Listikên mezin li ser gelê Kurd û pêşeroja Kurdan tên listinê, lê mixabin Kurd bixwe hay ji van listik û dek û dalabên genî tune!.. tune!.. ji ber ku binavê Kurda û bi destê Kurdan tên kirinê. Her carê PKK bona serê Apociyan gêj bike û hedefa Apociyan ya esasi bi de wendakirin û Apoci nikaribe bi rihtî bifikire, carê li defa kampanyaki bêesl û bêesas dixe. Osman Öcaln carna herbê îlan dike û carnan jî gulê demokirasiyê belav dike û apoci jî nizane ew çi dixwazin!..
Dewleta tirk ji bona tikeve yekîtîya Ewrupa, Xwedêgiravî hin guherîn di qanunê komara leşkerîya tirk de çêkirin û eva hana jî weki reformek mezin da nişandanê, danişandan!..ê lê bixwejî ji xwe bawernekirin. Em vê yekê ji dewleta tirk re gelekî ecêb nabinin, ji ber ku ew guherinên bi navê reformê, ji dewleta tirk re derewa heri piçûk e. Lê ya herî eceb ewe ku ew hêza binavê Kurdan tevdigere û xwe demekî birpisyarê herçar perçê Kurdistanê diditin, li defa hewarê xistin û gotin: ev inqilabek mezine.. haylo hewar!… komara demokiratik saz bû!…û demokirasî hate Tirkiyê.
Tew hinek kurumên bi wê hêzê ve girê dayîbun weki KNK û hinekê din, gotin: ev xebata serok ya sê salane û bi awaki vekirî heqaretek mezin li şehêdan, li malbatên wan, li wan kesên ku hemi hebuna xwe û malên xwe dabun, gundê şewutin û kesên kocber bubun kirin!.. kirin!.. lê tu rewsenbîrî ev yeka ha negirt qelemê û negotin: başe heger ev xebata Apo ya sê salabe, ka xabata 100 hezar ensanin? Ka berhema xwina 30 hezar şehidi? Yê ceb eve! Gelo çima kesî pirs nekirin? Ez jî nizanim!…
Piştî rakirina hukmê êxdamê li tirkiye, Evdilah demec da û got: min zanibû ez nayêm xeniqandinê!.. weki merivek bawerneke ji darda kirinê xilasbe, lê dema xilasbû jî xew wek niv qehreman nîşan dide. Bi gorî baweriya min ev ne raste, hegr rastba, çima hetanî niha qet wî camêr demec nedida? Heger rastba çim her tişt bijîyana Evdilah ve hate girêdan?.. heger rastba çima Evdilah hê di teyarê de bû got: firsendê bide min da ez di baqiya emrê xwe yê mayê de, ji deleta tirk re xizmetê bikm?… heger zanibe çima ala tirk ya bi xwina kurdan sor bûbû maçkir?.. çima ji dayêkê leşkerê tirkan lêborina xwe xwest?… cima?… cima?… cima?…
Na ! Heger Apo zanibû wî naxeniqine, wê demê rewşe bi awakî dine, îjar Apo divi hevkarê dewleta tirke û emrê serleşkeriya tirk yeko yek pêktine!.. dema em van rexna dikin bona çi miridên Apo me tehdit dikin? ma hun difikirin bitehdit û zirtan hevkariya xwe bi dewleta tirk re veşrin?… Gelo ji dest pêka sazkirina PKKê heta roja îro, karên PKKê heta çi dereceyê li gor berjewendîyê kurdan buyte? Eger em bêjin li gorî berjewendîyê Kurdan bûye, lê ev rewşa PKKê ya iro têde çîye?
Dema Apo hate girtinê, Med. TV bûbû wek bîroya parezerên dewleta Yunan. Hinek Rtewsenbîr di medya TV de digotin: eman ha!.. aman!.. dijatî dewleta yunan nekin!.. gelê Yunan dostê meye, lê yê bi me re xîyanet kiriye hukumeta serok Wwezîr (Kostas Simitis- ) û wezirê karê derve (Pangalos- ) e. Her di wê salê de li Yunanistan hilbijartina giştî çêbû vêcarê partiya Simitis ji % 55 zêdetir deng birin û bûn ixtidar. Di 13 meha cotmehê-ekim de Apo demecek da rojnama Özgûr Politikayê û dibêje dewleta yunun dixwest gelê Kurd û Tirk bi hevdu bidin qirkirin û PKK kiribun wek çete!… başe!.. ka dewleta yunan dost bu?.. ka dewleta yunan ji bona azadiya kurdistanê bi hemî imkanê xwe alikariya Kurdan dikir? ka.?.. ka?..ka?…
Berê Apo were girtinê, ji dijmin zêdetir PKKê şerê kurdan dikir, bi hemi hêzên kurdan re şerkiriye. Bi hinek daxwazên nedicihde wekî Kurdistana mezin, doza kurd ya herî realist û aktuel bi daxwazin bêesa dan temirindinê. Şivanên li serê çîyan jî dizanîbûn ku kurdistana mezin bona kurdan felaketek mezine û ne mimkune, lê ev daxwaza han bi zanîn hate kirinê. Piştî apo hate girtin îjar bona ku Kurd ji mesala xwe ya heri realist dur bikeve bi destê serleşkeriya tirk pîlanê Komara Demokirat hate avîtinê û Apo ji hemî bir û bawerê xweyê bêesl û bêesas daket ser pîlanê dewleta nedîyar. Piştî demeki perwerda bizimanê dayîkê ijar berê Kurdan da zemîneki ne zexim û gelekî xwendekar ji dibistana hatin avêtin û ceza girtin ketin hebsa, vêcarê Apo rabû got: bila kes bona zimanê dakyîkê dewletê aciz neke!…
Dema hilbijartinê li Tirkiyê dest pêkir, îjar Apo got: pêwîst nine HADEP têkeve hilbijartinan! bila here bi hin kesin tirk ku di kolanên Tirkiyê de riziyane, bêhin û pixar ketine waa û marijinal in tu potansiyela wan tune, wek Mihri belê û du sê kesin din ku ne eslin wan û ne jî nesla wan belî ne, bila HADEP bi wana re yekitiyê çêke!... bila bi kurdan re çêneke!.. DEHAP û PKKê baş dizanîbun bendê ji %10 derbaz nakin û nakevin Miclisa Tirk, lê digel vîya jî nehîştin Namzetên ser bixwe têkevîn hilbijartinê û ev çarcare PKK dengê Kurdan dike torbê xelkê û dişîne meclisa tirk.
Li Tirkiyê hin şirketan Anket çêkirin, lê netîca Anketan ji raya giştî re nedihate weşandinê, ji ber ku qedexebû. Hemî partiyan netîca wan Ankêtan dikirin ku bi zanbe ke ji % cen deng tînin û hemi partîyan dizanîbûn bendê ji % 10 derbaz dikin yan na. Her wusan DEHPê ji bas dizanibu ku benda ji % 10 an derbaz neke û nakevin Melisê, digel vî yaka jî qire qîra rêvebirên DEHPê û KADKê bun digotin pirobleme me ya benda barajê tune!.. tune!.. ji ber ku bizanin digotin: tune, ji bo ku Namzetên ser bixwe nekeve Meclisê tirk.
Bona ku Kurd netica neserkeftina hilbijartine guftûgo nekin, îjar kampanyaki din avêtin ortê. Vê carê Apo nikare Abukatên xwe bibîne!… Di Medya TV û demûdesgehên PKK li defa hewrê xistin û rê li pêşîya Apociyan wenda kirin ku ji hedefa xwe ya esasî durkevin û serê wan gijbin û nikaribin bi riheti li neticê hilbijartine bifikirin. Apo ji dibêje; komlaya navnetewîye li diji min bikartinin ku nahêlin ez Abukateên xwe bibinim!.. Hemi listikin!.. dek û dolabin!.. li ser kurdan tên listinê!.. tên listinê û bi destên Kurdan û bi navê kurdan tên kirin!..