Gul bê –çima- ye
Ew sorvedibe, ji lewre ew sorvedibe.
Ew hayê wê ji wê tinneye,
Napirse, heke kesek wê dibîne.
Angelus Silesius
Di ruhniya baweriyê de ez bihêz im,
Tenik û serhişk im.
Katharina von Siena
Gotinên min tev û kirinên min di destê Xwedê de ne.
Ez xwe dispêrim wî bitenê.
Johanna von Oleans
Rok neçûyeava,
heger kwîr wê nabînin.
Birgitta von Schweden
Divêt em netekûzî û nepêrfêktbûnên xwe
Bipejirînin û ji wan hezbikin.
Terese von Lisieux
Wilo bû, wek ko ezman
Erd hêdî maçîkiribû,
Û ew tenê di ronahiya kulîkan de
Jê re mabû pê xewnan bibîne.
Ba di nav zeviyan re diçû,
gulgeniman nerm xwe dihejandin,
dehlan hêdî xişxişdikirin,
wilo şev stêrkzelal bû.
Û rihê min fireh û dûr
Baskên xwe vekirin.
li erda bêdeng tevî firiya,
te digot ew bi ber malê de difire.
Joseph von Eichendorff
Di dilê min de raman tev
Li dora te digerin
Tu dilê min î, bextê min î,
Tu fikra min î, giyanê min î,
Tu rêtmosa bêhna min î,
Tu ji min re girêka dil î.
El-Hellac
Şevê tevî min xewn dît,
Ko tu biroj têyî cem min,
Û biroj tevî min hêvîkir,
Ko tu bişev bêyî xewna min !
Heyder Kalîxa (1569an miriye)
Baweriyê bi nemanê bîne, heke
Tu bixwazî rastiya xwe peydabikî:
Çirisîna stêrka bext ji takê pûş re
Ji gurîna agirê tenûrê dertêt.
Xalib
Ko te lingê xwe xiste gulistana vê cîhanê,
îca rûnê, wek çawa gulsor dike,
lêvbiken jî li nêzîk strî!
Heyder Elî Ateş
Labîrênt carcaran, ew parêziya sihrane a xaleke
Navendî ye.
Mircea Eliade
Ma tu dizanî
Ka bê çi li dûrahiya dûrane
Alîkarîdar
Û amade bo piştgiriyê
Li bendî te û xebata te ye!
Karl Foester
Di labîrêntê de mirov xwe windanake.
Di labîrêntê de mirov xwe dibîne.
Di labîrêntê de mirov pêrgî Minotaurus nabe.
Di labîrêntê de mirov pêrgî xwe bixwe dibe.
Hermann Kern
Here, hertiştî bifiroşe, hertiştê te yê heye,
û bide belengazan,
wilo tu dê cewherekê li ezman bidestxî,
û were bidedû min!
Peymana nû
“Li gulbexçê ezman periyek ştexilî:
Ticarî min tiştê ko li rexê dî ye, nasnekir,
Ev çi ne: roj û şev, sibeh û êvar ?
Çêbûn û mirin, hişê min van tiştan nasnake”.
Ew bû bêhneke xweş, li ser şaxê gulan bû bişkojek-
Wilo ewê lingê xwe xiste vê erdê.
Wê çavê xwe vekir, bû bûkeke gulan, keniya,
Bû gulek- pel bi pel weşiya li ser qûmê,
û ji ya herî nazik, ya hildiweşiya
ahîneke bitenê ma- mirov navê xweşbêhnê lêkir.
Mihemed Iqbal
Li ser gulan û gulistanê
Ştexaliyeke ji aliyê min ve hat gotin- û
Di wê bîskê de gulrûyê
Tepeke li devê min xist.
Rumî
Minotauros:
yekî gunehkar ê negunehkar;
û lewra jî labîrênt
ji zindanekê zêdetir e-
ew nayêfêmkirinek e.
Friedrich Dürrenmat
To walk a sacred path is to know
And trust that there is guidance to help
Us live our lives on this planet
Lauren Artress
Ko mirov bide ser rêyeke pîroz ew e ko nasbike
Û baweriyê bîne ko rêberî heye da alî me bike
Em jiyanên xwe bijîn li ser vê erdê.
Lauren Artress
Warê ko mirov lê dengine serxuristî dibihîze.
Gotineke li ser labîrêntê
Di lihevcivînê de hertiştên yekta
Ên cîhanê yek in
Lewra pelên gulê giş bi hev re
yekê pêktînin.
Dilekî sedbare çiriyayî,
Ev e gula kenok-
Ji ber kêf û êş li cîhanê
Bi hev re bi awayê cêwî-bitenê
Girêdayî ne.
Wek hev in bi şikl û bejna xwe
Şahî û keserkêşî: Gul-
Navê wê bike dilê vekirî
Navê wê bike dilê şkestî.
Xoce Mîr Dard