Hilbijartinên Tirkiya qediyan û diyar bû ku hilbijarvanên komara Tirkiyayê sendoqên hilbijartinê kirin bihaneya guhertina qada siyasî ya kilasîk a ku berpirsiyariya wan astengên aborî,civakî û siyasî çêdibûn. Lewma hilbijarvanê zêdeyî 53% ji raya xwe dabû herdû partiyên biserketin.
Û goriya vê encama AK partî biserket û 363 nûnerên wê derbasî perlemantoyê bûn. U pê re jî partiya CHP ê 178 nûner bi dest xist û 9 kesê serbixwe jî derbasî parlemanê bûn . di derbarê vê yekê de jî, pêwîste mirov bêje ku heta nûha sê serokên partiyên têkçûyî ragihandin ku wê kenargêriyê ji serokatiya partiyên xwe bikin û wê destê xwe jê bikşînin. ji xwe helwesteke normale ku çi kesê bîrwer û demoqratbe di rahatinên bi vî awayî de, gava di xebateke demoqrat de û bi encama raya gel sernekeve ciyê xwe dihêle ji bilî xwe re . û ev helwesta demoqrasiyê di Tirkiyayê de ne tenê ji aliyê rastgîran ve hate standin, lê belê ji aliyê hêzên nijadperestan ve jî hate pejirandin û serokê partiya MHPê xwe ji serokatiyê vekişand, ev helwest ji layê partiyên têkçûyî tevan hate ragihandin bilî çepgiran !.
Tiştê ku ez dixwazim li ser rawestim di hilbijartina perlemantoya Tirkiyayê de, ew e beşdariya DEHAPê û encamên bidestxist bi xwe ne. Nemaze di herêmên kurdî de an jî li bajarên ku kurd tê de pir cî û war bûne. Ji xwe hin tîbîniyên giring hene li ser vê beşdariyê û wê sûde girtina jê çi be.
- DEHAPê li tevaya Tirkya 6,23% ji rayan wergirt û di herêmên kurdî de (hin ji wan !) li dor 39% wergirt ! ev encam diyar dikin ku 60% ji gelê kurd ne bi DEHAPê re ye! Ango xebat û çalakiyên DEHAPê di herêmên kurdî de nekarîbûn piraniya rayên gelê kurd li derdora xwe bicivîne ! Vajî wisa kêmasiyên DEHAP hiştin ku du parên rayan jê dûrkevin! Helbet tu partî tuneye ku bikaribe rayan tev bi dest bixe, bilî li ser kaxez û telefizyonên rejîmên dektator û miqedesbûna serokên tenahiyê, ne di leyistika demoqrasiyê de. Lê pîvana gelêriya çi partiyê ye gava 51% ji rayan li tenişt bername û nûnerên wê di hilbijartinan de bisekinin! Belkî yek bibêje de vaye AK partî tenê 34% ji rayan civand, ji xwe gotin weke ramaneke xav raste, lê belê bazdaneke ji helkewtê ye û belakirina sûca ye ji bo bêsûciya bîrweriya tenahiyê bête xûyakirin! Ji ber AK partî ne tenêye di civata Tirkyayê de, lê DEHAPê di rahatin û propoganda xwe de, bi tenahî di civata kurdî de xwe dide nîşan! Ne tenê wisa jî napejirîne tu kesê din jî hebe ! Belkî jî yek bibêje de vaye rayên DEHAP di vê hilbijartinê de zêdeyî ya berê ne, ew jî gotineke pê berpirsiyarî ye ji ber di herêmên kurdî de hijmara rayan kêm bûye û ev nîşana ku berpirsên DEHAPê tu sûdeyê ji serpêhatiya berê nedîtine û her dibêjin "êzingê me " ! .
- Neh kesên serbixwe biserketin, tev ku ez wan nasnakim, tenê yek ji wan serokê êleke kurdî ye ! Ango ev bûyer ji min re diyar dike ku rayên serokê wê êlê di wê herêma kurdî de, pêtirbûn ji rayên nûnerê DEHAPê ! Ev jî diyaroka bijartina nûneran tîne holê, yên DEHAP ew pêşkêş kirine, bila ew kes li min biborin ji ber ez wan nasnakim, lê belê wêneyên wan ramaneke li cem min avakirin, ew jî piraniya wan bê rolên civakî ne, ji xwe civata me bi hewceye ku mirov kesê xwedî rol û bengeheke civakî û zaniestî bin, heta ku karibin rayan bicivînin. Helbet nûnerê ku jina wî pê ne bawer rayan nine !
- Diyar bû di şeva ragihandina encaman û di bernameyeke telefizyonî çûn û hatin tev dihate kirin ku têkçûn bibe serkeftin! Ne tenê wisa jî lê belê dixwestim ku em mejiyê xwe yê mirovantiyê bavêjin û ji wan bawer bikin û halan û sirûdan ji kesê sûcdar re li darxin! Xwezî ev tenê ba jî lê mirovê ew bername pêşkêş dikir, zimanê kurdî herifand û pelçiqand û li bin guhê zemînê jî xist ! Ango ne tenê têkçûna hilbijartinê bû, têkçûna ziman jî bi saya tengbaweran çû !!
- Heta nuha sê berpirsên partiyên Tirkan ragihandin ku wê dev ji serokatiya partiyên xwe berdin! Gelo wê berpirsên DEHAPê kîjan pêvajoyê hilbijêrin ! Gelo ya kesê bîrwer û ji lîstika demoqrasiyê fêm dikin û dizanin ku çi têkçûn ew para berpirsiyariyê hildigrin û weke mirovan li ber disekinin û xwe didin aliyekî ji bo rê ji nifşeke nû ji berpirsiyaran re vebe, helbet ev helwest ya kesê demoqrat û azad e, di nerîn û rahatinên xwe de ! Pêvajoya dûyem jî, ya ku tim têkçûn dikin serkeftin û li pişta kêşa netewa xwe siwar dibin weke bîrweriyeke diktator e, ji xwe mînak jî di rojhilata navîn de pir in!
- Partiyên Tirkan yên kilasîk baca demoqrasiyê dan û serokên wan ji jiyana siyasî derketin, heke ev yek bête pejirandin ji layê sazûmana leşkeran wê bibe bingehek rast di rahatina demoqrasiya Tirkiyayê de! Ji aliyê kurdî de jî ma gelo wê DEHAP baca demoqrasiyê bikaribe bide ! Li gor rayên gelê kurd yên bi lêkeriya xwe yî hilbijartinê ku ji rahatinên DEHAPê re gotin na! Pirseke, pêşeroj wê bersiva wê bide!!.
____________________
5/11/2002
Meşal Temo nivîskarek e kurd e, endamê Komîteya Vejandina Civata Sivîl li Sûriyê ye. Birêz Temo li Qamişloyê dijî.