MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 35, berfanbar 2002

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Nirxandin

Şahînê Bekirê Soreklî: Rola medyayê
Meşal Temo: Baca demokrasiyê û pejirandin sûcan!
Lokman Polat: Divê îstîfa bikin
Dilbirîn: Apo û piştî girtina wî
Lokman Polat: Helbest hunera ziman e
Romanên qalind


ROLA MÎDYA BI GIŞTÎ Û KURTENERÎNEK LI MÎDYAYA KURDÎ

Şahînê Bekirê Soreklî: [email protected]

Rola Mîdya bi Giştî.

Mîdya xwediya roleke mezin e di nav civatan de. Bi kurtî mirov dikare bibêje ku yekem wezîfeya mîdya ragîhandin û agahdarkirina xelkê ye. Bêyî guman kesên îdyalîst ji mîdya hêvî dikin ku ragîhandina rastiyê ji xwe re bike amanc. Hinên din wê yekê jê hêvî dikin ku di pêşvebirina prensîpên mirovahî de roleke mezin bilieyize. Li gel ku mîdyayê di dîroka mirovan de roleke erênî û yeke pêşvexistina ramanên çak hebûye jî, ew her weha bo belavkirina ramanên neçak û bo propagandaya corbicor hatiye bikarhanîn. Wek nimûne, recîma nazî ya bi seroktiya Hitler, ya stalînî bi seroktiya Stalîn û rêxistinên rêhişk û tirskar, ji yên siyasî bigir ta yên olî her weha mîdya bo qezencên xwe bi kar hanîne û bi encamê ziyan gîhandine berjewendiya giştî ya mirovane.

Di nav 20 salên borîn de rola mîdya bi şêweyeke gellekî mezin, ne tenê hat guhertin, lê her weha berfirehtir bû. Li dû dawîhatina Yeketiya Sovyêtî û şerê sar gellek amanc û encamên xwe bi mîdya û rola wê ve girêdidin hatin guhertin. Li milê din, bi encama bikarhanîna satelîtan, teknolojiya nûjen û înternêtê, ne tenê organên bo ragîhandinê zêde bûn, lê her weha naveroka wan firehtir û kûrtir bû. Mîdyaya elektronî şoreşeke ragîhandinê li tevahiya cîhanê bi rêxist, sînor hilweşandin û xwe bi wêne, deng û nivîs ji aliyekî cîhanê gîhand yên din. Di eynî demê de va yeka bû egera guhertineke mezin di warê pêşvexistin û rengînkirina naveroka weşanên giştî de, tevî ku radeya vê guhertin û rengînkirinê li hemî welatan ne eynî rade ye. Di nav 20 salên borîn de mîdyaya dengî-wêneyî û ya înternêtî daniştvanên cîhanê bêtir ber bi hev hanîn. Di wê demê de ku vê guhetinê sûdeke mezin di derbarê zûragîhandinê, agahdarkirinê û cîhanîkirinê de bi xwe re hanî, ew her weha bû xwediya gellek aliyên nerênî jî. Wek nimûne, ziman û toreyên hin neteweyên bçûk ketin tehlûkeya nemanê, dezgehên dewlemend û xwedan derfetên mezin siya xwe avêtin ser yên biçûk û hejar, gellek rojname û kovarên ku naveroka wan bi kalîte bû lê xwendevanên wan her kêm bûn ji holê rabûn.

Li welatên di warê aborî û karbidestiya demokratî de pêş ve çûnî mîdyaya îroj xwedan asoyeke gellekî fireh e. Ji aliyekî ve ew rojnameyan, kovaran dezgehên radyo, yên televizyonê û ragîhandina înternêtî bi kar dihîne û ji aliyê din ve ew xwe têkiliye gellek aliyên jiyanê û cîhanê dike. Daniştvanên van welatan nema tenê li benda bihîstina nûçeyên di derbarê siyasetê û bûyerên qewimî de ne. Ew meraq dikin di derbarê hemî aliyên xwe bi jiyanê, zanyariyê û gerdûnê ve peywendîgir dikin agahiyan bi dest xin. Ji ber ku êdî bi sedan rojname, kovar û dezgehên elektronî bo wan, yan bo balkişandina wan, di kar de ne, ew dikarin ji nav wan yên bo xwe balkêş bibijêrin. Ji lewre xwediyên weşanan û dezgehan jî neçar in naverok û kalîteya weşanên xwe rengîntir û dewlemendtir bikin, bi hêviya ku bêtir xwendevanan yan temaşevanan bi dest xin. Divêt li vir bihête gotin ku rengînbûn û dewlemendbûna naverok û berheman wê yekê misoger nakin ku kalîte û sûda wan bêguman bi tevahî baş bin. Bo gellek weşanxane û dezgehên ragîhandinê ya grîng ne kalîte û sûd, lê balkişandina hejmara herî bilind ji kesan e. Bi kêmasî bo beşekî ji mîdyaya welatên pêşkeftî amanc bêtir bidestxistina qezencên aborî ye, lê dîsa jî nahêt înkarkirin ku ew meraqên xelkê zor grîng dibînin, çimkî heke xelk meraqê li berhemên wan neke, ew ê nikaribin qezencên aborî jî bi dest xin. Çiqa komine ronakbîr, yan siyasî, rola mîdya li gor xwe şîrove bikin û jê hêvî bikin ku xwe têxe xizmetkirina amancên bedew jî, beşên serekftî di mîdya de meraq û daxwazên xelkê bo xwe dikin amanc û pîvan. Li Almanya, wek nimûne, ta îroj jî hinek rewşenbîr û nivîskarên navdar qerf û henekên xwe bi rojnameya BILD dikin, lê rastiya li holê ew e ku xwendevanên vê rojnameyê pirr ji yên ewên ku wek kalîtebaş dihên binavkirin zêdetir e. Ji roja destpêkirina wê ta îroj ew li Almanya ya herî pirrbelav e. Ev jî îspat dike ku meraqa xelkê li naveroka wê heye.

Bi kurtî: Em dikarin bibêjin ku bi encama guhertina rewşa siyasî ya cîhanê û bêtir bi encama pêşveçûneke bêyî hempa di warê teknolojiya elektronî de mîdyaya îroj li welatên pêşkeftî li holê xwediya gellek şax û beşan e û xwe têkiliye hemî aliyên xwe bi jiyan û cîhanê ve eleqedar dikin dike, ji ragîhandina nûçeyan û pêşkêşkirina agahiyan bigir ta perwerdekirina pirralî û xweşkirina dema xelkê. Mîdya êdî xwe bi deng, wêne û nivîs digihîne hindir malên xelkê û rola wê yeke berfireh û pirralî ye. Yên biryarê di derbarê kalîteya wê de didin xwendevan, guhdar û temaşevan in.

* * *

Kurtenerînek li Mîdyaya Kurdî

Mixabin mirov nikare mîdyaya kurdî wek zincîreke bi xelekên bi hev û din ve girêdayî bide nasîn. Di dawiya sedsala 19emîn de yekem rojnameya kurdî, KURDISTAN, li Qahîreyê dest pê kir. Di salên navbera şerê cîhanî yê 1em û 2yem de kovarên wek HÊVÎ û RONAHÎ li Şamê dest pê kirin. Li vir û wir bizavên din hatin kirin û bo çend mehan, yan çend salan, hejmarine ji weşanan derketin, ku beşekî ji wan xwe têkiliye karê ragîhandinê jî dikir. Lê rojnameyeke, yan kovareke, ku bi zimanê kurdî û li Kurdistanê hatibe weşandin û bi salan domandibe nebûye, yan min hay jê niye. Li dû damezirandina Komara Kurdî li Mehebadê bizava pêşvexistina mîdyaya kurdî hatiye kirin, lê mixabin bi encama têkçûna Komarê di nav salekê de ew bizava di qundaxê de hat kujtin. Li Ermenistana Sovyêtî jî rojnameya Riya Teze hebûye, lê hejmara xwendevanên wê her bi sînor maye û ew bêtir bo propagandakirina ji Yeketiya Sovyêtî û Eremenistanê re hatiye bikarhanîn. Li milê din, bi encama rewşa taybet ya Kurd û Kurdistanê mîdyaya kurdî xwe hema-hema bi ser û binê xwe ve têkiliye têkoşîna neteweyî, sosyalîzmê û pirsên wek ziman û çanda kurdî kiriye, bêyî ku bikaribe naveroka xwe berferehtir û rengîn bike. Rêxistinên kurdî, wek gellek rêxistinên bo mafên neteweyî û siyasî tê dikoşin, mîdya di dest xwe de wek hacetekî propagandayê bi kar hanîne, propagandaya ji bo rêxistinê, bo pirsa neteweyî, yan bo sosyalîzmê.

Di salên 1960an de li beşine Kurdistanê, bi taybetî li başûrê Kurdistanê, mîdyaya kurdî dest pê kir xwe bilivîne. Rojname, kovar û radyo hatin holê. Li Bexdadê bi xwe mîdyaya bi zimanê kurdî, lê di bin destê hukûmetê de, dest pê kir. Li bakur komên siyasî ku bi pirranî ji xwendekaran û ciwanan pêk dihatin her weha di salên 70yan de dest bi weşandina berhemine kirin, lê pirraniya wan bi tirkî bûn û bo belavkirina propagandaya siyasî bûn. Naveroka weşanên kurdî, yan weşanên bi zimanên din ku Kurdan derdixistin, li vir jî, ne tenê xwe bi siyasetê ve mijûl dikirin, lê her weha bi pirranî propagandîst bûn û modêla propagandaya marksî ji xwe re kiribûn rêber. Hinekan ji wan xwe têkiliye pirsên zimanî û çandî jî dikirin. Ji salên 60an û vir de weşanên dengî yên şoreşa kurdî li başûrê Kurdistanê û yên rêxistinine kurdî her weha bo xizmeta şoreşê yan amancên rêxistinan di kar de bûn. Divêt li vir her weha behsa Radyoya Yêrîvanê bihête kirin.

Ji ber ku Kurdistan beşbeş e, tîp û zaravayên ji hev cuda tê de dihên bikarhanîn, lêkolîn û lênerîneke berfireh divêt da ku mirov bikaribe bi şêweyeke rêk û pêk behsa mîdyaya li her 4 beşên Kurdistanê, ya li Ermenistana Sovyêtî û ya li derveyê Kurdistanê bike. Di vî beşê gotara xwe de ez bi kurtî û bi şêweyeke gelemper behsa mîdyaya kurdî bikim, lê naverok xwe bêtir têkiliye aliyê kurmancî dike.

Ji sal 1979 û vir de weşanên bi zimanê kurdî dest pê kirin li Ewropa bihên xuyakirin, bi taybetî li Swêdê. Pirraniya wan xwe bi pirsên neteweyî û marksîzm-lenînîzmê ve mijûl dikirin. Kalîte û naveroka wan di destpêkê de hejar û ne weqa baş bû, lê sal li dû salê baştir û dewlemendtir bûn. Mixabin pirraniya wan bi rê ve rawestiyan, ji ber sedemên aborî û yên din. Lê bivêt-nevêt rojnameyên wek Armanc, Kurdistan Press û yên din sûdeke mezin ji aliyê zimên de gîhandin Kurdan. Naveroka wan jî ber bihên rawestandin regîntir û balkêştir bû.

Ji 1984an û vir de weşanên PKK sal li dû salê zêdetir bûn. Di dest rêxistinê de derfetên bêhûde hebûn û heye ku mirov bikaribe bibêje ew di nav rêxistinên kurdî de ya 1em bû ku bi şêweyeke weqa mezin û berfireh rojname û kovar belav dikiririn. Derfetên wek yên di dest rêxistinê de dê bikaribûna sûdeke bêyî hempa, ne tenê bigîhandana mîdyaya kurdî, lê dê her weha bikaribûna zimanê kurdî, bi taybetî li bakurê Kurdistanê, vejandana. Cîhê dax û mixabê ye ku rêxistinê ew derfetên weqa mezin bi pirranî tenê xistin xizmeta propagandayeke bo rêxistinê, serokê wê û amancên siyasî. Ne tenê ev, rêxistinê pirraniya berhemên xwe ne bi kurdî, lê bi tirkî diweşandin. Rêxistinê di rojnameyên wek Serxwebûn û Berxwedan de bi dehan rûpel diweşandin, rûpelên bi propagandayê dagirtî. Mirov mat û seyr dima û ji xwe dipirsî, gelo kî rast tevahiya wan rûpelan ji bilî yên ew kopî kirinî, yan nivîsandinî dixwêne! Rêxistinê weqa derfet û xebat xist xizmeta van weşanan, lê çawa ku hemî kasêtên stranan yên ji bo propagandayê hatinî belavkirin îroj ji xwe hatine bîrkirine, wisa jî pirraniya naveroka wan weşanan. Birêz Abdalla Ocalan û KADEKa şûna PKK girtî jî nema li naveroka propagandaya wan weşanan xwedî derdikevin. Televizyona MED / MEDYA, li milê din, ji aliyê psîkolojî de sûdeke mezin bi xwe re hanî. Li gel ku ew ji aliyê hejmareke mezin ji xelkê de dihat temaşekirin, dîsan divêt bihête gotin ku wê dê bikaribûya sûdeke pirr û pirr mezintir bigîhanda Kurdan heke bi şêweyeke baştir ji destpêkê de bihata birêvebirin û bikarhanîn: heke ji propagandaya bo rêxistinê bêtir ragîhandina objektîv û perwerdekirina durist bo xwe kiribûna yekem amanc.

Pêşkeftina mîdyaya navneteweyî û satelîtî û bikarhanîna înternêtê bandorên erênî li mîdyaya kurdî jî kirin. Mîdyaya kurdî neçar ma naveroka xwe jî biguhere, çiqa guhertineke bi sînor be jî. Nuha mîdyaya kurdî ji aliyekî ve ber bi pêş çûye û naveroka wê baştir dibêye, lê şaxine wê her di nav rewşeke kambax de dimînin . Dezgehên televizyonî MEDYA TV, KTV û KurdSat li gel hemî kêmasiyên li holê jî şoreşek di nav mîdyaya kurdî de bi rê xistin. Di derbarê ragîhandinê de, çiqa ragîhandineke li gor dezgehine pêşkeftî bi sînor be jî, rola wan gellkeî mezin e. Dezgehên radyo, yên li Kurdistanê û li derve, ew jî şanên erênî raber dikin. Beşên bi zimanê kurdî yên di dezgehên wek SBSa australî, Dengê Emerîk, Radyoya Navneteweyî ya Swêdê; ew jî xwediyên roleke mezin in di mîdyaya kurdî de, bi taybetî ji ber wê yekê çimkî ew beşên ji dezgehên welatên rojavayî ne û di ragîhandinê de objektîv û serbixwe ne. Her weha dikarin di navbera çanda mîdyaya kurdî û ya welatên rojavayî de bibin pirekê. Di nav çend salên borîn de mîdyaya kurdî ya înternêtî jî geş bû û çemel dan. Îroj bi dehan malperên kurdî hene ku ne tenê nûçeyên siyasî û bûyerî belav dikin, lê her weha agahiyên di derbarê hin pirsên din de. Bi saya dezgehên televizyonê û mîdyaya înternêtî ragîhandin û weşandin di nav Kurdan de bezatir û berfirehtir bû. Bêyî guman, heke em mîdyaya elektronî ya kurdî bidin hamber ya welatekî pêşkeftî, em ê bibînin ku ya kurdî hîn gellekî li paş e, lê li gor rewşa Kurdan ya erdnigarî-siyasî û heke mirov Kurdan bide hamber welatine afrîkayî û asyayî, ew ê diyar bibe ku rewşa Kurdan di vî warî de ew qas aloz jî niye.

Di dema ku van şanên erênî mirovî dilşad dikin de, mixabin di warê rojname û kovarên bi zimanê kurdî de, bi taybetî ewên bi tîpên latînî û zaravayê kurmancî, rewş ne yeke baş e. Li gel ku hin rojname û kovar li beşine Kurdistanê, Stenbolê û Ewropa dihên weşandin jî hîn rojnameyeke rêk û pêke rojaneye ku li gor pîvanên weşangiriya pêşkeftî bi dest hejmarên bilind ji xwendevanan kevin li holê tunen. Va yeka jî valahiyeke mezin dixe nav mîdyaya kurdî û bi encamê mirov nikare bibêje ku di nav çapemeniya kurdî de rojname yan kovarek heye ku bi naverok û kalîteya xwe mîna rojnameyên wek THE GUARDIAN, WASHINGTON POST, DIE ZEIT, LE MONDE, yan EL HEYAT e. Çend rojnameyên ku bi tîpên latînî û zaravayê kurmancî derdikevin hene, wek Azadiya Welat û Dema Nû bo nimûne, lê naveroka wan kêm-zêde bi pirranî xwe tenê têkiliye siyasetê, û ta radeyekê zimên û çandê, dike û hejmara xwendevanên wan bi sînor e. Li gor pîvanên dem û dewrana me divabû Kurdan bi kêmasî rojnameyeke rojane hebûya ku rojê, em bibêjin, ji aliyê milyonek xwendevan ve bihata xwendin, rojnameyeke bi naverokeke li gor dem û dewrana îroj û pîvana welatên pêşkeftî.

Wisa diyar e ku mîdyaya kurdî bi pirranî rola xwe wek xizmetkitina bo amancên neteweyî dibîne. Va yeka jî, bi dîtina min, bi encama du rastiyan li holê ye. Yekem, bi encama beşbeşbûn û bindestbûna Kurdistanê, nebûna mafan û stemkariya li Kurdan bûyî û dibe. Duyem, bi encama nebûna rojnamevan û kadirên di derbarê şaxên cuda de xwedan zanyarî û xibret. Da ku mîdyaya kurdî bikaribe bibe xwediya kalîte û naverokeke dewlemende rengîne balkêş û da ku bikaribe bibe xwediya şaxên xwe bi hemî aliyên jiyanê û cîhanê ve peywendîgir dikin, hewcedarî bi gellek tiştan heye. Hinek ji wan:

  • Derfetên aborî yên mezin ku bikaribin ne tenê weşanên bi nivîs û yên dengî-wêneyî bi rê xin, karmendên bi meaş têxin kar, lê her weha kadroyan tê bigihînin.
  • Hejmarên bilind ji xewndevan, guhdar û temaşevanên ku amade bin piştgiriya moral û aborî bidin;
  • Rojnamevanên xwende yên xwedan şehadeyên akadêmî û karmedên di warê mîdya de pispor.
  • Mentalîteyeke bêtir pêşkeftî di derbarê azadiya baweriyê û her tiştê xwe bi siyaset û jiyanê ve peywendîgir dike li nik Kurdan û rêxistinên wan. Her weha pêşkeftina di derbarê toleransê û erfên demokrasiyê de.
  • Xwepêşvebirina li gor pîvanên welatên pêşkeftî, ne razekkirina (teqlîdkirina) dewletên paşevemayî û karbidestiyên dîktator.
  • Dîtina çareyan bo pirsgirêkên zimanê kurdî, bi taybetî zimanê nivîskî.
  • Birêxistina şoreşeke vejandina zimanê kurdî û pêşvexistina xwendin û nivîsandina bi vî zimanî.
  • Rabûna dîwarên herêmî û zaravayî yên di nav hişên Kurdan bi cîh bûnî.

  • Bi kurtî: Mîdyaya kurdî, bi taybetî ya dengî-wêneyî, ta radeyekê pêş ve çûye, lê di derbarê kalîte û naverokê de hîn li paş mîdyaya cîhana pêşkeftî ye. Lê mîdyaya nivîskî gellekî li paş maye. Hewcedarî bi rojname û kovarên xwedan kalîte û naverokeke rengîn û dewlemend heye ku xwe bigihînin bi hezaran xwendevan.

    Ber gotarê bi dawî wînim, divêt bihête gotin ku di nav 10 salên borîn de pêşveçûneke mezin di derbarê mîdyayê de li başûrê Kurdistanê cîh girt. Guman nîne ku parastina vî beşê Kurdistanê ji bo Kurdan û paşeroja wan zor grîng e. Heke başûr di bin karbidestiya kurdî de bimîne û Kurd bikaribin gavên mezintir biavêjin, mîdyaya kurdî jî dê sûdê ji rewşê bigire. Bi dîtina min dîwarê herî bilind li pêş mîdyaya kurdiye bi nivîs hebûna du alfabayan û du zaravayên ji hev cuda ye. Xebat û derfetên mezin divên bo çareserkirina vê pirsê.

    .........

    Ev gotar di Koşka “Êra Dengî Kurdistan e” ya di PALTALK de hat xwendin, 15/11/2002.

    Berdest
    Hejmara nû
    Hemû hejmar
    Hemû pirtûk
    Hemû nivîskar
    Nûdem
    Arşîva Cegerxwîn?


    [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    Hosted by www.Geocities.ws

    1