MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 48, rêbendan 2004

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Pexşan

Mehabad Qeredaxî: Rojavabûn
Haşim Aslan: Şûna Ehmedê Derma
Friedrich Höderlin: Diyariyî Natalia
Ebdulrehman Efîf: Labîrent
Hesen Polat: Mêrikek û Xwedê
Husein Muhammed: Her bijî mirin!
Jiyanname: Helwest û raman


J I Y A N N A M E - 8 -

Helwest û raman

Dibe ew spêdeyê pesna tiştekî bide û êvarê henekên xwe pê bike. Û nerîna xwe ya dawîn tek nerîna rast dipejirîne.
Alexander Pope

Dikarî rê li artêşan bigirî lê nikarî li ramanan bigirî.
Victor Hugo

Serekaniya bextiyariya mirovî ne di dewlemendiya diyar û derveyî de lê di zengîniya nediyar û hindirrîn de ye.
Anakharsis

Guman dikim ango diramim. Diramim ango heme.
René Descartes

Em çend di ramana abstrakt de pêş bikevin, em kêmtir hene.
Soren Kierkegaard

Min hevokek bêwate ya fîlosofekî dubare dikir: Diramim ango heme, ta ku jinekê ez fêrî vê gotinê kirim: Heme lew diramim.
George Bernard Shaw

Jîn ramîn e.
Marcus Tullius Cicero

Jiyan raman e.
Marcus Aurelius

Raman siriştek nediyar e; sirişt ramanek nediyar e.
Heinrich Heine

Raman koleya jiyanê ye.
William Shakespeare

Mirov canek biçûk e ku leşê xwe bi xwe re digerrîne.
Epiktetos

Cihê ramanê di kuncikek biçûk ya hindî kefa destê mirovî de heye lê di ramanê de cihê hemû dinyayê heye.
Yedaya Bedersî

Ew nikare bêyî kumê xwe birame.
Samuel Beckett

Mirov mekîneyek e ku em maddeyek bi navê xwarin didinê û em navên berhemên vê mekîneyê dikin raman.
Robert Ingersoll

Mirovê qenc ne mekîne ye.
Konfuçe

Şeytaniya mekîneyê ew e ku me jî dike mekîne.
Oscar Wilde

Rêya ramanên me ji leza wan giringtir e.
Joseph Joubert

Raman kolîn û pîvan e. Pirr kesan hêz nîne bikolin, gelekan jî wêrekî nîne pîvank kûriyê jî bipîve.
Rahel Levin Varnhagen

Mirov hemû rêyan dicerribînin daku xwe ji ramana rastiyê biparêzin.
Thomas Alva Edison

Dijwartirîn tiştê dinyayê çi ye? Raman e.
Ralph Waldo Emerson

Hingê zewqek kêmpeyda serbest bû: qanûnê rê dida çi bixwazî wê biramî û çi biramî wê bibêjî.
Cornelius Tacitus

Berê kesî nediwêrî bi azadî birame; niha destûr heye lê êdî kes nikare.
Oswald Spengler

Raman tîrek li kevanê şidandî ye.
Veda

Rengîntir zewq nîne ji ramanê.
Jorge Luis Borges

Nikarî bi asanî ramanê kontrol bikî. Ew sivik e û kû ve bixwaze, wirve difirre. Lew dixwazim wê kedî bikim çiku kedîkirî ew dê bextiyariyê bîne.
Dhammapada

Herdem ku tê dikoşim dirûvek baş bidim ramanekê, êdî ramanek din derdibim.
Paul Valéry

Tişta hemû xelk qet bêyî raman dubare dikin, zehmettirîn tişta dinyayê ye ku bi raman bêt derbirin.
Alain (Émile-Auguste Chartier)

Ti raman ne wa kevnar e ku carekê ne nûjen bûbe. Û ti raman ne wa nûjen in jî ku rojekê nebin kevnar.
Ellen Glasgow

Ger raman ne talûke be, baştir e hema qet jê re neyê gotin raman.
Elbert Hubbard

Jana ramanek nû tîne yek ji janên herî mezin e ku mirov pêrgî hatine.
Walter Bagehot

Afirandin tek rewş e ku canê me tê de hem vedihewe û hem jî dilive.
Veikko Antero Koskenniemi

Ji artêşên xurt bihêztir pêş dikeve raman ya dema wê hatiye.
nenas

Ger ramanekê ji min bistînî, min kêmtir nakî. Eynî wek ger fanosa xwe ji fanosa min hilbikî, min li ber tariyê nahêlî.
Thomas Jeffersson

Tenê ew, yên li ser ramanan ava dikin, avaniyên wan bo herherî ne.
Ralph Waldo Emerson

Pirrî caran ne wa diramim wek xelk dirame.
Euripides

Ji zanînê baştir ew e fêr bibî ne wek xelkê bibînî û biramî.
David Bohm

Raman azad e û çi bixwaze derdibe.
Marcus Tullius Cicero

Raman saf û serbest e.
John Skelton

Bila Xeyal hevrêvinga me be lê Raman rêberê me be.
Samuel Johnson

Ger xeyal serî ji hişî bistîne, mesele şêtî ye.
Samuel Johnson

Bawerî helbestiya jiyanê ne.
Johann Wolfgang von Goethe

Raman dilê giyanê ye.
Joseph Joubert

Serdarê mirovan ramanên wan in.
Napoleon Bonaparte

Ti tişt ne hindî ramanê talûke ye ger xwedî tenê ramanekê bî.
Alain (Émile-Auguste Chartier)

Dîtin û ramanên wî bi xwe qanûn bû.
William Shakespeare

Bi ramanên xwe ravedikim ka çima divê hemû dinya wek min birame.
John Selden

Ger axa bêje ku qirrereşk spî ye, nabe xulam bêje ku ew reş e.
pendek ewropî

Li wan hişyar be yên tenê pirtûkek xwendiye.
Isaac D'Israeli

Berê mirovan baweriyek hebû, niha me tenê helwest hene.
Heinrich Heine

Her kes tijî nerînên xwe ye.
François Rabelais

Hertim herdu aliyên pirsê dibînim; ango hem aliyê şaş û hem jî yê xwe.
nenas

Guherrandina helwestê ne hejokî ye ger bingeha wê li ser zanînê be.
Marcus Tullius Cicero

Yê ti car helwesta xwe neguherrîne, mîna ava genî ye.
William Blake

Yên ti car li helwesta xwe baş napûnijin, ji rastiyê zêdetir ji xwe hez dikin.
Joseph Joubert

Tenê yên mirî û yên ehmeq ti car helwesta xwe naguherrînin.
James Russell Lowell

Baweriya bi helwesta cemidî alîkarî ti kesî nekiriye ku tek bend û zincîrê bişkîne yan giyanek mirovî azad bike.
Mark Twain

Helwest serkêşiya mirovan dike wek yê kor rêberiya yê kor dike.
Samuel Butler

Mirov ji xwe re helwestan dikirrin wek goşt yan şîr bêt kirrîn. Jixwe ew ji xwedîkirina çêlekê erzantir e. Lê ma ew şîr bi avê nehatiye bêtamkirin?
Samuel Butler

Tek awayê rast biaxivî ew e ku wiha dest bi peyivîna xwe bikî: - Niha tê bawerkirin ku...
Jan Blomstedt

Wa pirr asan e ku mirov xwe bide aliyê pirraniyê.
Lucius Annaeus Seneca

Helwesta giştî ew e ya ku mirov bawer dikin ku xelk bawer dike.
Alfred Austen

Dema helwesta giştî diguherre, ew bi leza ramanê diguherre.
Thomas Jefferson

Wa dixwiye ku helwesta xwe wek xelk kumê xwe zû diguherrînî.
John Lyly

Helwestên camêrî hindî xwetewandinên wî çemok bûn.
Fanny Burney

Dema mirovan ti zordarên din nebin, helwesta wan ya giştî wan zeft dike.
Edward Bulwer-Lytton

Helwesta giştî wek êşekê belav dibe û zû hejmarek mezin ji mirovan digire.
Leo Tolstoy

Ger kesek bi nakokiyên min bihese jî, ez dê bibêjim: Gerçi ez carekê şaş bûm jî, ez dê hertim li ser baweriya xwe ya şaş nemînim.
Luc de Clapiers de Vauvenargues

Ma ez ramanên nakok pêşkêş dikim? Bila, ger wa be, di min de nakokî heye.
Walt Whitman

Mirovê qenc ew e yê helwest û kirinên wî bi dilê desthilatdaran in.
Bertrand Russell

Pare gotinên aqilane dike bi zimanek wa ku hemû gel tê digihin.
Aphra Behn

Pîvana rastî û çewtiyê dikare herdem helwesta pirraniyê be. Di wê de jî xirabiyê pirranî li aliyê xwe heye.
John Norris

Helwesta pirraniyê rastiya mijarê diyar nake.
Friedrich von Schiller

Ew îdare, ya ku lê hêz di dest pirraniyê de ye, ti car nikare wijdana hemû gel razî bike.
Henry David Thoreau

Dijwartirîn dijminê rastî û azadiyê yê di nav me de pirraniya hevgirtî ye.
Henrik Ibsen

Eh, nebêje ku tu jî li gel min hevbîr î. Hevbîrî wa dike bawer bikim ku dîsan jî şaş im.
Oscar Wilde

Mejiyê me hin ramanan qebûl nake tam wek dilê me jî naçe hin cûn xwarinan.
William Hazlitt

Her ramana nû serê pêşîn helwestek kêmaniyekê ye ku ji kesekî pêk tê.
Thomas Carlyle

Edetê min e wê bibêjim ya diramim tevî ku xwiya bibe ku ez dê bimînim kêmaniyek biçûk, ta belkî kêmaniyek yekkesî.
Herbert Spencer

Dema mirov di kêmaniyek yekkesî de be, em deriyan lê dadixin.
Oliver Wendell Holmes

Dijbêj dibe tovavêjê kerb û kînê.
Ptah-Hotep

Pesîmîst ew e yê rastiyê dibêje hê ku dema wê nehatiye.
Cyrano de Bergerac

Li ser her tiştî dijî te diramim lê ta dawiyê jî ez dê tê bikoşim daku tu bikarî cudabîr bî.
Voltaire

Li her pirsê dikare ji du aliyan ve bêt nerîn.
Protagoras

Mirov dikare xelkê bide bawerkirin lê nikarî wan bêdilî wan razî bike.
Samuel Johnson

Rastbûna me me razî nake ger em nikarin diyar bikin ku xelk xelet e.
William Hazlitt

Helwest û bîreweriyên me çi bin bila lê rastî her ji atoman û valahiyê pêk hatiye.
Demokritos

Berhevkirin û wergerandin: Husein Muhammed: [email protected]

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: [email protected]
Contact us: [email protected]

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
Hosted by www.Geocities.ws

Hosted by www.Geocities.ws

1