20ê adarê 1770ê li Lauffen am Neckar çêbûye,
7ê hizêranê 1843an li Tübingen miriye.
Du salan piştî ko wî dev ji evîndara xwe a xortaniyê Louise Nast berda, ew a ko keçapa dostê wî Immanuel Nast bû, Hölderlin ji diya xwe re nivîsî: »Divê ji we re bibêjim ko ji zû ve di hişê min de ye, ticarî jinê naynim.»
Wî ew biryara xwe bire serî. Erê wî bi xurtayî ji Susette jina bankvan Gontard hez kir, dema wî li nik wan wek mamosteyê malê kar dikir- lê tevî vê jî di navbera wan de ti zewac çênebû. 1798an, du salan piştî pêwendiyên herduyan ên evînî, wexta ko nûçeyên vê evîntêkiliya veşartî gihan guhên mêrê jinikê, ji nivkê ve Susette ferman lê kir “ ko zû ew xwe bide alî”. Hölderlin ji Frankfurtê barkir, lê bi Susette re bi riya nameyan ve ma girêdayî. Susette sîhûpêncsalî mir, çar salan, berî ko Hölderlin ji ber windabûn û tevheviyeke giyanî têkeve nexweşxaneyekê li Tübingenê . Di Hyperion de ew wek Diotima nemir û timzindî kir.
Ji Louise Nast re
Tübingen, kanûna paşîn 1789
Nameyek ji Te bû, rihê şêrîn! Xwezî Te ez dîtibama, bê min çawa hêsirên kêfa herî xweş dibarandin li ser vê nîşana nû ya evîna Te ya ko nayê gotin, bê çiqa ew şêrîn û bextewerker e, bê min çiqasî bi hêjahiya Te li ba xwe hestkir, bê çiqasî rojên min ji nû ve wilo zelal, wilo hêdî diherikin. O keçikê! Di cihêbûnê jî de evîna Te giyanxweşî ye, ev bêrîkirin jî ji xortê Te re şêrîn e- ji lewre her bîskek ji min re dibêje, ko Tu jî wilo bêriya min dikî, ko ji Te re jî ev salên gelek giran in mîna ji min re. Û tenê hew yazdeh heftî mane ta cejna Ostern, ey evînê? Erê ew pê tê kenîn, tenê hew yazdeh heftî- lê belê em dixwazin wilo dilê xwe xweş bikin- û wê çaxê- O Louise! Louise! Wê çaxê- nikarim bi lêv bikim wê giyanxweşiyê hemûyî a ko di hembêza Te de li hêviya min e- tîp tenê bes tîp e, û lewra jî dê bihêlim Tu pê hest bikî, bê çawa ev bendeman û hêvî dihêle dilê min bilind bibe. Û hîn têne bîra Te gotinên me ên xweş di dîtina me a dawî de? Ew li ba Te kûr di giyan de çûne? O Louise! Ew ramana min ya herdemî ne di tenêbûnê de, mijûliya min ya tenha ne, di demjimêrên taybet de yên ji Te re ne.
O û xewna Te?- ey keçika xweşik, a şêrîn, çawa ko ez wilo bikêf im? Ezê çiqasî pirrtir bextxweş bama, heke min karîba di hembêza te de dilê xwe tev, ê bi kêfê tije birijanda. Ew bi min xweş e, dema diramim, bê çawa min pirr caran wilo bi bêhnfirehî û sebr lê tije bi bêrîkirineke kûr li wî cihê biçûk bendemana Te dikir, ta min buhayê û hêjayê li ber pencerê didît, û çawa ez sihir dikirim ramana, ko Tu li ti tiştî li vê cîhana fireh û xweş nanerî ji Hölderlinê Xwe pêve, ko ez bitenê di sînga Te de dijîm- Louise! Louise! Û dema min te didît Tu ji mala Xwe derdiketî û li xaçirêkê dimeşiyayî- hertişt hîn ji min re jîndar e- ew meşa şahane a xweşik, ew çavê spehî li aliyê min dinerî- û hêvî û libendemana demjimêra şekirîn ya li ser riwê te eşkere bû- û çawa erdê û ezman em biçûk û winda dikirin, di bêdengiyê û sorahiya roava de !…
Xweş razê, keçika şêrîn ! Ji min hez bike, wek heta niha. Ez ebedî me.