MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 35, berfanbar 2002

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Nirxandin

Şahînê Bekirê Soreklî: Rola medyayê
Meşal Temo: Baca demokrasiyê û pejirandin sûcan!
Lokman Polat: Divê îstîfa bikin
Dilbirîn: Apo û piştî girtina wî
Lokman Polat: Helbest hunera ziman e
Romanên qalind


HELBEST HUNERA ZIMAN E

Lokman Polat: lokmanpolat.com

Ev nivîsa min a yekemîn e ku, ez li ser helbestê dinivîsim. Min heta niha li ser romanê, kurteçîrokê û tiatrê -şanoyê- gelek nivîs nivîsî. Lê, li ser helbestê min qet nenivîsîbû.

Li gor roman, çîrok, şano û hemû cure nivîsên pexşan, helbest ciheke kin digre, lê pir tişt dibêje. Helbest hunera ziman e. Peyvên helbestê hilbijartî ne, hevokên wê wek dantelê li hevûdu nexşandî ne. Di her peyv û hevokê de maneyên giranbiha hene.

Helbest deranîna hestên ruhî ye. Pêwîstiya giyanê mirov bi hestekî tenik û nazîk heye. Ev hest xwe bi şêweya helbestê dide der. Roman, çîrok û şano herçiqas ji hevûdu cuda bin jî, li ser kokek sax didin. helbest ji wan cuda ye. Taybetiyeke xwe heye. Gelek şikl û şêweyên helbestê hene. Naverok û armancên helbestan jî ji hevûdu cuda ne.

Di helbestê de, dîtin raman, civak, însan, xweza û herweha gelek tişt hene. helbestvan anku şaîr ne tenê bi devê xwe, herweha bi devê “wî” , “wê” , “ew” jî dikare helbestê pêşkêş bike. Yanê şaîr bi forma “Ez” , “ew” , “wî” , “wê” dikare helbestê rave bike.

Di helbestê de hem tiştên qalkirinê, hem fikr û raman, hem minaqeşe û rexne hene. Di her helbestê de mijar heye. Helbet mijarên helbestan curbecur in. Di hinek helbestan de dem, wext û cih hene, di hinekan de tune ne.

Di helbestê de îmge, xeyal, sembol û herweha gelek tiştên din tên bikar anîn. Helbest xîtabê hestên mirov ên ruhî dike. Li ser mirovan gelek tesîr dike. Dinya -cîhana- helbestan û cîhana rasteqîn ji hevûdu hinek cuda ne. Helbestvan di helbestên xwe de dikarin fikr û ramanên xwe, îdeolojî û siyaseta xwe, xeyal û daxwazên xwe bi zimanekî helbestkî pêşkêş bikin. Di gelek helbestên Brech û Nazim Hîkmet de ev tişt hene.

Di nav helbestan de, helbestên evînî û şadimanîyê ciheke girîng digrin. Li gor hinek şaîran, jîyana herî xweş jîyana evîn û evîndarîyê ye. bi min jî, yê ku di dilê wan de evîn tunebe, wek nîv însan in, nîvco ne. Bê evîn lezeta jîyanê nayê tehmkirin. Mirov dema helbestên evînî û bi taybetî jî helbestên Melayê Cizîrî û Feqîyê Teyran yên evînî dixwîne, tehm û lezetek jê werdigre.

Di edebiyata kurdî de saxa herî dewlemend helbest e. Helbestên klasîk ên kurdî gelek dewlemend in. Helbesta nûjen a kurdî, ji helbesta klasîk a kurdî nebûrîye. helbestvanên nûjen ên kurd bi qasê helbestvanên klasîk ên kurd tunin. Lê, di nav helbestvanên nûjen ên kurd de jî hêvîyek heye.

Helbestên nivîskarên nûjen ên kurd jî bi dilxweşî têne xwendin. Xwendevanên ku ji xwendina helbestan hez dikin, divê ji helbestên klasîk dest pê bikin û paşê jî helbestên nûjen bixwînin.

Ez bi xwe helbestvan nîn im. Lê, carna îlham tê min û ez helbest dinivîsim. Helbet ev tiştên ku ez dinivîsim, helbest in an nînin? Ew jî, êdî teqdîra xwendevanan e. Min bi sernavê “Helbest” helbestek nivîsî. Mijara vê nivîsê jî helbest e. Loma jî, ez wê jî bi vê nivîsê re pêşkêşê xwendevanan dikim.

HELBEST

Armanca helbestê
Hêla din a jiyanê
Nîşandan e
Helbest
Rasteqînîya mucîzewîyê
Hest û ruhê jîyanê ye
Pirtûkên pîroz
Berhemên edebî
Helbestvanan nivîsiye 
Helbestvan
Erdnîgarger û jînegerên
Cennet û cehennemê ne
Helbest
Zanîstîya
Sedem û rîtm
Îronî û mirinê ye
Helbest huner e
Hunera ziman
Hunera hest û rih e
Helbest huner e
Helbestvan hunermend
Helbest
Xwe zanîn e
Afirandin e
Jîyandin e
Helbest efsûn e
Zimanê wê sihir e
Helbest
Bi peyvên ji nav jîyanê
Tê hunandin

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem
Arşîva Cegerxwîn?


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: [email protected]
Contact us: [email protected]

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
Hosted by www.Geocities.ws

Hosted by www.Geocities.ws

1