Di sala 2002an de, li Tirkiyê gelek romanên hêja yên nû hatin weşandin. Romanên nivîskarên navdar, heryek çar sed, pênç sed rûpel in. Romanên Yaşar Kemal, Ahmed Altan, Orhan Pamuk, Ahmet Umît û Murathan Mungan kêmê çar sed, pênç sed rûpelan nîn in. Romanên van nivîskaran herçiqas qalind bin jî ji alî xwendevanan ve têne kirîn û xwendin.
Min di van demên dawîn de romana Yaşar Kemal a bi navê “Cihê ku gêrik av dixwe”, a Ahmed Altan “Di rojên evînê de serhildan”, a Ahmed Umîd “kukla” , a Orhan Pamuk “Berf” û ya Murathan Mungan “Pehniyên bilind” xwend. Hemû jî, her yek ji çarsed rûpelan zêdetir bûn. Niha jî di destê min de romana Osman Aysu a bi navê “Nivîskar û Evîna Wî” heye, ez dixwînim. Ev roman jî 444 rûpel e.
Di nav romanên kurdî de, romanên çarsed, pênç sed rûpel tunin. Dema min romanên nivîskarên ku li jor min bi nav kir didît û dixwend, min ji xwe re digot “xweziya romaneke kurdî jî a çarsed, pênçsed rûpel hebana.” Lê, paşê ez difikirîm û dîsa min ji xwe re digot “Heger romaneke kurdî a çarsed, pênçsed rûpel hebe, dê kî bixwîne.”
Xeyala romanên qalind ji zûve di heşê min de bû. Min wek armanc dabû pêşiya xwe ku, ez jî romaneke çarsed, pênçsed rûpel binivîsim. Ez ê bikaribuma an nikaribuma binivîsim? Diyar nebû. divê min biceribandana.
Ji bo ez xeyala xwe ya nivîsîna romaneke qalind pêk bînim, min dest pê kir û nivîsî. Min ji zûve dest bi nivîsîna romana qalind kiribû. Min di nivîsîna xwe de metoda nivîsîna “rêze roman” pêk anî. Ji vê şêweya romanê re bi tirkî “nehîr roman” dibêjin.
Min rêze romanên xwe kir sê pirtûk, anku sê cîld. Hemû li ser hev heştsed rûpel in. Heger ez heştsed rûpel wek yek pirtûkek biweşînim, dê kesek nekire û nexwîne. Loma jî min kir sê pirtûk. Her pirtûkek nêzîkê sêsed rûpelan in.
Pirtûkên min ên berê, heryek di navbera sed û dused rûpelan de ne. xwendevanên min fêrê xwendina pirtûkên min ên zirav bune. Heger ez di carek de bi pirtûkek sêsed, çarsed rûpel derkevim pêşberê wan, gelo dê çi reaksiyon nîşan bidin? Dê bixwînin yan bibêjin ev pirtûk qalind e, ez nikarim bixwînim.
Ez di nav hizra tevlihevîyekî weha de diramîyam. Min hêj pirtûka xwe ya qalind nedabû çapê. Ez du dil bûm. Gelo vê pirtûka xwe ya qalind niha bidim çapê û biweşînim, yan hinek bihêlim, paşê biweşînim.
min ji zûve pirtûka xwe ya bi navê “Rojnamevan” dabû weşanxanê. Pirtûk li ber çapê bû. Di nav vê salê (2002) de li Stenbolê derket. Pirtûk 112 rûpel bû. Piştê ku pirtûk derket, li Stenbolê, Îzmîrê, Mêrsînê û li Diyarbekir gelek hate firotin. li ser pirtûkê çend nivîsên danasînê jî di kovarên kurdî de derketin.
Pisporekî(!) kurd ku bi dezgeha fermî a çandî ya dewleta Swêdê re kar dike, bi îngilîzî nivîsek (raporek) li ser vê pirtûka min nivîsî û ji bo ku pirtûkê nebaş bide nîşandan ji hezar kanîyan av hanî. (Ev lektorên -pisporên(!) - kurd wisan hesûd û dilreşin, wisa bêbext û qeleş in ku.... Ez ê carek nivîsek li ser hesûdî, bêbextî û dilreşîya wan binivîsim. Lê, ne niha. Dê dem û wexta wê jî bê. Ez hemû raporên wan ên îxbariyê li cem xwe dicivînim. Min rapora bi îngîlîzî jî da wergerandinê. Kurdîya raporê li cem min e.)
Pisporê(!) hesûd di rapora xwe de dibêje ku “Mijara ku nivîskar girtiye destê xwe, di sed rûpelan de nayê qalkirin.” Û pispor ne dîrek, îndîrek xwestiye bide ravekirin ku romaneke sed rûpel nabe. Min ji xwe re got “Gelek roman hene ku sed rûpel in. Bi taybetî jî romanên nûjen yên nivîskarên ewropiyan di nabeyna sed û sedûbîst rûpelan de ne. Xuyaye di serê pisporê(!) kurd de şiklê ku cih girtiye, divê roman qalind be. Bi kêmanî çarsed, pênçsed rûpel be. Nexwe heger weha nebe, nabe roman. Yan jî ew ji romanên qalind hez dike.”
Pisporê(!) kurd jî têde, gelek xwendevanên edebiyathez ku ji xwendina romanan hez dikin, miheqeq gelek romanên klasîk xwendine. Romanên klasîk jî gelek qalind in. Romanên Tolstoy, Hugo, Balzac, Zola, Dostoyevskî, heryek çarsed, pênçsed rûpel in. Dema mirov romanên pirrûpel wek pîvan bigre, romanên sedrûpel di çavên mirov de nabin roman.
Helbet nirxandineke weha nirxandineke nerast e. Pîvana romanê di rûpelên wê de nîn in. Divê pispor(!) û xwendevanên kurd romanan li gor rûpelan nenirxînin.
Min di pirtûka xwe ya bi navê “Bandora Edebiyatê” de -ku wek diyarî di nav weşanên kovara MEHNAMEyê de derketibû- teoriya edebiyatê, bandora edebiyatê ya li ser civakê, roman çi ye? Çend şêweyên romanan hene? Û herweha gelek tiştên din nivîsîbû. Di derbarê romanê de dîtinên min di wê pirtûka min de heye û loma jî ez naxwazim wan dîtinên xwe carek din dubare bikim.