MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 31, gelavêj 2002

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Şano
Pirtûk
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Nirxandin

Şahîn Bekirê Soreklî: Serîlêdana welêt
Dr Kemal Mirawdelî: Şîrovekirina dîroka kurdî di Şerefnameyê de
Receb Dildar: Şahidê sedsala dawîn: Cegerxwîn
Lokman Polat: Evîna romantîk û trajîk
Ramazan Polat: Pêxember Şueyb


SERÎLÊDANA WELÊT -2-

Şahînê Bekirê Soreklî: [email protected]

Beş 2

  Dîmenek ji Kobaniyê (Binxet)
Wêne: Şahîn B. Soreklî
Otobûsa ez tê de bi rojhilat re digihê Diyarbekir. Bi salan e ku navê vî bajarî di nav hişên min de wêneyek afirandiye, wêneya bajarekî tiji tank, leşger, belengazî û stemkarî; bajarekî bi taxên teng û mirovên perîşan, û girtîgeha Diyarbekir ya bi nav û deng! Di taksiya ku min ji garaca otobûsan dibe navenda bajêr de ez çi nêşanên wêneya di nav hişên min de bi cîh bûyî nabînim. Bajar bi min ve wek yekî nîvrojhilatnavînî û nîvewropayî xuya dike. Li otêlê ez rasterast bi kurdî li gel karmendê di ofîsê de diaxifim ku her weha bi kurdî li min vedigerîne.

Berê dostine ez agahdar kirime ku Festîvala Çandî ya Diyarbekir dest pê kiriye. Vê yekê hîştibû ku ez tevdêrên xwe biguherim û xwe zû ji binê xetê bigihînim wir. Xanî û koşkên belediya bajêr min mat dihêlin, gellekî rêk û pêk in. Bi rêya dostan ez berpirsiyar û karmendine HADEP dinasim. Berê min navên hinan ji wan bihîstiye û li gel hinan bi telefonê hevpeyvîn çêkirine. Em bi dîtina hev û din dilşad dibin. Hinek ji karmendan baş bi kurdî dizanin, hinên din hema-hema tew bi kurdî nizanin, lê hemî zimanxweş û mêvanhej in. Ez her weha rastî dostine xwe dihêm ku ji Swêd û şûnine din hatine. Di semînarên corbicor de bi sedan kes beşdar dibin. Li gel ku atmosfêr kurdî ye jî ziman bi pirranî tirkî ye, lê beşdar bi heyecan û dilekî germ li wir in.

Belediya Diyarbekir (bi seroktiya Ferîdûn Çelik: HADEP) çalakiyên cudaşêwe amade kirine. Yek ji wan serilêdana şkeftên Îlar e. Bi otobûsan, mînîbûsan û otomobîlên biçûk bi sedan kes berî didin wir û li wir kom dibin. Dahol û zurne jî li wir in, berê govend cîh digire. Rêber dibêje ku daniştvanên van şkeftan di dema destpêka çandiniyê de li vir bûne. Dû re em bi meş diçin serê kêş û li gundekî biçûk nanê sêlê û dêw bi dest dixin.

Li pêş salona mezin ya belediyê gellek dezgehên weşanê pirtûkên xwe ji bo firotinê rêz kirine. Hinek ji wan pirtûkan û yên wan difiroşin xwe têkiliye ramanên marksî-Lenînî yên ku di navbera salên 50an û 70yan de beşekî berbiçav ji siyaseta cîhanê bûn dikin. Bi min ve weha tê ku ji bo wan keç û lawên zimanxweş û devbiken dem rawestiyaye; yan wan hay ji guhertina demê nîne, yan jî bi wê guhertinê ne bawer in.

Di dema festîvalê de konsêrt jî hene. Çend konsêrt hema li dawiya taxeke bi dar, taxeke ku otomobîl tê de nînin, cîh digirin. Gellek kom û kesên hunermend di wan de beşdar in û Temo ji Parîsê hatiye... Xelk temaşe dike, radibe dîlanê, li çepikan dixe... Di eynî taxê de komên biçûk û mezin ji dostan û hevalan li pêş çayxaneyên gelêrî li ser îskemeyên biçûk daniştine û çayê li dû çayê vedixwine, yan nanê bi kuncî dixwine. Atmosfêreke gellekî xweş li holê ye ku di wê demê de pirsekê di nav hişên mirovî de wek lampayeke biçûk vêdixe: “Malxirabo te çima ew qas salên jiyana xwe ji welatê xwe dûr, ji van kesên xwe yên dosthej û zimanxweş veqetiyayî, derbas kirin?” Lê mirov baş dizane ku Diyarbekir ne tenê xwediya aliyên xweş e, ne tenê xwediya tax û seyrangeh û xwaringeh û otêlên bedew e. Li Diyarbekir û doraliyên wê her weha gellek kes hene ku jiyan ji bo wan dijwar e. Di nav malbatên li şûnên wek “Baxler” dimînin de gellek kesên perîşan û belengaz hene; hele tew girtîgeha Diyarbekir li şûnê bihêle! Tiştê ku agir bi dilê mirovî dixe hejmara bilind ya zarokên parskir e. Temenên hinekan ji wan ji 5 salan ne zêdetir e. Pirraniya wan zarokên bêdeng in, tenê bi piyê te digirin. Hinekên din bênîşt difiroşin û wek benîştê xwe bi mirovî ve diqemitin û wê bizavê dikin ku dest ji te bernedin ta ku tu benîştê wan dikirî. Mirov ji xwe dipirse, gelo paşroja van zarokan ê çi be? Gelo ew ê li dû 10-12 salên din çi bikin?

Konsêrta herî mezin ya Kamkaran e. Li gor texmîna min dora 6000 - 7000 temaşevan hatine. Di refê 1em de keç û jinên bi kincên kurdiye rengîn li ser lingan in, li çepikan dixin, bi hev re dikevin dîlanê û carine ji wan û komine din dengê “bi-jî aşi-tî” dihête bihîstin. Beşê nivîskar di min de di ber xwe de dibêje, “malava no, bibêjin ‘aştî’, ne “aşi-tî.” Zilxit jî pirr in û gellek caran ne di cîhê xwe de ne. Koma Kamkaran 4-5 stranên bi soranî dibêjin. Mûzîk û deng xweş in û li gel ku hema-hema tevahiya temaşevanan ji peyvên di goraniyên wan de fêhm nakin jî ew bi dilgermî û heyecan têkiliye konsêrtê dibin. Ez mat dimînim çima Kamkaran tenê 4-5 stranên dirêj pêşkêş kirin, stranên ku yên di me de xwe fêrî soranî kirine jî çê-çê ji naveroka wan tênagihên; her weha mat dimînim çima, qe nebe, yek yan du stranên bi kurmancî amade nekiribûn, lê bawer nakim ku van pirsan xwe di hişên temaşevanan de jî hanîbin holê.

Di dema konsêrtê de di nav temaşevanan de çend kes agir bi pelên rojnameyan dixin û wan pelan di destekî xwe de ber bi jor hildidin ta ku pel bi tevahî dişewitin. Li ser aliyekî sûrê çend kes çavdêriyê dikine, heye ku ji MIT bin! Refekî ji polîsan li paşî li ser lingan e, lê çi kêşe cîh nagirin. Dema konsêrt bi seri dibe bi hezaran kes dirijin ser taxeke yekalî û wek ava leheyê ber bi aliyê din diçin. Di nav wan de komek dest bi “bi-jî se-rok A-po” dike, lê durişma wan her di nav komê bi xwe de dimîne û li dû 3-4 deqeyan vedimire. Li dawiya taxê ez di çav xwe re dikim ku çend otomobîlên zirxlî û hejmareke ji polîsên komando yên bi her awayî ji bo xwetêkilîkirinê amade di quncekî de ne, lê tiştek nabe û êvar bi xweşî tê dawiyê.

Beşekî çak û pirr balkêş ji festîvalê “Dîwana Dengbêjan” bû, bi beşdarbûna van dengbêjan: Mahmut Kizil, Salih Yurulmaz, Zahir Koç, Abo Akinlar, Kazim Bozuba, Elmas Tendik û hunermendeke ciwan ku a nuha nav ne di bîra min de ye. Stranên wan yên klasîk, dengên wan yên xweş û bedewtiya zimanê kurdî wisa kiribûn ku hewcedarî bi mûzîkê nebû. Hinek stranên wan her weha di naveroka xwe de nefreta gelê kurd ya li dij stemkariywa dewleta osmanî û yên tirk aşkere diyar dikirin.

Li vir min dil heye spasdariya xwe ji berpirsiyarên belediya Diyarbekir û mehrecanê re, her weha ji wan dostên dilsoz re, pêşkêş bikim ku bixêrhatineke germ li min kirin û bi saya wan û alîkariya wan min demeke weqa xweş li Diyarbekir derbas kir.

* * *

  Dîmenek ji Hesenkêfê
Wêne: Şahîn B. Soreklî

Ez her weha li gel dostine diçim serilêdana Hesenkêf û Ferqînê. Li Ferqînê fersend bi dest dikeve ku li gel hin daniştvanên bajêr biaxifim. Ew ji rewşa îroyîn bi gazinc in û xwezî bi rojên ku tê de Ferqîn bajarekî şên û ji aliyê danûstendina bazirganî de pêşkeftî bû dihînin. Yek ji wan dibêje, “Ka! Ji xelkê bajêr yê berê çend mal li Ferqînê mane, bavo? Ka Ferqîna berê, ka?” Ew ji alî û şert û mercên ku Ferqîn gîhandine vê rewşê bi gazinc in.

Hesenkêf şûneke gellekî balkêş e. Li her derê dengê zimanê kurdî dihêt. Du komên ji keç û jinên bi kiras û xeftanên rengîn di nav hev de bi zimanekî pakî kurdî diaxifine. Ez xwe bi komeke ji 6 keç û jinên ciwan didim nasîn û ji wan dipirsim, heke bikaribim wêneyeke wan bikişînim. Yek ji wan dibêje, “bikişîn, lê bi şertê ku resma me nexî qezente-mezentan, ha!” Ez soz didim ku wêne dê tenê ji bo arşîva min be. Dû re ez tê digihêm ku van keç û jinan ji malbatên axayên Qerejdaxê ne û yek ji wan tew ji herêma min bi xwe ye û malbata wê li binê xetê ye, lê li vî alî zewiciye. Şofêrên wan ew ji bo seyranê hanîne Hesenkêfe. Ez bi xwe re dibêjim, “Bi xwedê axayên Kurdan û şêweya jiyana wan hîn li vir mane,” lê beşek ji min dilşad dibe ku hîn di nav Kurdan de jinên bi erf û toreyên kurdî hene, jinên bi kiras û xeftanên rengîn, jinên zimanxweşe mêvanhej, jinên ku bi zimanekî kurdîyî ew qas şêrîn û delal diaxifin.

Mixare, çem, newal û kaşên Hesenkêf wêneyeke xuristiye weqa xweşik raber dikin; şkeftên wê mirovên berê li van der û doran dijîn di nav xeyalên mêvanan de zindî dikin. Rêberê ciwan bi tirkî, kurdî û erebî dizane, lê tirkî ji bo wî hêsantir dihêt. Ez dipirsim ka ew ji çi paşerehê ye. Dibêje ku koka malbata wî ereb e, lê bavê wî û endamên malbatê hemî bi kurdî dizanin. Li vir û hin şûnên din jî bi min ve baş diyar dibe ku gellek kom û kesên ku bi koka xwe ne kurd bûn di nav salên dûr û dirêj yên tevjiyana bi kurdan re îroj bûne kurd e, yan êdî xwe wek kurd didin zanîn, dema li Kurdistanê bin. Lawik dibêje, ev çend sal in Hesenkêf her wek xwe maye; kesek newêre xanî û firoşgehên nû lêke, ji tirsa ku li vir avbend bihête lêkirin. Her weha dibêje ku li van deran cîhine asê, lê gellekî xweş, hene; lê mirov dikare tenê bi girtina rêdaneke taybet biçe wan şûnan, çimkî hêzên leşgerî rê nadin.

* * *

Rewşa Kurdên bakur, bi kêmasî li şûnên min dîtinî, heke mirov bide hember rewşa Kurdên li beşine din yên Kurdistanê, ew qas xirab jî niye. Ber serilêdanê min wisa texmîn dikir ku rewşa wan û ya Kurdên başûr yên herî aloz in, lê li dû serilêdanê bi min ve wisa xuya kir ku ne wisa ya. Li rojhilatê Kurdistanê û li binê xetê heye ku rewşa jiyanê ji bo gellek kes û malbatên belengaz dijwartir be. Ji aliyekî din ve, rast e ku siyaseta dewleta tirk ya di derbarê pirsa kurdî de yeke hişk û şovînî ye, lê li milê din, cîhgirtina tiştekî wek mehrecana Diyarbekir, yan weşandina rojname û kovarên bi zimanê kurdî li şûnên wek Stenbolê û rêdana ji bo rêxistineke wek HADEP (çiqa bizava qedexekirina wê bi tawana ku beşekî ji, yan hevkara, PKK ye dihête kirin jî) bi dest Kurdên beşine din nakeve. Rewşa bajaranên li bakurê Kurdistanê her weha ji ya pirraniya bajarên li beşên din baştir e.

Rêwîtiya ji Diyarbekir ta Wanê 5-6 saetan diajo, lê rêwîtiyeke gellekî balkêş e. Bi taybetî ji Batmanê ta Wanê mirov dibêje qey rê di nav behuştê de ye. Çiyayên bilinde kesk, berfa li ser serên wan mayî, rûbarên zelal û ava ji kaşan dihête xarê deverine behuştî yên li şûnên wek alîne Norwêcê, Nûzîlendeyê û Swîsrayê dihînin bîra mirovî. Yên di otobûsê de, yan hemî yan bi pirranî, kurd in. Hinek ji wan tenê bi kurdî diaxifin, hinek her du zimanan li nav hev dixin û çend kes tenê bi tirkî diaxifin. Ji wan tenê 4 bi kincên kurdî ne, kesên gundî ne. Leşger otobûsê car-caran radiwestînin, lê tenê li şûna bagacê dinihêrin û nahên nav otobûsê. Li ser rê carine tank û zirxlî jî dixewinin. Otobûsa me li nêzikî pirekê bîstekê radiweste. Leşgerek li pêş pirê di nobetê de ye. Ez jê dipirsim heke bikaribim wêneyekê bikişînim. Dibêje, fermo, bikişîne. Li kêleka çiyê gellek şûnên ku tê de berê komando û çekên reşaş hebûne xuya dikin, lê gellek ji wan nuha vala ne, yan xirabe bûne. Li binaniya giran durişmên wek “Bextiyar e yê bikaribe xwe wek tirk bi nav bike” bi tirkî hatine nivîsandine. Ji bo yekemcar ez her weha vê durişmê li şûnekê dibînim: Bir vatan, bir dewlet, bir dil.” (Yek welat, yek dewlet, yek ziman). Van durişman jî aşkere dikin ku va herêma ne yeke tirk e, ku komara Tirkiyeyê bi encama stemkariyeke 76 salan domandî di bizava tirkkirina Kurdan de bi ser neketiye.

  Li tixûbê Bakur û Rojhilat
Wêne: Şahîn B. Soreklî

Behra Wanê yeke mezin e û bajar li kêleka wê di bin kelaya kevnar ya hilweşiyayî de raziyaye. Bajarekî xweş û balkêş e, her weha wek bajarekî nîvrojhilatî û nîvewropayî xuya dike. Ez du şevan li Wanê dimînim û her şev ta nîvê şevê di xwaringeha otêlê de guh didim hunermendekî ku ew qas xweş disitirê û li tenbûrê dixe. Pirraniya stranên wî bi kurdî ne. Dema stranên bi kurdî dibêje ciwanine kurde delal radibin dîlanê û tevahiya salonê diheje. Carekê ez nema dikarim xwe bigirim û dikevim navbera wan. Ew gellekî bi vê yekê kêfxweş dibin. Dema em xêtir ji hev dixwazin weqa bi evîndarî û rêzgirtin xatirê xwe ji min dixwazin. Ciwanên welatên rojavayî dihên bîra min û ez kesereke kûr dikişînim: Çi ferqeke mezin heye di navbera van ciwanan û wan de! Li nik van ciwanan hîn rêza ji mezinan re maye, rêza ji mêvanan re heye; van ciwanan xwedan erf û tore ne, Looooo!

Mirov hej dike bêtir bimîne û biçe serilêdana gellek herêmên din yên bakurê welêt, lê bi dest nakeve. Ez dizanim ku dilên gellek dostan jî dê li min bimînin çimkî min riya xwe bi ser wan nexist, lê çi bikim, dem rê nade. Wisa jî ez di otobûsê de berê xwe didim Urmiye û Îranê.

(Hûn dikarin beşine vê gotarê bi deng û mûzîk jî bidest xin, ji malpera SBS RADIO: http://www.sbs.com.au/radio (li jorê malperê "Kurdish" ji nav bernameyan bibijêrin.)

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem
Arşîva Cegerxwîn?


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Pirtûk | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with INTERNET EXPLORER.

Têkilî: [email protected]
Contact us: [email protected]

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
Hosted by www.Geocities.ws

1