Armanca vê nivîsarê ew e vebikole ka çawa Şerefxan, di pirtûka xwe ya li ser dîroka kurdan de, dîrokê şîrove û rave dike. Ev lêkolîn wisan hatiye pêkanîn ku li ser gotinên Şerefxan bi xwe hatiye rawestîn. Wî di pêşgotina pirtûka xwe de di warê armanca xwe de hin gotin kirine ku tê de, wek em dê paşî bibînin, ew basa ders û talîmên dîrokê dike û ravedike ka wî çima ew rê bijart ku dîroka gelê xwe binivîse. Ew herwiha bi wan armancan re hejmarek mezin ji agadariyên jîrane û hişmendane li ser Kurdistanê, rewişt û tîtalên kurdan û jeopolîtikaya Kurdistanê arasteyî me dike. Vekolînek kûrtir di warê şîrove- û ravekirina bûyerên dîrokî de ji alî Şerefxan de dê pêdivî bi vekolînek kûrtir a babetên pirtûka wî hebûya daku şêwazên şîrove- û ravekirinên wî bi tidarkî û bi pergalî bên raxistin ber çavan. Mixabin ev nivîsar derfet û delîvan nade vekolînek wisan. Lê dîsan jî em dê balê bikişînin ser hin bawerî û bîreweriyên xurt û berdewam ên Şerefxan ên, li aliyekî, di warê dîrokê de bi giştî û, li aliyê din, di biwarê dîroka kurdî de bi taybetî.
a) Dîtina Şerefxan li ser hunera dîrokê
Şerefxan dide pey rêbaz û kevneşopa îslamî ya gelemper di destpêkirina pirtûka xwe de bi nivîsîna pesnan bo Yezdan, peyre bo Peyamber û dûvre jî bo Siltan ango serdarê demê. Ev hemî pesn kurt in (nêzî 40 rêzik bo Yezdan û bo peyamber û nîvî wan jî bo siltan) û ew dûrî şêwaz û naveroka asayî û normal nabin. Lê piştî van her sê pesnan, pesnek din jî heye ku gotinek giştî ye li ser hunera dîrokê ku bîreweriya Şerefxan li ser dîrokê û giraniya ew dide dîroknivîsiyê ron dike. Şerefxan radigihîne ku “dîroknasî di ser hemî huneran re” ye ku ”tijî ji ders û tecrûbeyên bi feyde û rênîşandanên bi kêrhatî û bi qazanc in. [Dîrok] serpêhatiyên me yên borî bi bîra me dixe, rojên me yên kevnare yên dûr nêzî me dike û bala me dikişîne ser emekdariyên ji berî me hatine kirin.” (1) Paşî Şerefxan 10 sedemên başiya xwendina dîrokê ji nivîskarê ”Rewdetu’l-Sefa” Mihemed Xwandşah Mehmûd werdigire û pêşkêşî xwendevanan dike. Ev her 10 xal giringiya dîrokê radigihînin ku zanistek e ku zanîn û behreya ronakbîrî ya xwendevan berfire dike bi saya ”pêşketin û berhevdana” bûyerên demên borî. Dîrok meydana tecrûbeyan e. Û tecrûbe jî zanînê zêde dikin.
“Zanayan gotiye: ‘tecrûbe însanan zana dike’, ji ber vê, tecrûbe şaxek ji deh şaxên zanistiyê hesibandiye. Mirov bi xwendina dîrokê hînî gelek fikirandin, nêrîn û tecrûbeyan dibe. Dîrokzan ji bo pirsîna tiştan kêmtir karê wî dikeve li ha û li wir çunkî mebesta wî ji bo ku li ber destê wî ye, bi xwe lê dinêre û dizane. Kesên agahdariya wan ji dîrokê heye, hemû bêhnfireh û hişyar in. Mirovên mezin ên bi karên giran û dijwar rûbirû dibin, bi xwendina dîrokê agirê kula dilê wan vedimire û [ew] dikevin nav aramî û bêhnfirehiyê.”
Sûde û mifaya bingehîn a xwendina dîrokê ew e ku dîrok dikare ders û şîretên bihagiran bi taybetî bide serdar û serokan. Xala dehem vî karê giring destnîşan dike. ”Serdar û zordar, ji serpêhatiyên borî, desthilatdariya Xwedayê mezin tê bîra wan û bi hêz û qudreta xwe pozbilind nabin û ji ser xwe naçin, baş têdigihin ku heta xweşî li ser be û nexweşî her bo wê mebestê ye ku Padişahê hemû Padişahan di Qur’ana pîroz de emir kiriye: ‘Bi rastî jî, di çîrokên wan de ji bo kesên xwedî aqil nesîhet hene’.”
Giringî û pûtepêdana dîrokê wek hunerek berz û bala, tijî tecrûbe û zanîn û dîrok wek navgîn û alavekê bo fêrbûn û şîretgirtina ji çîrokên serdar û serokên berê du sedem û eger in ku Şerefxan xwestiye vê pirtûka xwe binivîse. Li seviyeya takekesî, Şerefxan dixwest darîçav bike ku ew ji alî ronakbîrî de bişiyan û tiwana ye ku vî karê pîroz bibe serî lê ya giringtir ew e ku wî wek kesatiyek kurd ê siyasî yê serdema xwe dixwest rola giring û bingehîn a kurdan di dîrokê de, bi taybetî di Serdema Navîn de, lîstî rabixe ber çavan. Wî dixwest meydana dîrokî/siyasî ya kurdan vebike û rola wan di karûbarên leşkerî û siyasî de li serdema xwe misoger bike. Bawer dikim ku carek jî xwendina Şerefnameyê dê bide diyarkirin ku ew projeyek neteweyî ye. Bi baweriya min nivîsîna Şerefnameyê bi farisî dîsan jî nirxa wê ya wek projeyek neteweyî, yan ta neteweperwerî jî, kêm nake. Bi rêya Şerefnameya bi farisî, Şerefxan tê dikoşe ku bi çîroka xwe ji yên din re, ji tirk û eceman re, basa zanav, hêz û rola xwe û gelê xwe bike. Bi avakirina dîroka neteweya xwe, ew dikare ji gelê xwe re, bi taybetî jî ji mîrên Kurdistanê re, giringiya gelê wan, hoz û binemalên wan diyar bike û ders û wane, serpêhatî û trajediyên dîroka wan bi xwe, awayê jiyan, serdarîkirin û karûbarên bavkalên wan bi wan bide zanîn.
Şerefxan: kesatiyek dîrokî
Mîna hema hemî dîroknasên misilman, romî û yunanî yên kevnare, ku bi xwe kesatî û aktor bûn di meydanên siyasî yên serdemên xwe de, Şerefxan jî kesatiyek dîrokî yê serdema xwe bû. Mercek ku mirov bikare bibe aktorek siyasî ew bû ku diviyabû mirov ji malmezin ango xanedanan bûya ku binemalên desthilatdar bûn.
Şerefxan ji nav malbatek serdar a ji hoza (eşîra) Rozakî li Bakurê Kurdistanê sala 1543 hat dinyayê. Vê têkiliya wî ya binemalî rê li ber wî vekir ku hem bi awayek herî baş di warê zanistên serdema xwe de bê perwerdekirin û hem jî hê di temenek gelekî biçûk de bibe kesatiyek siyasî û mijûl bibe bi siyaseta binemalî ya kurdî di nav arîşe û rikeberiyek berfiretir a navbera împaratoriya osmaniyên sinî û ya sefewiyên şîî de. Heşt salan berî bûna Şerefxan, osmaniyan bavê wî ji ser textûtacên wî avêtibû.
Bo tolhildanê, Şerefxan xwe da bi aliyê sefewiyên dijminên osmaniyan re. Loma wî pirraniya xortaniya xwe bi xanedan û malmezinên îranî re borand. Dema ew heştsalî bû, bavê wî ew şand serbajar. Li wir wî bi kurên Şah Tuhmasîb û lêzimên wan ên malmezin re xwend. Dema Şerefxan tenê dazdehsalî bû, ket nav siyasetê. Hingê, sala 1554ê, ew bû mîrê Salyan û Mihemedabadê li herêma Şîrwanê li bakurî Azerbeycanê. Sala 1556ê ew wek Mîrê Hoza Rozakî hat ragihandin û ew du salan li kela Şah li Qezwînê ma. Sala 1568ê Şerefxan bû fermandarê leşkerî yê wê artêşê ku serhildana Ehmed Xan li Lahcana herêma Geylanê vemirand. Dema Şah Îsmaîl hat ser hukum, Şerefxan bû Mîrê mîrên hoz û eşîrên kurdan li Îranê. Hemî berpirsiyariyên giring ên Kurdistan û Loristanê ketibûn destê wî.
Dema qizilbaşiyan Şah Îsmaîl bi hevbendiya siniyan tewanbar kir, Şah soza xwe guherand û Şerefxan veder kir Nexçewanê. Vê yekê Şerefxan pirr qehirand ji ber ku wî dixwest li Kurdistanê bimîne. Osmaniyan karî bi wasîteya pêşengek din ê kurd, Xesrewxanê mîrê Wanê, têkiliyan bi Şerefxan re deynin û Şerefxan bikin hevrêyê xwe. Wiha li destpêka berfenbara 1578ê, Şerefxan li gel hêzek 400-kesî xwe da bi osmaniyan re û Nexçewan bi cî hişt daku vebigere Kurdistanê.
Ji hingê ve, Şerefxan di wan êrişan de beşdar bû ku Siltan Miradê Sêyem bi dirêjiya deh salan dijî îraniyan pêk anîn bo ku herêmên Qefqasyayê bixe bin desthilatiya xwe. Wek bedel, Siltan Mirad, bernavê Xan û serdariya Bedlîsê da Şerefxan û dûndeya wî. Şerefxan demek kurt serokatiya Bedlîsê kir û dema bû 53-salî, wî xwe qurban û gorî nivîsîna dîroka kurdan kir û mîrî da dest kurê xwe Ebdilmelik Şemsedîn. Ango Şerefxan 32 salan di nav germî û gurriya bûyerên Îran, Tirkiye û Kurdistanê de bû û yazdeh salên dawîn jî ji jiyana xwe terxan kirin bo nivîsîna dîroka kurdan.
Ku Şerefxan neda pey mîr û serokên din ên kurdan û nema li ser hukum ta bimire, bê kuştin an bê vederkirin lê li şûna hindê xwe da ber nivîsîna dîroka gelê xwe, nîşaneyek berçav e ji armanca wî. Ev yek ne tenê diyar dike ku Şerefxan ronakbîrek gewre bû ku nirxek mezin dida dîrokê lê herwiha destnîşan dike ku di dema siyasetvaniya wî de û bûyerên bitûfan ên wî bi çavên xwe dîtin, ew siyasetmedar û têkoşerek kurd bû û herdem agadar û serbilind bû ji kurdîtiya xwe û herwiha ji kurdbûna gelek siyasetmedar, zanyar û şervanên din jî ku dewr û rolên giring li Rojhilata Navîn lîstibûn an dilîstin. Wek Ehmedê Xanî jî piştî wî, Şerefxan xwest xwe wek kurd bide nasîn û zanava xwe jî wek kurd rabigihîne, ne tirk an ecem. Wî xwest bide zanîn ku beşek berçav a dîroka Rojhilata Navîn dîroka neteweya wî ye û parçeyek mezin ji erdnîgariya Rojhilata Navîn war û welatê miletê wî ye. Loma, wek min berê jî got, ya Şerefxan projeyek neteweyî bû. Lê ew vê projeya neteweyî çawan ravedike? Ew çawa dîroka neteweya xwe şîrove dike? Berî bersiva vê bidim, ez ê vebigerim pêşgotina Şerefnameyê daku em bibînin ka Şerefxan bi xwe li ser sedemên vê xebata xwe ya ronakbîrî çi dibêje.
Sedemên nivîsîna Şerefnameyê
Şerefxan dinivîse:
“Ez, ku nivîskarê van rûpelan im, navê min Şerefê kurê Şemseddîn e… di kemilîna ciwanî û gulvedan û ajardana bihara jiyana xwe de, piştî ku min destê xwe yê rast û destê çepê nas kir, min di xwendewariyê de hêz û taqet bi dest xist û ez bi hezaran zanistiya zahirî û batinî hîn bûm. Çi tiştê ji bo dîn û dinyaya min pêwîst e, min ji her tiştî gelek zanîbû û bi sererastî û meharetî ketim ser kar û barên dîwanê û wê çaxê heta niha bi hêz û mecalên xwe ve ez bi xwendina serpêhatî û dîrokan mijûl im.
Çiqas tem û mija xem û keseran bi ser min de dihatin, min ew bi hejebayên serpêhatiyên borî didan milekî û direvandin. Her çendîn hejebayê sar û sir ê bêhêviyê, armanca wî ew bû bigihîje min û ji min derbas bibe. Lê têdaketin û pêdaçûna serpêhatiyên mîr û mezinên berî min serê min germ kirin û heta wisan li min hat, di vê hunera ciwan (=bedew – H.M.) de ez bûm pehlewanek û lêkolîn û lêgerîna vê zanistiya han a taybetî û helbijartî de bûm bijarte û xwedî meharetek wisan ku min han da û anî li ser wê bîr û baweriyê ku li gor taqeta xwe ez jî çend xelekan li vê zîncîra han [ango dîroknivîsiyê] zêde bikim.
Bi vî awayî min xeyala tamahkariyê kir ku, di vê zanistiya hêja û pirr biha de, nivîsandinek ewqas bi qîmet û serbixwe raxim ber çavan ku tu çaxê ji xeynê min destê dîroknivîsên berî min pê neketibin û yên ez raxim ber çavan, ji min pê ve kesek wisan tê negihiştibe.”
Ev gotin bi zelalî diyar dikin ku mercek bingehîn a gengaziya vî karê wî sedemên ronakbîrî bûn ango balkêşî û entresaniya wî ya jidil a li ser dîrokê û baweriya wî bi pîvanên zanîn û behreyên wî yên zanistî. Wek encam, Şerefxan biryar da ku bi karek yekta û resen ê bêmînak û nedîtî rabibe. Loma ew ji dîroka giştî, ango balkêşiya wî li ser dîrokê, çû dîrokek taybet ku serbixwe, resen û nû bû. Û ev dîrok jî dîroka gelê wî bi xwe bû ku ew bi xwe jî yek ji aktor û kesatiyên wê yên mezin bû. Loma Şerefxan egera serekî ya têkoşîn û bijartina xwe wiha ravedike:
“Vêca ew kesên di bazara nivîsandinê de cewherfiroş û durrnas in, ew dîrokzanên ku lehengên nav şekeristana serpêhatî, çîrok, deng û behsan in, heta niha riya xwe ber bi Kurdistanê ve nekirine, behs û dengên gernas û sernasên kurdan nekirine bin devê pênûsê, ew dîroka gelek bi şanazî û xweşiyê ku di tam û bîhna xwe de wek hingivîn û gezoyê ye, gelek mixabin ji aliyê wan ve nayê naskirin û ketiye bin piyan û bi tu awayî dest û devên xwe lê nêzîk nekirine. Ez î jar, bêtaqet, bêdest û ziman ketim ser wê xeyalê ku vê mijara han a ji taqet û qudreta min gelek der; behs û serpêhatiyên mirovên mezin, kesên bi nav û deng, serdar û Fermanrewayên kurd û Kurdistanê berhev bikim, ên di dîrokên ‘ecem de min bi xwe dîtine û yên min ji mirovên bi hiş û zîrek û ji derewan dûr, raste rast bi xwe seh kirine, binivîsim û navê wê deynim: ŞEREFNAME. Hemû armanc û daxwaza min jî ev e ku, xanedanên mezin ên Kurdistanê navê wan di nav navan de bimîne û ji bîr neçe.”
Şerefname wek projeyek neteweyî ya kurdî
Wiha rewişt û xwerista armanca Şerefxan zêde aşkere ye û pêdivî bi ravekirinên dûvedirêjtir nîn e. Ew projeyek neteweyî ye. Projeyek avakirina dîroka neteweya wî ye. Merem, armanc û hêvî yên neteweperwerî ne. Ew dibîne ku kurd bi neheqî li derî meydana dîrokî ya dema wî ne û ew dixwaze kend û kospên heyî biedilîne û gelê xwe yê mêrxas û serbilind bi xurtî bîne meydana dîrokî.
Li vir pirs ew e ku madem wî gelê xwe kir mijara dîroknivîsiya xwe, ew çawa dîroka wan ava dike? Ew çi dike ku dîroka xwe wek projeyek neteweyî ava bike bê ku rastiya hunera xwe ji dest bide?
Şerefxan û şîrovekirina dîrokê
Berî em li ber çav bigirin ka Şerefxan dîrokê çawa rave û şîrove dike, pêdivî ye pêşî em nerîna wî ya li ser dîrokê bi xwe werbigirin. Ango divê em dîsan herdu qatên avaniya wî yên dîrokî li ber çav bigirin: balkêşî û dîtina wî ya giştî li ser dîrokê û veavakirina wî ya taybet a dîroka kurdan.
Baweriya bingehîn ya Şerefxan li ser dîrokê bi giştî ne cuda ye ji ya pirraniya dîroknasên îslamî yên kevnare ku jê re meydana dîrokî berî her tiştî meydanek siyasî ye ango ew li dor pirsa hêz û arîşeyan digere. Loma teoriya dîroknivîsî ya Şerefxan li ser têkiliya navbera hêz û zanînê hatiye avakirin. Bi gotinek din, tenê kesatiyên siyasî, yên xwedîhêz an jî yên bo hêz û desthilatiyê tê dikoşin, mijara dîrokê ne. Loma dîrok bo wî çîroka padişah, mîr, serekên leşkerî, siyasetmedarên bihêz û malmezinan e. Tam ji ber vê dîtin û baweriya li ser dîrokê ye ku kurd ticarî ne li derî vê şîroveya dîrokê ne ji ber ku wan bi sedan egîd û mêrxas, mîr û serok hebûne ku Şerefxan biryar daye ku wan ”bike nemir”.
Ev hesibandina hêzê wek mijara dîrokê ji lîsteya naveroka pirtûka wî jî diyar e. Ew mêrên mezin ên kurd ên wî wek lehengên pirtûka xwe bijartî angorî rewişt û pileya hêza/desthilatiya wan di çar kategoriyan de hatine sinifandin. Beşa yekem û ya giringtirîn “[ew] Fermanrewayên Kurdistanê ku ala sultanat û serxwebûniyê bilind kirine û dîroknivîsan ew di rêza Sultanan de hesibandine“ ye. Koma duyem ev in: “[ew] Fermanrewayên mezin ên Kurdistanê ku her çendîn negihiştine dereceya serxwebûniyek temamî û bi xwe jî xwe hukumdar nehesibandine, lê di serbestî û azadiyê de gihîştine dereceyek wisan ku hinek ji wan hetta li ser navê xwe sikke lêdane (2) û xutbeyên rojên îniyan li ser minberên mizgeftan li ser navê xwe dane xwendin”
Koma sêyem hinek mîr û fermanrewayên din ên Kurdistanê ne. Koma çarem jî fermanrewa û begên Bedlîsê ne ku bab û bapîrên nivîser bi xwe ne.
Di vê sinifandinê de, hêz û desthilatî şert û merca pêşîn e bo zanînê daku bibe mijara dîrokê. Madem hêz a desthilatdaran e, jê dertê ku şîrove- û ravekirina dîrokê li ser van xalan hatiye binedanîn:
1. Kesatiya desthilatdaran, mêranî, hişmendî û bidestxistiyên wan; û
2. Şert û mercên erdnîgarî ku desthilatdar xwe tê de dibînin û awayê ew bersiva pêdivîtiyên erdnîgarî didin.
Ev yek di rewşa dîroka kurd û Kurdistanê de zêde giring e ji ber ku hoy û faktorên derveyî, erdnîgarî, herdem ji hoyên hindirîn û navxweyî çarekertir û bibandortir bûne.
Şerefxan dîrokê dike babetek ku mijara wê kurd in. Bi gotinek din, ew jî mîna neteweyên din ên bihêz, afirîner û danerên dîrokê/zanînê ne. Wiha ravekirina dîrokê ji alî Şerefxan de dibe şîrovekirinek taybettir a dîroka kurdî. Û ji ber ku ji wî re dîrok ne tiştek e ji bilî çîroka wan kesan ên mijûlî têkoşînên hêzî yên siyasî û leşkerî, Şerefxan pêdivî dibîne ku wan kesan binasîne ku wî ji xwe re kirine mijara dîrokê.
Ango ji me re hinekî basa kurdên mêrxas û pêşengên dîroka xwe bike. Ev hesibandin bingehîn e di avakirina dîroka wî de wek projeyek neteweyî ya kurdî. Hema piştî lîsteya naveroka pirtûka xwe, ya ku bi kitekitî çîroka wî ya dîrokê li gor pileya hêz û desthilatiyê dixe beş û jêrbeşan, Şerefxan bi ravekirina kok û esilan, sefandina hoz û eşîran, destnîşankirina erdnîgariya Kurdistanê û rewişt û tîtalên kurdewarî dest bi çîroka xwe dike. Herçi galegotên bêbingeh ên li ser kok û esilê kurdan in (ereb û eceman digot ku qaşo kurd dûndeya Şeytan in an jî nîvmirov-nîvdehbe ne) Şerefxan serê xwe bi wan naêşîne û vekolîna xwe bi profesyonalî didomîne.
Paşî ew hozên kurdan par vedike ser çar koman angorî “ziman, urf û adet û rewşên wan ên civakî”: Kurmanc, Lor, Kelhûr û Goran.” Ew dînê wan wek misilmanên sinî û êzidî dide zanîn. Ew welatê kurd lê dijîn bi Kurdistan dinavîne û tixûb û sinorên wê diyar dike. Ev hemî elementên giring in bo danîna dîroka wî wek projeyek neteweyî. Lê armanca bingehîn a pêşgotina wî ew e ya ew li ser rewişta kurdan û dewr û rola wan a dîrokî dibêje. Şerefxan serbilindî, serbixweyî, rûmet, rastgoyî, merdî û pêbaweriya hemberî desthilatdarên xwe wek rewiştên serekî yên kurdan tîne ziman. Ew mêrxas û serbilind in ku ji parsekî û belengaziyê direvin. Bo wan şelandin û talankirin jî ji parsekî û xwestokiyê çêtir e.
Warê wan feqîr û hejar e û pirraniya wan jiyanek sade dijîn lê hejarî ticarî wisan nake ku ew rûmeta xwe û serbilindiya xwe ya neteweyî ji dest bidin. Lê rewişta herî bingehîn bo kurdan, bo her kurdekê/î, wêrekî û mêranî ye.
“Bi gelemperî kurd di mêranî û wêrekiyê de di ser ên din re ne…. Wisan dixuye ku gotina ‘kurd’ a tê me’neya aza, bicerg, canfidayî, wek leqebek bi wan ve hatiye kirin. Çunkî pirraniya pehlewan û mêrxasên bi nav û deng û qehremanên qada şer û cengan û serdarên bi nav û deng ji nav gelê kurd serî hildane.”
Bo ku vê angaşt û îdiayê palpişt bike, ew wek mînak navê çend kesan dide: Rustemê Zal di serdema Keykubad Paşa de, Behramê Çûpîn, Gurgîn û evîndarê navdar Ferhad ku çiyayê Bestûn bo evîndara xwe Şirînê kolî. Ew bi helbestî dinivîse:
“Binêre li Bestûnê serkeş
Cerg û dilê pir ji birîn niha jî
Kîjan hêz e dibê ku jê biriye?
Kîjan çeng e ku çiya dirandiye?
Nivîsand bi devê kuling li ser berd
Her kurd e ne berd û merdê bê gerd (*)
Sertopê kurên kurdê Kelhûr
Ferhad e rahên dil ve ji çiya dûr.”
Zelal diyar e ku Şerefxan bi gelê xwe serbilind e. Ew ti eger û sedemên rûreşiyê di rewişt û tîtalên kurdan de nabîne. Mêranî, merdî, serbilindî, rastgoyî, mêvandarî û hwd. rewiştên her kurdekê/î ne – çi kesek sade û çi jî payebilind. Lê dîsan jî kêmasiyek mezin a neyînî di rewişta kurdî de dibîne. Bi rastî, ew heman mêranî, takekesî û serbixweyî ye ku dibe dijminê kurdan bi xwe. Şerefxan dinivîse:
“Eger rew[i]ş[t]ek kurdan a xirab hebe, ew jî ew e, ku kesek ji kesekî din re serî natewîne, ji hev re nayên ber kemendê û her wekî lib û lib herkes fikir û bi serbilindiya xwe dike. Bi hev re fikra serbilindiya muşterek nakin, pişta hevûdu nagirin û nabin yek. Di derheqê vê rew[i]ş[t]a wan a ne baş de, mamostê zana Mewlana Se’deddîn ku mamosteyê (muderris) Sultan Murad… bûye, di dîroka … Osmaniyan… de li ser kurdan… wiha dibêje: ‘Her kurdekî bi xwe bi serê xwe li gor kêfa xwe ala jiyana ferdîtiyê (3) bilind kiriye û di nav wan çiya û geliyan de bi serbestî dijî. Eger em li warê yekgirtin, hemfikirî û hevkariya wan a bi hev re binêrin, em dibînin ku tenê di kelîme-î şehad de, ya ku di musûlmantiyê de yekîtiya Xwedê îrade dike nebe, qet li ser tiştekî din tifaq di navbera wan de tune.’”
Şerefxan van gotinên kesek ne-kurd dixe pirtûka xwe bê ku bi ti awayî helwesta xwe li ser wan diyar bike yan tê bikoşe sedemên din ên bêyeketî û bêtifaqiya kurdan bibîne, ji bilî rewişta kurdan a takekesî û serbixwe, tevî ku ew bi zelalî ji ber bêtifaqiya kurdan xemgîn e jî. Ev helwesta wî birêk e digel bîreweriya wî ku dîrok şano û dramayek takekesan e ku li dû hêz û bicîhatina armancên xwe ne. Di çîroka wî ya dîroka kurdan de ji serî ta binî em pûtepêdanek mezin bi mêraniya takekesî, îradeya şexsî û hişmendiya kesî dibînin. Madem ew mêranî, wêrekî û serbilindî wek rewiştên kurdan dide zanîn, wek encam dîroka wî dibe belgenameyek zêrîn a mêranî, serbilindî, hinêr, şiyan û xweragiriyê lê herwiha bêaqilî û serhişkiya gelê wî jî diyar dike. Ev awayê nêzîkbûna mijarê jî pirr giring e bo zelalkirina kurdewariya dîroka wî. Ew bersivdana vê pirsê ye: dîroka kurdî çi ye?
Bo Şerefxan, Kurdistan welatê kurdan e û tişta kurdan dike kurd jî serbixweyî, mêranî û serbilindiya wan e. Dîroka kurdan li Kurdistanê dîroka hoz û eşîrên kurdan e ku – bi gotina Ibn Xaldûn – “esebiya” heye ku cure xizmî û lêzimî û hevbendiyek hozî û eşîrî ye ku têra wan hêzê dide wan daku li deverek erdnîgarî bikarin desthilatiyek binemalî ava bikin. Ev hêza binemalî bi pirranî di binemalê de wek mîras dadikeve nifşên nû ku piştî du-sê nifşan bi xwe ji nav xwe ve hildiweşe yan jî ji alî “esebiyayek” derveyî ya bihêztir – an kurd an jî ne-kurd – ve tê ruxandin.
Diyarkirina tixûb û sinorên Kurdistanê ji alî Şerefxan de girêdayî wê yekê ye ku ew kîjan herêman wek ji kevn de kurd lê bicîbûyî û desthilatî lê kirî dihesibîne. Kurdistan, Şerefxan dibêje, ji welatên cîran feqîrtir e lê gelê wê dîsan jî serbilind û serbixwe ye, ne ticarî di şan û şerefa xwe de kêmasiyê dikin û ne jî xizmeta zordar û mirovkujan dikin bo xatirê zengînî û dewlemendbûnê (r. 68). Loma: “… qral, Sultan û kesên bihêz û biquwet ên din, çavên xwe bernedane welatê wan û niyaza dagîrkirina welatê wan nekirine dilê xwe, bi berdewamî welatên wan di bin dagîrkirinê de negirtine. Tenê ji bo diyariyekê çavên xwe li wan girtine û dev ji wan berdane, eger şerek jî biqewime, ew kurdan dibin û li dijî dijminên xwe dirawestînin û xwe pê diparêzin. Ji bilî van[,] xwe têkilî nav karê wan nekirine û dev ji wan berdane. / Lê heke hinek caran qralek an Sultanekî mezin dagîrkirina Kurdistanê û welatê kurdan ên qismên çiyayî kiribin serê xwe jî, gelek xwîn û mal ji çavên xwe derxistine û gelek giran li ser wan rûniştiye… di netîceyê de poşman bûne û piştî dagîrkirinê jî naçar bûne ku cardin [welat] bispêrin xwediyê pêşî.”
Taybetmendiyek din jî ya herêmên kurdan ew e ku ew herêm tenê kêm caran ji alî binemalên ne-kurd de hatibûn birêvebirin.
Lê bo Şerefxan dîroka kurdan tenê bi şano û dramaya kurdan li Kurdistanê nayê tengandin û sinorandin. “Esebiyaya” kurdî yan mêraniya kurdî li kû serê xwe rabike, ew dîroka kurdan e. Ibn Xaldûn bi zelalî ravekiriye ku “esebiya” yên mayinde û xweragire bihêz dikarin ji binemaliyê bibin împaratorî. Ev pêşketin an qewimîn encama têkiliyên hêzî ango dînamîkaya navxweyî û derveyî ne, ku ji ber têkildariya sedeman, “esebiya”yek nû peyda dibe. Bi gotinek din, dîroka împaratoriyê “esebiya”ya wê hêza navxweyî ye ku bikare berfire û berbelav bibe, dagir û hukum bike. Loma binemal û împaratorî bi navê “eşîrên esebî” tên nasîn.
Loma ji Ibn Xeldûn re dîroka Îslamê ya qonaxa wê ya pêşîn bi serekî dîroka Esebiyaya Qureyşî bû ku Mihemed jê bû. Tixûbkirina Kurdistanê ji alî Şerexan de hevrêbaz e digel bîreweriya xaldûnî ya berpêbûna hêza hozî û eşîrî di civakên îslamî yên Rojhilatî de. Loma Şerefxan hemî babeta berfire ya îslamî ya kurdên Eyyûbî wek dîroka kurdî bi xwe, wek dîroka serdarên mezin ên kurdên Eyyûbî dihesibîne. Ya balkêş û serincrakêş ew e ku Şerefxan di çîroka xwe ya li ser heyama Eyyûbiyan a dîroka kurdî de şer û cengên wan ne wek “Îslam dijî Filetiyê” lê “Kurd dijî Filetiyê” dinivîse. Em herwiha wê dilşadî û serbilindiya pirr dibînin ku Şerefxan hest pê dike dema basa hemî biserketin, qehremanî û bidestxistinên hikûmî, şaristanî û çandeyî yên kurdên Eyyûbî dike.
Wiha Şerefxan bi zelalî destnîşan dike ku tenê mêranî nikare bibe dîrok. Dixwiye ev e dersa herî giring a ew dixwaze dîroka wî bide gelê wî. Serdarên mezin ên kurdan, ku Şerefxan bi şanazî basa wan dike, ji bilî hemî mêraniya heyî, herwiha hemî hişmendî, baldirêjî (sebir), bînfirehî û dinyadîtiniya heyî jî bi kar dianîn. Rê û rêgeya rabûna Eyyûbiyan, gelek biserketinên kurdên Lorî, mîrên Erdelanî û mîrên Bedlîsî nîşaneyên wê yekê ne. Dema hevsengî û balansek di navbera hişyarî û mêraniyê de hebe, bi rastî kurd dikarin dîrokan biafirînin; wek din encam xwelîwerkirina bi serê xwe ye.
Ji îngilîzî: Husein Muhammed
Gotinên Şerefxan ji çapa kurmancî ya Şerefnameyê hatine wergirtin. Wergêrê wê Ziya Avci ye. Weşanên Apec, Stockholm 1998.
1. Nivîserê vê kurtelêkolînê birêz Dr Kemal Mirawdelî diyar nekiriye ka wergiranên ji Şerefnameyê ji kîjan çapa wê ya bi kîjan zimanî anîne. Dixwiye ku wî wergiran ji çapek farisî yan jî çapa kurmanciya jêrin (soranî) ya Mamoste Hejar (Ebdurrehman Hejar) li îngilîzî wergerandine. Lê ji ber ku (bi saya serê her sax be yê hêja Ziya Avci) Şerefname bi kurmancî heye, me hemî wergiranên di vê kurtevekolînê de rasterê ji çapa kurmancî hilçinîn û pêşkêşî we ezîzan kirin – Husein Muhammed.