MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 31, gelavêj 2002

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Şano
Pirtûk
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Nirxandin

Şahîn Bekirê Soreklî: Serîlêdana welêt
Dr Kemal Mirawdelî: Şîrovekirina dîroka kurdî di Şerefnameyê de
Receb Dildar: Şahidê sedsala dawîn: Cegerxwîn
Lokman Polat: Evîna romantîk û trajîk
Ramazan Polat: Pêxember Şueyb


Şahîdê Sedsala Dawîn: Cîgerxwîn (*)

Receb Dildar

I

Cîgerxwîn şahîdê sedsala dawîn ya gelê kurd e ku ew bi xwe jî, ji nav vî gelî hatiye û xizaniya wan bi çavê xwe dîtîye. Cîgerxwîn ji bo gelê xwe şiyar bike û wan ji tarîtiya reş xelas bike xebatek bêhempa hajot, di dawiya van xebatên xwe de jî, ji gelê xwe re berhemên nemir hîşt. Xebat û berhemên wî li ser gelê kurd bandorekî pir mezin kir. Ji ber vê yekê ciyê nemir Cîgerxwîn zû zû nayê tijekirin. Dema nezanî û feqîriyê wekî tebeqekî ax li ser gelê wî girtibû, ew nesekinî û ji bo vê axa mirî li ser gelê xwe rabike, heta zimanî wî geriya û destên wî pênûs girt şuxulî û di vê rêyê de bû “Cîgerxwîn.”

Tu carî li cem serdestan, zaliman û kedmijan cî negirt, ne bû şaîrê dewlemendan, ew tim û tim li cem gelê xwe bû. Ne li cem zaliman cî girt ji wan re xweşxwazan nivisand, ne jî ji bo çend hûriyê cenetê îlahiya xwend. Cîgerxwîn ji bo azadî û xelasiya gel, xwe kiribû alekî sor û tim û tim li pêşiya gelê xwe dimeşiya. Ez bawerim ku wê ev al di nava dilê gelê wî de tim li jor li ba be û tu carî neyê xwarê.

Cîgerxwîn ji bo rastiyê bibîne, herheyî lêkolînan çêdikir. Ji bo rastiyên xwe dev ji meletiyê berda ku ew karê wî bû. Bi naskirina welat re heskirina wî jî her di çû zêde dibû. Bibû evîndarekî welat. Di helbestên xwe de mînakên welatparêziyê yên herî mezin nîşanî me dida. Marks xwend, bû navneteweperest û van fikrê xwe yên ji bo mirovatiyê bi gelê xwe re parê kir. Xelasiya mirovatiyê, pêyhatiya karker û gundiyan di komunîzmê de didît. Heta mir jî li ser vê rêya xwe bû û xebatên xwe bi vî awayî ajot. Gava çû ser dilovaniya xwe, navê wî li hemû cîhanê belav bibû. Ev komunîstê kurd tenê ne li cîhanê li nav gelê xwe jî pir bi rumet bû û bi milyonan kurd li du giriyan.

Cîgerxwîn di sala 1903’yan de Li bajarê Mêrdîn, navçeya Kercews gundê Heserê hatiyê dinê, navê wî yê rast şêxmûs e. Bavê wî gundiyekî pir xizan e. Cîgerxwîn heta 13 saliya xwe di nava xizaniyê de li gundê Heserê dijî. Ji ber feqîriyê koçber dibin, xwe li Amûdê bi cî dikin kû ev cî aniha di nav tixûbê Suriyê de ye. Di salên dû hev de bav û dêya xwe wenda dike, sêwî dimîne. Bi ziktêriyê xulamtiya gundiyan dike, birçîbûn û xizanî di nava dilê wî de jan didin.

Gava dibe 18 salî ji xwendevanên medreseyê xwendin û nivisandin dielime. Xwendevan ji vî xortê jîr pir hes dikin û wî digirin nava xwe. Bi vî awayî salên medreseyê dest pê dike. Ji aliyek ve dixwîne, ji aliyek ve jî li welat digere. Li her derî rastî feqîran dihat û famdikir ku ew tenê ne feqîr e. Dibe şahîdê perîşanî, xizanî û perçebûna welatê xwe. Tenê feqîran nabîne, dewlemendan jî dibîne û wan nasdike, şêx, axa û began nasdike û zilma wan ya li ser gel dibîne. Bi kurtayî wêneyekî welat dikişîne. Di helbesta xwe ya bi navê “Ji Ber Derdê Ewan” de qala şêx, axa û began dike.

“Axa û began destê sitem danîye ser wan;
Talanker û diz û keleş û bê ser û pa ne.

Şêxan û melan, xişt û def û ayet û enwar,
Wek gurzê giran dane milan, şêrê xuda ne.”
Dîwana Yekem

Cîgerxwîn dixwaze rewşa birçiyan û xizaniya welat bi helbestên xwe ji herkesî re bide famkirin. Helbesta wî ya “Xewa Birçiya nayê” ji vana yek e.

“Hin dewlemend û têrmal û pir zêr û gund in,
Lê pirên wan belengaz û reben û bê şal in.

Li alîkî zarok û şîrmij birçî ne, diqîrin!
Xewa birçîya nayê, tev zarok û mendal in.”
Dîwana Yekem

Hîna di salên medresê de edebiyata kurdî nasdike. Herdû mamosteyên mezin yên zimanê kurdî, Melayê Cizîrî û Ehmedê Xanê dixwîne. Cîgera wî hêdî hêdî xwîn digire. Ew dilketiyekî welatê xwe û azadiyê ye. Ew deyî “Cigerxwî” e. Evîna welat di helbesta xwe ya bi navê “Bêriya Welat” de wanî tîne ziman:

“Ka Melatya, ka Xerpût, ka Çermûk û Sîwerek, Kanî Urfe, ka Sirûç, mîrê Milan li kû ye? Ka Wêranşeh, ka Dêrik, ka Mêrdîn û Nisêbîn, Kanî Amed, ka Hezro, mîrê Hîzan li kû ye? Ka welat me rengîn, îro jar û brîndar, Cîgerxwîno de bigrî, kanî derman li kû ye? Dîwana Yekem

Cîgerxwîn hew ba gelê xwe nake, ba miletên dinê tev de dike ku alîkariya gelê wî bikin. Ew zane ku mileta wi, di bin zulmê de ye û neheqiyekî xayin lê bûye. Ew dixwaze mileta wî ji bigîje heqê miletên din û li ser welatê xwe azad bê. Di helbesta “Koma Miletan” de pirsgirêkên mileta xwe ji dinyayê re dibêje û ji wan çareyan dixwaze.

“Xewa me nayê, em qet ranazin,
Em ji we dikin hêvî û gazin,
Em jî heqê xwe her dem dixwazin.
Dîwana Yekem

II

Cîgerxwîn ne rewşenbîrekî ku li ser masê rûdinişt, ji bo fikr û ramanê xwe bi cî bîne wekî mîlîtanekî dişuxulî. Ji ber ku fikrên wî û meletiyê li hev nedikirin, dev ji meletiyê berda. Nanê xwe bi keda xwe qezenç dikir, yanî ew bi xwe jî kedkarekî bû.

Wê demê rewşenbîrên daw û doza welat dikirin tev de li Sûriyê civiyabûn ku ew tev ji Stenbolê surgun bibûn û bi navê “Xoybûn” rêxistineke” avakiribûn. Cîgerxwîn jî ev rêxistin naskir û xebatên xwe di nav wê de ajot. Helbestên xwe di kovara “Hawar” de weşand ku ev kovar ji aliyê herdû brayên surgûn Kamûran û Celadet Bedirxan ve dihat çapkirin. Helbestên wî bi vasita vê kovarê digihîşt gelê wî. Di helbestên wî de şoreşgeriyekî welatparêzî hebû. Helbesta “Bê Te Hêç im” ji bo van fikran mînakeke baş e.

“ Welat, çikas bilind bibî
Ew qas ejî bilind dibim

Serbest bijîn bajar û gund
Kurd tê de runin serbilind
Wek Feylesûfê Çîn û Hind
Bi rûmet û mezin dibim”
Dîwana Didiyan

Cîgerxwîn di helbestên xwe de her car mesajan dida gelê xwe. Mesaja wî bi kurtayî ev e: “Ji bin vê zulm û zorê, ancax bi şoreşekî em karin xelasbin.”Di şoreşa Cîgerxwîn de welateke azad heye û li ser vî welatê azad mirovên wekhev hene, serdestî û kedmijîyê dixê binî erdê. Van fikrên xwe di helbesta bi navê “şoriş im Azadî Xwaz im” de xweş tîne ziman:

“Şorişa Kurdên azadîxwaz im
Ez şer naxwazim mafê xwe dixwazim
Di bin desta de naxwazim razim
Hawîr dibazim
Lê çibkim dijmin dijmine xwinxwar
Hirç û hov û har
Doza min nadî carek bi şadî
Ji serbestî ji azadî
Bê beş im
Şoriş im”
Dîwana Sisêyan

Cîgerxwîn piştî ku li welatê xwe dost û dijminê xwe naskir, berê xwe da dinê. Baş famkiribû ku emperyalîst û kolonyalîst jê re nabin dost, ew tim dijmin in. Wî miletên bindest û kedkarên cîhanê ji xwe re dost didît ku qedera wan û gelê wî wekî hevdû bûn. Welatparêziya xwe bi fikrên komunîst temam kir. Bandora şoreşa Sovyetan li ser wî tesîrekî mezin çêkiribû. Di helbesta “Ilham Ji şaîrekî Ermen” de qala vê tesîrê dike:

“Têrêj dane me şefeqa ronak, wê şefeqa sor.
Şefeqa bakur, şefeka Markis, şefeka Lenîn,
şewqa xwe da Kurd, bijî...”
Dîwana Didiyan

Cîgerxwîn her diçû hîna fireh difikirî, dinyayê yekperçe didît û fikrên xwe li ser vê yekê ava dikir. Di dinya Cîgerxwîn de zulm û serdestî, tixûbên nava duwêlan û kedmijî tune ye. Li dinya wî wekhevî û bratî heye, her tişt jibo mirova ne. Mal û mulk pere û zêr di xizmeta mirovan dene, her kes azad e û azad difikirin. Koletî û murîdî tune ye. Helbestvanê mezin van fikrên xwe yên xweş û zelal di helbesta “Heval Pol Robson” de ji gelê xwe û dinê re eşkere dike:

“Ey heval Robson
Fermo em herin
Serbest bigerin
Bixwînin, binêrin
Bibînin, bipirsin
Zorker nemaye ji kê bitirsin
Sînor nemane çi b’kin pasaport
Dilxweş û rûgeş hemî keç û xort
Li vir xurînî bikin hingivîn
Li Mosko taştê, firavîn li Çîn
Li Nîwyorkê şîv li London paşîv
Çi reşik çi spî tev bibin kirîv
...............................................
Bimrî koledar, bimrî zordestî
Bijî azadî, bijî serbestî....”
Dîwana Didiyan

Di sala 1958-an deli Iraqê Iqtîdar qulibî û desthilatdarên nû ba Cîgerwîn kirin ku li zanîngeha Bexdayê dersên zimanê Kurdî bide. Li wê derê pirtûka xwe ya bi navê “Ziman û Rezimana Kurdî” nivisand. Têkiliyên xwe bi şoreşgeran re datîne û xwe digihîjîne Mele Mistefa Berzanî. Demekî bi Berzanî re dişixule, piştî ku Berzanî têkiliyên xwe bi Emerîqayê re pêşde dibe, Cîgerxwîn ji wan diqete û berê xwe dide şamê. Tê xuyakirin ku li kîjan perçe xebat û tevger çêbûye Cîgerxwîn tim li cem wan bûye.

III

Cîgerxwîn li Sûriyê tevî tevgerên “Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurdistana Suriyê” bû. Ji ber van xebatan piri caran ket girtîgehê an jî reviya Bêrûdê. Ji ber ku bi ruh û canê xwe li hember zaliman derdiket, heqê jiyanê nedidanê. Deyî şertên jiyana wî li welat nemabûn. Ji ber vê yekê sala 1973-yan de çû Swedê. Li derveyî welat salên surguniyê û hesretê dest pê kiribûn.

Cîgerxwîn helbestên xwe yê heta sala 1973-yan, hîna li welat bû, bi awayê sê dîwanan dabû çapkirin. Dîwana yekem “Prîstk û pêtî” di sala 1947-an de li şamê, Dîwana duduyan ya bi navê “Sewra Azadî” di sala 1954-an de li şamê û Dîwana sisêyan ya bi navê “Kîme Ez” di sala 1973-yan de li Bêrûde hatin çapkirin.

Piştî Cîgerxwîn ji welat derket, xwest ku zanebûn û tecrubeya xwe bi wasita helbestên xwe, bi gihijîne gelê xwe. Dixwest bi mesaj û bi mînakên xwe rêya rastiyê bide ber gelê xwe. Bûyerekî biçûçik yê li welat ji bo wî dibû kaniyeke îlhamê. Her tiştên welat ji bo wî dibûn evîneke nû. Bilûr lêxistina şivanan jî ji bo wî evîneke cûda bû û xweşik bûnekî delal dida helbesta wî. Di helbesta bi navê “Keko Ez Bilûrvan im” de şivan û bilûra wî bi vî awayî vedibêje:

“Rûniştîme bin darê
Didim pesnê biharê
Dengê saza min zîz e
Darbilûra min gwîz e”
Dîwana şisêyan

Cîgerxwîn di helbestên xwe de cî dida eşq û evînê jî, bi zimanekî pir xweş evîna yara xwe tîne ziman, beyî ku evîna welat û mesajên xelasbûnê ji gelê xwe re dişand. Gava mirov helbestên wî dixwîne, mirov famdike ku dinya bi heskirin û bi evînê xweş û şêrîn dibe. Mamoste di helbesta xwe ya bi navê “Ev Dinya Pir Xweş e” de qala bilindayiya eşq û evîna dinê dike:

“Pir xweş e, pir xweş e
Ev dinya pir xweş e
Yar pal daye ser min
Rû wek gula geş e”
Dîwana Çaran

Li cem Cîgerxwîn evîn gelekî bi rûmet e. Carna evînê wer bi jor dixe kû ji xwe re dike mîna îbadetê. Dî helbesta “Baxê Bihiştê” de, mirov dikare bi zelalî û awayekî eşkere bibîne ku evîn û îbadet çawa tevlihev dibê:

“Hembêz me kir bejna zirav,
Ez çûm tewafa dêm û çav,
Baxê bihiştê ez di nav.
Gul pişkivîn xweş, bû bihar.
Dîwana Heftan

Cîgerxwîn ji wan kesan yek e ku zimanê Kurdî herî baş bikar aniye. Bi helbestên xwe zimanê Kurdî daye heskirin û gel li zimanê xwe xwedî derketiye. Helbestan bi zimanekî rojane nivisandiye ku gel jê baş fam bike û mesajên wî hilgirin. Ew bi xwe jî li ser ziman xebitiye û gelekî pêşde biriye. Ji ber van xebatên wî ez bawer im ku ciye nemir Cîgerxwîn tu carî nayê tijekirin. Ew wekî çiyayekî pir mezin li hember helbestvanên nû sekinandiye, divê ev çiya bê derbaskirin. Ev tişt jî karê nifşên nûye û divê vî barî hilgirin.

Mamoste Cîgerxwîn zimanê Kurdî bi heskirinekî pir mezin şuxulandiye û ji bo nivîskarên kurd bûye minakekî nemir. Di helbesta “Ziman û Hînkirina Ziman” de şîretan dide gel:

“Tu Kurmancîya xwe ji bîra nekî
Eger baş nizanî divê zedekî

Bibêne çi şêrîn e ev reng ziman
Çi payebilind û çi rûmetgiran

Tu paqişke zarê xwe şêrîn bike
Bi Kurdî tu baxêv û qêrîn bike

Dizanim ko xwendin çira ye çira
Çima xwe li me geş nakî ey bira?
Dîwana Pêncan

Cîgerxwîn ji milet û welatê xwe gelekî hesdikir û vê heskirina xwe di her firsatê de dihanî ziman. Ji bo wî ji dixwest ku gelê wî dîroka xwe hînbibe û jê dersan derxe. Di gelekî helbestên xwe de dîroka kurdan nivisandiye. Rewşa me ya ku her car em têdene; perçebûna welat, serhildanên netewî, jiyana gernasan,xizaniya gel û bindestiya me dihanî ziman û çareyên xelasbûnê jî ji wan re vedigot. Cîgerxwîn bawer kiriye ku reya rast ew e ku, Marks nîşanî me daye. Di dawiya vê reyê de welateke azad û mirovên wekhev hene. Di vê rêyê de mal û mulk, pere û zêr ji qîmetê dikevin, qîmeta herî mezin ked e. Di helbesta “Bibin Marksî” de pesnê fikrên Marks dide û dibêje ku hun jî têkevin rêya wî:

Dibêjî: bibin yek hemî wek bira
Li hev parvekin win zevî û pera

Bi hevre xebat û bi hevre xelat
Ji bo me tevan karû mal û welat
Dîvana pêncan

Cîgerxwîn di jiyana xwe tu carî murîdiyê qebûl nekiriye û nedaye dû şêxan, lê tim berê xwe daye fikrên xweş û li dû wan çûye. Ji ber vê yekê di gelekî helbestên xwe de pesnê Marksîzmê daye û eşkere dike ku rêya Cîgerxwîn rêya komunîzmê ye. Helbesta bi navê “Ez Nadim Ser Rêça Kesî” ji bo wan fikrê wî mînakekî baş e:


“Rêça Cîger-xwîn daye ser,
Bawer dikim ew Markisî”
Dîwana Heftan

Li Swedê pênc heb Dîwanên Cîgerxwîn yên dinê jî hatin çapkirin. Dîwana çaran “Ronak” di sala 1980 de, Dîwana pêncan “Zend-Avesta” di 1981-an de, Dîwana şeşan “şefaq” di sala 1982-yan de, Dîwana heftan “Hêvî” di sala 1983-yan de hatin çapkirin. Dîwana heştan “Aşitî” piştî mirina wî di sala 1985-an de hat çapkirin.

Helbestvanê mezin yê Kurd di sala 1984-an roja 22-yê Cotmehê de çû ser dilovaniya xwe û gihîşt mertebeyan nemiran.

Cîgerxwîn şahîdê sedsala dawîn e. Tiştên dîtîye, hînbiye û zanibûye bi helbestan ji gelê xwe yê stîxwar re vegotiye ku ew gel di dîroka xwe de tim û tim zûlim dîtîye. Cîgerxwîn ji bo ev gelê xizan ê Rojhilata Navîn çavkaniyekî bêhempa ye.

Cîgerxwîn xezîneyekî çanda Kurd e ku wê tim û tim dora xwe germ û ronî bike.
Xelasî di ronayiya wî de ye.

____________________________

Ji berpirsên kovara Mehname re

Digel silavên germ!

Ez kar û barê we pîroz dikim û pêşketinê ji we re dixwazim.

Min îro kovara Mehname hijmar 31 2002 xwend û min nivîsek li ser Cegerxwîn dît, nivîskar Receb Dildar, navê nivîsê şahidê sedsala dawîn: Cegerxwîn.

Mixabin hin çewtî tê de hene. Hêvîdar im ko hûn ê wan çewtiyan rast bikin, ew çewtî jî ev in:

- Di perçê III hatiye nivîsandin ko Cegerxwîn di sala 1973 a ne çûye Swêdê.( Çewt e).
A rast ev e : Cegerxwîn di sala 1973 an de çûye Beyrûdê.

- Cegerxwîn di sala 1979 an de çûye Swêdê.

- Dîwana Cegerxwîn a yekemîn di sala 1945an de hatiye çapkirn.

Bimînin di xweşiyî de. Keyo Cegerxwîn

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem
Arşîva Cegerxwîn?


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Pirtûk | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with INTERNET EXPLORER.

Têkilî: [email protected]
Contact us: [email protected]

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
Hosted by www.Geocities.ws

1