Ma dengê min dibihîzin? Ji we re ji taxeke derveyê bajer, mirovekî
jibîrbûyî diqîre. Ez diqîrim. Ez... Îro cejn e. Hun hemu cilên xwe nê nûh li
xwe kirine. Hezkiriya xwe difikirin. Yara xwe yê por qusiyayî. Zarok
balonên rengo rengo difiriînin. Li ser keçikêkê piçûk de sakoyeke bi nexşê
çîçekî . Bêrîka wê şekir tije ye. Dixwazin. Nade. Ji we hîn kes nan dixwe.
Hîn kes dixebite.
Ji we re ji van kolanan diqîrim. Zikê min birçî. Em çar bira di va
xaniya piçûk de dirunin. Ez herî piçûkê wan im. Herî xirab jî lingên min nîn
in. Ji diya xwe wisa çêbûme. We bi çavên xwe yê zarokî dibînim. Digirîm.
Hundirê min diperçiqe. Ez jî dixwazim wekê we balonan biteqînim, li hespên
pêleyîstokan sîvar bibim, cixereyê bikşînim, bikenim.
Bayekê destpêkir. Behna Torosên hemberê dibihîsim. Behna çîçekê jê tê.
Behna xemrevîn a çîçekên ku, qet rengê wan nizanim. Li nav porên we tozên
salan belav dibe. Di hewayê sayî de şerabê vedixwin. Jinikên îtalî ku,
memikên wan mezin û tije ne, tên bîra we. Bîranînên xwe nê ku, têra şevan
dike, bi şerabê re dihelînin. Vedixwin.Yek bi yek bîranînên xwe dijîn.
Keçikek ji ber we derbas dibe. Keçikekî por dirêj. Keçikê difikirim. Ez,
mirovê jibîrbûyî, we difikirim. Êşên we ku, hun nabînin, difikirim.
Keçikek... Ango tu. Hîn nu ji mal derketî. Tu yê min nasnekî . Di
bankayekê de dixebitî. Navê te zêde nizanim. Qet min çavên te jibîrnekir. Ji
mirovekê ku, li min dişibe, hez dikî. Bê ling nin e. Keçika delal, divê te
bikim yezdan.
Te jî fikirîm mirova piçûk. Ji herkesê bêtir te fikirîm. Di rojeke wisa
de cilên bi vê rengê kevn lixwekirin a te pir dilê min êşand. Her tiştê
hewaleyê yezdanê kirîbûy. Lê mixabin yezdan jî tu jibîr kiribû. Binê pêlavên
te qul. Ji bo çêkirina wan diravên te jî nîn e... Ger tu diravê bi dest
bixinî ezê kêfxweşbim mirovê piçûk.
Birca seatê 12’ê lêda. Otobesekê derbas bû. Pêlavê xwe derxistî û
bazdayî. Tu nizanîbûy ku otobes aîdê mirovên mezinan e. Wan jî ji xwe
dihesibandî. Lê ew ji te nehaydarbûn. Tenê ez te dizanîbûm. Tenê ez.
Di rojekê wisa de li quncika qehwe ya masîvanan de çi difikirî bi rastî
ez nizanim. Çi heye dîsa kêştiyên masîvanan di bîra te de.
Niha di dewsa runişkandinê de divê tu tev li şîniya zeryayê ve bûbûya
yek. Divê tu straneke bigota. Straneke xweşewîst ku, behsa masîvanan dike.
Niha ji kulmên xwe re digirî. Ji zeryayê, ji peravan pir durî. Êdî ew ê
ewrên sor baranên sor bi xwe re neynin. Her tişt qediya. Hemu kêlekên tê
binav bû. Li wan difikirî.
Cihanekê mestûmezin afirandim. Xweşewîst. Dar çêkirim, pelç çêkirim.
Çîçek dizîm û anîm.Çiya, çem, çiyayên agirîn fikirîm. Berf, baran barandim.
Piştre ji we re qiriyam. Min dibihîzin? Ev cihan ya we ye. Xaniyên bajara
bêmirov jî yê we ye. Mirovekê ku, jana we dikişîne, diaxive. Guhdarî bikin.