Keçek din li Swêdê hate kuşin û sibe an dusibe yeke din dê bête kuştin, kî dizane.
ji çepê ve: Fatîme, Sonay û Asrîn
Dema Fatîma Şahindal [hat kuştin - MN] min Qilçixek li ser nivîsand ( hîn jî tu dikarî di malpera Amûdê [www.amude.com] de bixwînî) û min got dê ne ya dawî be û va ye wisa bû. Hêjayî gotinê ye ku mirovekî kurdên Serê Kaniyê di 08/07/2002 jina xwe û hevalê wê yê Holendî bi kêran kuştin. Berî du hefteyan jî û dîsa li Swêdê mirovekî kurd jina xwe û du keç kuştin wisa jî li Danmarkê mirovekî kurd keça xwe (Sonay Mihemed –14 salî) kuşt û va ye em îro em dibînin ku mirovekî din keça xwe (Asrîn Masîfî - 21 salî) dadilqîne, li gor nûçeyan çimkî hevalê wê hebû. Dîsa ez dibêjim dê ew ne ya dawî be. De ez careke din banga xwe dubare dikim: ez dengê xwe yê bi ax û nalîn bi xurtî careke din û careke din bi xurtî bilind dikim ku ev kuştar rabiwestin, de bila kuştina van karên xezalan bê rawestandin, ji me tevan: kurdên welatparêz-partî-hêz-nivîskar-rojnamevan-tv-kesên bi rûmet-kesên azadî xwaz-kesên demokrat, tête xwestin ku em kuştina van karên xezalan rawestînin, û carek din ez bang dikim ku 21/01 (roja kuştina Fatîma Şahinda) bibe roja azadiya jina kurd (mexabin) li Ewropa.