniyaz dikim.

    CIWAN HACO

    Muzîkvanê me yê balkêş Ciwan Haco ye,
    Li hezkêrê Haco jî ciwan û xorto ye,
    Lê belê hezkerên wî, ne pîrê ye û ne kalo ye,
    Belê muzîka nûjen ya Ciwan, ne lolo ye.
    
    Stranên Ciwan Haco hêja û birûmet in,
    Di nêv muzîkên din de yekem derketin,
    Ez ji wî re dibêjim: ji te re serkeftin,
    Li dawiyê jê re hezar silav dibêjim.
    

    Berdest
    Hejmara nû
    Hemû hejmar
    Hemû pirtûk
    Hemû nivîskar
    Nûdem


    [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    Hosted by www.Geocities.ws

    1