Şev bi hînkaya xwe germa havînê hêdî hêdî li dû dihîşt û lê wek weya germa di dilan de çawa derew e dixwest derxe meydanê. Di ser hewşa me ra xuya bû ko çira mala E. Derma vêketî ye, çend meriv sîya wan ber çavan diket. Digirîyan. Lewra E. Derma di nav cîhê xwe de, di ber xewa ededî da bû, emrê derbasî nodî di ber çikandinê da bû. Min, li ser dilê min hissên xavî, çermê wecê min wek qerimîbe, xwîdanek sar tevî porê minê dighêje enîyê şil kiribû, çû Mele ji xew rakir “Seyda, Apê Ehmed di ber mirinê da yi, Berdil go bira Seyda weri li ser bixwîni.” Bi cangirani li ser xwe rûnişt û hinekî dengê uf-puf jê der ket, destê xwe di çavê xwe da, rabû pê û bi min re meşîya ber û berê xanîyê xwaro-maro, herîya wi tevda jê ketî heta cem meytê mirî. Bê kêf hat nêzîkî meytê di bin lihêfê de bê can, cemidî rûnişt, çavên wî vekir ko mirîye. Bê mad bû. Dengê xwe nekir, nexwend. Dora seetekê, pişta xwe da dîwar, nigek li erdê yek jî berê çongê li hewa, û enîşka wî li ser çongê, destê wî li ber gepa wî, çav girtî rûnişt, ne aşkere bû ko radikeve yan jî şiyar e. Gavek din torinê mirî “ma seyda ji bo Xwedê wa nabi, rabi selayê bixwîni.” got bi hêrs û wecekî tarî, nepixî, bîntengî dihat xwendin li ser çavên wî. Lewra dihat bîra wî, Mele, du sal berê di mirina birayê Hecî Cengo yê mezin, bi heyecan û lez û bez revîya bû mizgeftê, heya karibû xwe ji dil dabûyê, bi dengê xwe erd û ezman dihejand, mîna mamûrekî dewletê ko dixwaze amîre xwe dilxweş bike, meşkan bide bin çenkên wî ko cîh li cem bigre. Lê îşev ne weha bû, weke sêwîyekî ber dîwaran, yan jî kalekî bê xwedî, li kuçeyan serberdayî, bi cilên qetandî û bişkivî, her derên wî bi pîne û gemar û qilêr li ser qermîtik girtîye, por û rîya wî di nav hevda wenda bûye li ser sergoyan mirîye.
Mele rabû ser xwe derket derve, bi gavên sistoke rîya mizgeftê girt. Li wira, yekî xerîb ji paş ra lê temaşa bikira, ew ê bigota qey jiyana pêxember ne çûye guhê vî zilamê ko li ba dibe hêla çep û rastê û yan jî ne Seyda ye. Bîstek din, kuxtikek tal, piştî wê dengekî bê dil ji minarê bilind bû, hewkî ko yên nêzîkî hewşa camîyê karibun seh bikirana. Dûra derket derîyê mizgeftê kilît kir, bi lezgînî meşîya malê, çû dîharê xanî ket nav cîyê xwe, di xewra çû.
Di tarîyê de dû-sê pîrek digirîyan û porê xwe dirûçikandin, li xwe dixistin. Bêyî zarok û torinên wî, dû-sê feqîr û cîranên wan jî hebûn. Fedil, bela bi tenê, bêkes mayinê dixest ko zarokên wî û law û bûka wî ne çûbana Îzmîr ji bo pembo berekirinê, hema bira di rojek weha da li cem bana, ji hev ra bibana alîkar, tesellî ...
Bi dengê selayê ra, ji rîspîyên gund Eyo ko mîna herdem dîsa kenekî bi qafî li ser devê wî, bi awirê xwe mezin dihesibîne, bi avakî quretî serê wî rakirî bû û bi rewşek qafîyok xwe li ba dikir-dimeşîya û kurkê xwe li xwe gerandî, ti avirê hezîn, xemgînî û dilşewatîyê li rûyê wî peyda nedibû, aşîkar dikir ko ne xema wî bû. “Malê, serê we sax bi, ma mirin li pêşîya me gişa yi.” Bi dengekî hakîr dîtînê got. “ Xwedê ji te razî bi, kirîbê Eyo!” Bersîv da Fedil bi wecekî şil û çavekî bi şewq. Wexta tevî kurkê xwe vî jî xwe li ser kulaw dirêj kir, dest di bin serî da pal da, te di got qey ne mala mirîye, azayî tune ye. Gava weha diqewimî li ber çavê min, roja em biçûk bûn li dibistana ewilî, sinifê duduyan, xwendevan giş li sinifê hiş û bala wan li ser mamoste bû, Eyo hat hundirê sinifê, ji mamoste xwest ko xwendevanan bibe nav erdê yê li ber rezê wî, ji bo giş bibin qor li ber-û-berê hev mîna leşkeran û têkevin rêzê, ji serê erd heya dawiyê bimeşin, bi dîqqet li seeta wî ya şevek berê, di cot da ji destê wî ketîye bigerin. Loma, xwendevanên sinifa duduyan- jixwe bêyî me sinifek din tune bû- ê şeş-heft salî, giş bi emrê mamoste bûn rêz, di nav kêsrekên li pê cotê kîlvator mabû, bi ketin û rabûnê meşîyan heya saet hat dîtin. Min wê çaxê fahm nekiribû çima mamoste galgala wî venegerandi bû, le îro?
Seet nîvê şevê li dawiyê hîştibû, di bîra min da xebata ji bo feqir, bêkes, mezlûm û maxdûran tim mîna kanîya ji erdê dizê bilqik dida. Qisseyên di dema pêxember û heval û hogirên wî da qewimî bû ne min bela sebeb xwendibû... Çi min hîn kiribû di ewqas salan de ji malê dûr, her sal sê mehên di tatîlê de min dixwest têxîm aktîvîteyê. Îcar, ez fikirîm ko ji xortan kesek dilê min bihêle nayê hişê min, hey ez reca bikim, ewên gura min bikin. Ez, bi hissên li nav hev ketî û di dil da xwe-bawerî û hêvî, bi hêla mala Mistefa da gavên zû avît, berî bighêjêm malê min bang kir “Mistefa! Mistefa!”
“Hê, hayirdir Dilbirîn.” Bi nîv Tirkî bersîv da çima ez xwendevan bûm, mîna tirka min dihesibandin hevalan. Her çiqas ez di wûşeyên zimanê zikmakî de zehmetê bikşînim jî, seba min dixwest gelê min li çand û zimanê xwe bicibe û di nezdê wan de bi rûmet û hêja bide fahm kirin di şexsiyeta xwe da min cih didayê.
“De rabi, mezlûmek mûxtacî alîkarîya me ye.” Min got. Rabû, îşligê xwe li xwe kir, wecê xwe şûşt û bi min ra meşiya heya ber textê mala Apê Biro, me Hemed û birayê wîyê biçûk tevî bêr û tevir girt û rêya mezelan girt.
Di nava her dû rêyên tên gund, li pêşîya malan, van çend xêrxwazan dest bi kolana mezel kirin, îcar mîna dawîya jîyana wî jî di siûda da wî da taht derket di gorê da. Piştî gelek tabê ev pirsgîrêk hal bu nêzîkî destê sibê.
Berî mirina wî çend sal berê, hatina wîya mala me di ber çavê min de derbasbû. Gopalê wî di destê wî da, gozlega çarçewa wê kalind di çav da, sola pînekîrî ya cîzlawêt di pîyên wî de bi gavên giran dihat ber pacê “Mele Kemal, tu li mal i?” bi dengekî tije û qure bang dikir. Piştî bersîva “keremki Apê Ehmed.” Dihat hundir. Bavê min bi merivekî ji bavê wî mezintir re dibû heval û qala dîroka berê dikir, veqaetên sedsal berê danin bîr. Ez jî zarokê heft-heşt salî bi meraq guh dida wî pê kêf xweş dibûm. Li ber sobê xwe germ dikir û dixest em sobê dagrin, pêre dom dikir li ser dîroka eşîran û yekcaran qala dema mala wan li Sûrî bû dikir, wûşeyên Erebî jî digot. Bala min wer li ser wî çaxa qala leşkerîya xwe, li Gelibolu, dikir, bi halê wi yê kal, şelwer lê, saqo li piştê, çefî û egal li serî min xeyal dikir ko leşker e. Yekcaran meriv benda wî diket, henekên xwe pê dikir, bawer ne dikirin. Lê, kê çi bigota, û çikas di saxîya wî da wî çavnebarî bikira jî, çêya kesî nexwesta jî, ji ber veqaetên di dîroka wan da qewimîye wî danî ziman, min bi dizî jê hezdikir, ez pê şa dibûm...
Berê, min carna dixwend an jî dibihîst ko hinek jin û kalan tiştek vedişartin, hina diranê xweyê zêr hinekan bazin û gulîskek dihîştin ji bo mesrefa kefen û cenazeyê xwe. Di piratîkê de, anha ez li benda rewşa min xeyal dikir, mixabin di jîyana xwe da E. Derma tiştekî wûsa fikir yan nekiribû yan jî can jê kişya û şûn da ti qîymet nedabû bedana xwe, loma tiştek hil nanîbû. Bi rastî, çekên wî yê pînekirî bersîva van pirsan tev da dida. Ji ber vî awayî, yê ko lazim bû kefen bikire Ferdil bû. Bêyi cilên xweyî qerçimandî biguherîne û rîya xweyî li nav hev ketî kur bike, jan di dil da, derket derve. Piştî çend gavan bê biryar meşîya û pêve, dest ji bêrîkê kişand: vala. Xeyrîîxtîyarî, çixareyek vêxîst, bi hilma ewilî re bîna wî fire bû, xwe şiyar hissand, fedî ji bîra xwe dixwest derxîne û hinekî ji xwe dûr xist bi serkeftinê. Wexta pereyê ji bo kefen deyn kir, nikarîbû li hundirê çavên wî rast binere, kefa destê wî xwîdan da, bin çengên wî tevî xwîdanê xurîyan, çermê wecê wî hat kaşkirin, dengê wî bi hawakî din derket. Piştre, cixareyek û hilmek din “oxx, şikir ji te re ya Rebbi!” çiçikî bi kêfxweşî got ewqas hezînê û şûnda. Bi teq-reqa eraba hespan wê nîvê şevê ji dikana gundê jorin kirî, anî.
Êdî lazim bû meyt bê şuştin da ko kefen bibe, ji ber wî avayi min Mele ji xew rakir “Apê Seyda, hindik mayî bibi sibe, ma tu nayê meytê Apê Ahmed naşo, dereng i, ma ne gune yi?” min jê re got, lewra min dizanîbû ev wezîfa Mele ye ko ji bo limêja Înnîyê, xitman, mirî şuştin u aştîya di nav eşîran de çê bike gundî giş zekata xwe didinê. Gavek din Mele “Ma çi ecela wî heyi, mirato bû bavê Hecî.....?” bi hawakî nedixwest kes bê min bibihîse got. Çekên xwe li xwe kir û em tev dagerîyan mala E. Derma. Berî rojhilat, Mele îşaret da ko meyt bînin deynin ser çend textên li ser keviran hatine danîn, bi talîmatên wî Remo û Ferdil û dû xêrxwazan hêdîka bi meyt girtin û weke ko nedixestin canê wî biêşinin, bê leqandin tevî lihêfa wî anîn ser cîyê Mele xwest. Min baş bala xwe dabû ser Mele, meyt û şuştinê; Mele zûka çekên wî ji bedena wîya reş û zeîf kişand, cawê spî avît ser wî, dawîyê misînek, du, sê av lê kir, û dûra çend hebên din jî...dest bi girêdana cawê spî kir. Dengê çend merivan tevî hev bû “Seyda, hîna dû sîtil ava germ hey i!” bi awakî lê heyirînê û ecêbmayî gotin. Mele bi derveyê destê xwe “bes i” got dema roj hêdika ji paş kela Mêrdîn bilind bû, hîn ronî û bi şewq.
Bi tîrêjên roja sibê, Heciyê zengîn, rî-spî û mezinê gund, peyva wî tê guhdarkirin, xwedîyê bi kêlan erd, di kirasê spî de, çefî li serî, gulikên egala wî li ser piştê, şiva hêzran di dest de, çavê wî nepixandî, kenekî bi qafî li ser çavan, hîna nuh hat şuînê. “Serê we sax bi.” got. Ji ber ko Meyremê bi hesreta salan digirîya deng ne çû kesî. Weke yên dûre hatin ew jî vegerîya malê.
Roj qwasî bejna merivekî bilind bû, Elik, lawê Hecî Cengo, merivekî qafîkar tê naskirin, herdem pesnê xwe dide, tiştekî weha jê hêvî nayê kirin ji bo navê dengê dinyê û bi pozbilindî pîkaba xweyî Nîssan anî ber mala E. Derma sekinand. Remo û Ferdil, ji mecbûrî û bê alîkarî, meytê kalê xwe hilgirt li pîkabê kirin, di nav xerîbîyekê de, dil bi hezîn û poşmanîyeke şûna kalo da xwe nû der tîne, û bi “xwezîyeke” nû, li pêşîyê Mele rêya gorîstanê girtin.
Hundirê gora wî ji kevirê di bin da hatibû kolan spî dikir, digel kolana wê pir zehmet û pirsgirêk ji wan ra teşkîl kiribû, lê kî dizane belkî êdî li ber gora pîreka xwe ew ê biraza û dest di desta da, rojên hesret û bîrkirinê şûn da bihîştana, li cîhanek spî-boz şiyar bibana. Ne ti merasîmek ne jî yasîn û dua cîh girtin. Weke qewimîyek pir tebîî meyt danîn ser gora binî taht û hinek pûşê ji nav pirêzan hatibû anîn li ser kefen bê nîzam belav kirin, talîyê têra wî ax bi bêran bera ser dan, du kuç çikilandin li her du guçên gorê. Bi fatîheyekê wezîfa xwe qedandibû(!) Seyda.
Di bîra min de azayên berê vejîyan, yên odê wan ji mêvanan xalî nedibûn, nan û av qîmî wan nedibûn. Herwekî, di çîroka Kêzê (Kêz Xatunê) de, odeka Mam Evdel û şênaya wê ji zaroktî da di hişê min de baş cîh girti bû. Wek zaroktîya min ba, minê bigota qey Gurê Manco hatîye. Ne hewce bû ez mûqeyese bikim. Jixwe, min azayên li gund û veya li himber hev xîst. Ne Mele, ne rîspî bêyî çend nas û dostên ji gundên li dor.
Li pê E. Derma, yên ko ber wî ketibûn li ser gorîstanê, dengê Meyremê tevî bayê siba germa havînê dibû û diket guhê rî-spî û zengînên gund; “Yabo! Mirina te ne zor i, lê xerîbî zor i!” “Mezelê xerîba kes nakoli, xatirê feqîra tune yi.”