MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 49, reşemeh 2004

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Nirxandin
  • Roşan Lezgîn: Ji perspektîfa edebî pirsgirêkên zimanê kurdî
  • Şahînê Bekirê Soreklî: Nameyek vekirî ji rewşenbîrên ereb re
  • Abdallah Osman: Lihevhatina Israîl û Sûriyê dê bikeve xizmeta kurdan jî
  • Fuad Sîpan: Dijmin yekdil e, lê em kurd?
  • Jîr Dilovan: Tirk kî ne û tirkperest kî ne?
  • B. Welatevîn: Zimanê min şexsiyeta min e
  • Silêman Azer: Ma navê dehşik ne xweştir e?
  • Metîn Kewê Dilxêrî:1. Werziş 2. Konsera C. Haco 3. Mehname


  • TIRAJEDIYA SIYASETA KURDÊN BAKUR -III-

    FÛAD SÎPAN (FUAT AKPINAR): [email protected]
    Almanya, 27.12.2003

    Xwendevanên hêja! Berya ku ez dîsa li ser mijarê dîtin û nêrînên xwe binivîsînim, dixwazim li ser e-maila yanê tehdîda Ferda Çetin çend gotinan bêjim. Ferda Çetin di pê belavkirina nivîsa min re, ya li ser tirajediya siyaseta Kurdên Bakur -II- ji min re di roja 23.12.2003an di saet 17:07an de emailek şandiye û di destpêka emaila xwe de bi zimanê Tirkî wiha dibêje; “Uyarý ve talep Ferda Çetîn” (şiyarî, îhtar û daxwaz) û di dosya de jî nameyek ji bo min nivîsiye, di nameya xwe de tehdît û şîretan li min dike û dibêje, tu mecbûrî li ser her tiştî binivîsîne, tu gotinên ji xwe mezintir dibêjî û hwd.

    Min jî di heman rojê de jê re bersiv da û wiha got:

    Birêz Ferda Çetin,

    ez jî wek we xwe perçek ji tevgera Kurd û Kurdistanê dibînim û loma her tiştên we eleqeder dike, min jî eleqeder dike û loma li ser mijarên cida, dîtin û nêrînên xwe dinîvîsînim. Ez naxwazim bi we re têkevim gengeşiyeke wiha erzan, ku kî? Zane ye û kî? Nezan e û hewceyî gotinên wiha jî nakim.

    Lê dixwezim ji we re tiştekî bêjim, ku hûn jî vî tiştî baş guhdar bikin. Dema tehdîdan ji zû de rabûye. Ne hûn, ne hêzek û ne jî tu kes, nikare min tehdîd bike. Tiştên ez pê bawer im û dizanim dê binivîsînim. Ez kolê tu kesî nînim û der mafê nivîsên xwe de ji kesî jî emir nagirim. Ezê di gotarên xwe de tehdîdên we jî bînim ziman, da ku mirov bizanibin, ku hûn ne dikarin xwe bi guhrînin û ne jî ji guhertinê re amade ne. Ji bo min ne diyar e, ku hûn van şîret û tehdîdên xwe bi serê xwe dikin an jî bi navê tevgerekê? Yan jî bi navê medya xwe dikin? Divê hûn vê pirsê zelal bikin.

    Silav û rêz

    Fûad Sîpan (Fuat Akpinar)

    Belê ji bilî sedemên ku min heta niha ji bo tirajediya siyaseta Bakurê Kurdistanê dane, sedemeke din jî pir girîng e, ku ezê vê carê li ser bisekinim.

    Yên ku naxwazin tevgera gelê Kurd xwe biguhrîne û gorî rewşa cihanê ya nû siyaseteke bi aqil û mantiq bimeşîne, bi taybetî rantçî û malperestên di nav siyaseta PKK/KADEK û an jî di nav KGK de û di medya Kurdê Bakur de kok girtine. Ji ber ku bi salan e di nav tevgera Kurdan de rantçî xwedî gotin in, loma ew naxwazin guhertin çêbibin. Çumkî çiqas guhertinên pozîtîv çêbin, ewqas jî rola rantçiyan ji dest dihere. Loma rantçî ji pêşeroja xwe ditirsin. Rantçî rexneyan qebûl nakin û naxwazin jî xwe biguherînin. Dema ew rastiyê qebûl bikin, êdî qîmet û tesîra gotinên wan namîne. Rantçiyan heta niha serê pir welatparêzan xwarine.

    Lê bila rantçî tiştekî baş bizanibin û van gotinan baş fêhm bikin, ku êdî hêdî hêdî be jî dawiya wan ê were. Ez dîsa dibêjim, ku gelê Kurd bira kesî nîne, ku heta hetayê gotina rantçî û derewçînan bike.

    Tehdîtkirin û biçûkxistin ne karê camêran e, kesên bi bîr û bawer û xwedî pirensîb, kesî tehdît nakin, dertên meydanê û wek camêran bi camêran re gengeşiyê dikin. Lê pir mixabin, ku îdeolojiya Kemalîzim û Stalînîzmê ji bilî tehdît û şantajan tiştek rayê belengazan nedaye. Ew dema dikevin tengasiyê û nikarin xwe biparêzin, yek metodek wan tenê heye, ew jî tehdîd e.

    Min di jiyana xwe de ji bilî kara gelê Kurd qasî qirşekî zerar nedaye tevgera Kurdistanê. Ewên zerar dane Kurdan bila hêsabên xwe baş bikin. Destê welatparêzan êdî ji paskura wan dernayê.

    Ez ji rantçî û tehdîtkeran re dibêjim, we hên fêhm nekiriye, ku ez çiqas bi bîr û bawer ji bo gelê Kurd û Kurdistanê me. Ez quweta xwe ji vê bîr û baweriyê digirim, loma ez ji tehdîdên tu kesî re ê welah nabêjim.

    Jiyaneke bi rûmet, rast û durist, ji bo min ji jiyaneke bê rûmet çêtir e. Hodrî meydan.

    Berdest
    Hejmara nû
    Hemû hejmar
    Hemû pirtûk
    Hemû nivîskar
    Nûdem


    [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    Hosted by www.Geocities.ws

    1