Ji bo her Kurdekî / -ê, li ku dibe bila bibe, baweriya siyasî li nik wî / wê çi dibe bila bibe erkekî wûjdanî, neteweyî, lê ber her tiştî mirovahî, ye ku li gor taqet û pêkaniya xwe piştgiriya parastina pêşveçûn û mafên li başûrê Kurdistanê hatinî bidestxistin bike; ne ji bo xatirê PDK, ne ji bo xatirê YNK, lê ji bo xatirê mirovahiyê, rastiyê, û ber her tiştî ji bo xatirê xwîna hatî rijandin, êşa hatî xwarin, ezyetê hatî kişandin, û ji bo xatirê navê kurdî û paşeroja neteweya kurd.
Heke îcar jî xwedê neke û bêtarek bi serê başûrê Kurdistanê de bihêt, rewşeke wisa dê nema di nav 5, 10, yan 15... salan de bikaribe bihête bidestxistin. Ziyaneke mezin ê ne tenê li Kurdên başûr, lê li tevahiya Kurdan bibêt.
Berpirsiyarên herdu rêxistinên başûr di derbarê pirsa lêdana recîma îraqî de ta nuha, bi dîtina min, di rêya durist de ne û wisa diyar e ku ew ji şaştiyên salên par fêrî dersan bûne. Em hêvî bikin, û têbikoşin, ku ew ji rêya rast neçin de; em omêdwar bin ku wan xwe ji bo rojên dijwar û guhertinên nişkavî amade kiribin.
Başûrê Kurdistanê di van rojan de bûye wek giravekê ku çaverê dihêt kirin têkeve nav firtineyeke ku kesek nedizane dê çawa bi dawî bihêt. Reşebayek li aso xewan e û divêt Kurd xwe bo gihîştina wê amade bikin! Komên îslamî yên rêhişk, komên kurdî yên li gel PDK û YNK ne dilsoz û aliyên ku min dil niye li vir bi nav bikim divêt bizanibin, heke ew di dema hatina wê firteneyê de bi şêweyeke rasterast, yan nerasterast, di dest çi aliyên li dij berjewendiyên neteweya kurdî de bibin tevşo, dîrok ê wan çi caran nebexşîne. Her Kurdê xwedan qîret û wûjdan divêt her tiştê ji dest dihêt bike ku van şêwe koman ji kiryarên nedurist yên bo amancên nêzikbînî, ne dûrbînî, bi dûr xe.
Milletê kurd milltekî wisa ye ku dikare li gor dem û dewranê xwe bide guhertin, heke fersend bi dest kevin. Fersendeke wisa li başûr bi rê ketiye. Bila em agirê finda wê fersendê zindî bihêlin, heke ne ji bo xatirê hestên neteweyî bêt, bila ji bo xatirê mirovahiyê bêt.
Em ji kûraniya dilî hêvî bikin ku reşeba ji başûr dûr bimîne, lê çawa be jî girtina tevdêran zor grîng e.