Ger tirk mafên kurdan bidinê, dê baştir bikarin wan asîmîle bikin.
Parastina aştî û azadiyê jî kevneperestî ye.
Bo xatirê şehîdan tê nekoşe.
Demokrasî ne rêbaza kesên ramanwer e.
Qeder heye - di dest te de ye.
Divê yê ronakbîr xwe ji gel dûr bixe yan rastiyê nabîne.
Ti pirtûk zarokên birsî têr nake.
Tenê dijmin dikare me bike yek.
Kurdan tenê tiştek hevpar heye: ziman. Ew jî ne hevpar e.
Kultura te dipejirînim - hindî ew bi dilê min be.
Yên dijî nûbûna sîstemê, dibin sedema hilweşîna wê.
Ya giring raman e - rastînî (realîte) her vajî ye.
Hemû prensîpperwer aqilsivik in.
Mirovên mezin pirr heval û pirr dijmin hene lê her bi tenê ne.
Xorto, divê dijminê xwe baş binasî - daku bizanî ku jan tevmirovî ye.
Ti hevalên xwe wa kêmnirx nahesibînim ku berhemên xwe diyarî wan bikim.
Fînlendîbûna min, min nake kêmtir kurd.
Demokrat kompromîsan, diktator îdealan dimeşînin.
Divê demokrasî ji êrişên gel bêt parastin.
Mirov ji min nefret nakin ji ber ku ne ti tişt im.
Ji jiyanê dûr bijî.
Xwe biwestîne daku bênvedan xweş be.
Mirovên qenc nikarin bi siyasetvaniya xwe hovîtiya siyasetê kêm bikin.
Ger ferman di dest gel de be, demokrasî qet pêk nayê.
Dema bo dîtina rastiyê mirov didin pey kesekî yan rêbazekê, êdî armanc ne dîtina rastiyê ye lê armanc dimîne meşîna li pey wî kesî yan wê rêbazê.
Li gel mirovên ez nû dinasim min ti babetên suhbetê nînin, li gel nasên kevn min ti babetên suhbetê nemane.
Bo kar dijîm çiku naxwazim bo betaliyê bijîm.
Bo reklamkirina min di hilbijartinên encûmena yeketiya xwendekarên zankoyan de hevalek min ji hilbijêran re digot: "Dengê xwe bidin Husein. Ew kirêt û aqilsivik lê sempatîk e." Bêguman pê re ne hembîr im çiku ne sempatîk im.
Yek ji reklamên min di hilbijartinên zankoyan de: "Hûn keslan û tembel in - bihêlin ez rêveberiya we bikim."
Ez pirr tê koşîm daku dinyayê fam bikim. Niha dora wê ye tê bikoşe min fam bike.
- Her zelam potensiyel e destdirêjiyê li jinan bike.
- Û her jin jî li mêran ger bikare.
Stranên te pirr xweş in ger neyên guhê min.
Ger kuştin guneh ba, Xwedê mirov nedikuştin.
Ger ker jî wek mirovan ker ban, ew jî dê pirr ker ban.
Her kes xwe ji xwe kêmtir yan zêdetir dihesibîne.
Ti partiyek wa mezin nîne ku ciyê egoyê min tê de hebe.
Bersiv di pirsê de ye.
Digel wan xweşheval be daku baş bikarî wan bixapînî.
Çima bo sibê bihêlim madem bikarin dusibê jî bikim.
Dixwazim bi pare bidim daku bi serêşiyê nedim.
- Çi di wî kurrikî de heye ku keç wa pirr jê hez dikin?
- Kerînî.
Armanca jiyanê mirin e.
Di civakê de hin elementên bingehîn yên pêdivî hene. Neheqî jî yek ji wan e.
Piştî min jin nasîn, tê gihiştim ku jan dualî yan tevmirovî ye.
Tu hindî min nizanî.
"Dinya çîrokek e - bila çîrokek xweş be!"
Bush dê demokrasiyê bibe Iraqê - li Emerîkayê nahêle.
Ax, çend jandar e ku biserketî û bextiyar im û xelk di rewşek kembax de ye.
Ger tu nebayî, min dê tu xeyal bikirayî.
Wêneyê te ji stêran li dilê min dibiriqe.
Olen huono myöhästymään.
(Bo derengbûnê ne zîrek im.)
Ez jî pirr bêaqil im lê mixabin kes guh nade min.
Her bijî mirin!
Kaipaan aikaa, jolloin olin lapsellinen.
(Bêriya wê demê dikim ku aqilsivik bûm.)
Di dewleta azad de gel ne azad e.
Nivîskar jî hene lê nivîsker pirrtir in.
Ger dijî berjewendîperweriyê bî, dijî mirovperweriyê yî.
Mirin jî wek jiyanê nexweş e.
Dilê wê şkest - ewqas req bû.
Aqil baş e lê divê ne zêde be.
Guh bide gel, ne rastiyê.
Ax, çend dilê min bi te dişewite dema dipûnijim ku tu bi min razî nebûyî û te derfeta xwe ya evînek yekta ji dest da.
Hemû diktator xêrxwaz in.
Berî alîkariya zorlêkiriyan bikî, hinekî bifikire.
Armanca wêjeyê lêgerrîn e, ne dîtin e.
Nivîsîn revîna ji rastiyê ye.
Bo wêjeyek bihêz kesên kêmhêz pêdivî ne.
On hauska olla välillä selvinpäin.
(Xweş e carinan ne serxweş bim.)