Çend hezar salan pêşde li başûrê Filistîna îro milletek bi navê Medyen dijiya. Gelê Ayka jî cîranên wan bû. Zeviyên wan î pirr mezin û berdar hebûn.
Gelê Medyen bi ticaretê, kirîn û firotina tiştan jiyana xwe didomand. Lêbelê gava wan ticaret dikir, caran dadmend ranedidan. Gava tiştek difirot, tim û tim kêm dikişand, lê wexta jî bi xwe tiştek dikirî, wê tayê jî mexsûz pirr kîlo dikişandin. Bi vî awayî hemû pê hev dixapandin. Bisekinin hîna neqediya: Gava ji dest wan bihata, li rêwiyan dixist, car caran jî ew dikuştin û tişt miştên wan didiziyan. Baweriya xwe bi Xwedê jî nedianîn, li şûna wî da bi xwe ra cûrbecûr ji keviran û daran pût çêkiribûn û ji wana bi şev û roj secde dikir.
Ji ber ku Xwede pirr dilovan û mihrîcan e û naxwazî mirovan biavêje cehnimê, rojekê ji vî gelê Medyen ra pêxamberek bi navê Şûayb şand. Hz. Şûayb got ku gerek e ev gelê rêşaş dîsa bê ser riya Xwedê. Bi rastî jî karê wî gelekî dijwar û çetin bû.
Pêxamber hat cem gelê Medyen û bi van gotinan hemû mirov li dor xwe kom kirin: “Ey gelê min, qeziya Xwedê bikin û qe xwedayekk din ji wî ra mekin heval, tenê ew layîqê perestinê ye. Îro şûnve gava hûn tiştekî bifiroşin û bikirin, hêjmarên qentera xwe meguherînin û nerast mekişînin. Ev neheqiyek mezin e û li cem Xwedê bêexlaqî ye. Hûn bi derewên xwe li ser erdê bêtarekî pirr mezin peyda dikin. Bisekinin, hîna hûn dîsa neçûne mala xwe, hinekî gotinên min guhdarî bikin û dû fermanên min herin. Rojek tê hûn dimirin û Xwedê jî ji we hemûyan karê we pirs dike!“
Gelê Medyen li dû van qeziyan hinekî şaş bû. Yek ji nav koma mirovan derket pêş û pirs kir: “Ey Şûayb, niha tu dixwazî me ji xwedên me dûr bixinî? Ji te ra çi? Na tu qey nahêlî ku em bi daxweziya xwe mal û perên xwe berhev bikin. Tu çima dewlemendiyê li me qedexe dikî ? Tu çi wer mîna dînan tevhev qise dikî.» Hz. Şûayb bi aramî bersiv da: »Ez dixwezim ku ji we re riya rast nîşan bidim. Nêta min tev we gengeşî kirin yan jî nav we da bizewî derxistin nîne. Tenê bizanin ku xapandin û dizîkirin gunehên pirr mezin in û qe li xweşiya Xwedê narin. Ez tenê resulê Xwedê me û dixwezim ku ji we ra fermanê Rebbê Alemê bidim zanînê.»
Ser vîna yekî bi dengekî pirr bilind qêriya: » Pirr tiştekî ecêb e! Em te hu nakin, ey Şûayb. Xwedê kî qasa gir û xurt çima mêrikekî wek te pîr û bêhêz ji mirovan ra bişîne. Tu çawa dikanî bibî pêxamberek? Ey Şûayb, tu derewan dikî. Ne pêxamber, ji te merî bîle dernakevî. Ey Şûayb, bawer bike ku gava em tev te lêzim nebûna, me tu dê hema di cî de bikuştayî! Here karê xwe bike û hew xwe têkilî me bike!“ Lêbelê pêxamber Şûayb dîsa jî got: “Min nika hu kir. Hûn ji bona lêzimiya me, xwe xurt hîs dikin û pişta xwe ji hêla Xwedê da diçerixînin û dijî wî derdikevin? Va gerê çer bê hu kirinê ? Bi rastî jî Xwede min hemû tiştên hûn dikin û dibêjin dizanî! Ew gava bixwazî, hema nika jî dikane we bike binê erdê. Ceza Xwedê waqas hişk tê ku hûn serev hu nakin çi pê we bûye.“ Mirov bêşerm û heya gotin: “ Haaa...haaaa..., çi dibî me hinekî din bitirsîne. Here ji Xwedê xwe ra bibêje ku bila ji me ra wî cezayê ku qestî mestî tunebûna me tînî, bişînî, tu jî wê tayê vala dibî û bi me ra pê ketinê xilas dibî û dikanî herî cihê xwe.“ Ser vîna Hz. Şûayb destê xwe ji vî gelî kişand û çû cem cîranê wan gelê Ayka. Ji wan ra jî gotinên Xwedê neql kir: “Ez Resûlê Xwedê me û pexamberekî dilsoz im. Ez ji bona gotinên xwe ji we tişteki naxwezim. Tenê Xwedê dikane xelata min bide. Çi dibî ticareta xwe bi xapandinê mekin û neheq nebin. Ji Xwedê bitirsin û tim û tim qeziya wî bikin, ji ber ku tenê wî hûn afirandine.“ Lêbelê gelê Ayka jî ew hu nekirin û bi matî gotin: “Ey Şûayb, kê ji te ra sihir kir û aqlê te nav hev xist? Hemû tiştên tu dibêjî tam derew in! Mana pêxambertiyê çi ye, gerê çer were fam kirin? Û tu bi rastî kî yî, tu ji me çi dixwazî? Em gerê gotinên te çer fam bikin. Aqlê xwe bigire serê xwe!“
Hz. Şûayb bi dilekî xemgîn mêzeyî wan kir. Hinek mirov dijî wî derneketin, hinek jî qe guhdariya wî nedikir. Mirovên ku dijî wî derneketibûn, dûra hatin cemê û pêxambertiya wî rastandin, ji ber ku wî belê jî qe derew yan jî neheqî nekiribû. Piştî wî rojê şûnve wan dixwest ku li şûna pûtan tenê Xwedê xwe yî rast, Xwedê Hz. Adem, Hz. Nûh, Hz. Ibrahîm, Hz.Ismaîl û Hz. Şûayb biparêzin. Hz. Şûayb keyfan ra hemû mirovên biîman û dilnizm hemêz kirin û ji wan ra ola Xwedê yê rast hukrin da.
Dûra jî ket rê û çû welatê gelê Medyen. Tev wî mirovên ku yê ola Islamê pejirandî bûn jî çûn. Wan bi şev û roj bê qefilandin û bi hewlekî mezin pûtperestan ra waaz dikir. Tim û tim mirovên gelê Medya û gelê Ayka ban riya rast dikirin û ew bi agirê cehnimê ditirsandin. Lêbelê banga misilmanan ji hêla gahuran tim dihat caw kirin. Kesekî ew guhdarî nedikir û hêdî hêdî dest bi nefret kirina va mirovên baş kirin. Hz..Şûayb û hevalên wî hembera xeterekî pirr maîn da bûn. Pûtperestan car caran mirovên ku dû Hz. Şûayb diçûn digirtin, lêdixistin û rût û repal dikirin. Hz. Şûayb êdî nedikaniya van neheqiyan bikşînî. Rojekî çû cem gahuran ku wan agahdar bike: »Ey gelê min, çi dibe gava hûn bi xwe bawer nakin se jî, yê herî hindik, qaşî mirovên misilman mekin. Hûn pirr nebaş û neheqin! Hela carekî tunebûna gelê Nûh, Hûd û Salih bînin bîra xwe! Hûn qe rojekî ser radan û gahurtiya xwe yî nebaş raman nakin? Ey eşîret û gelên vî erdî, bê şik hemû rastî ji we ra hat gotin.“
Ser vîna mêrikek dewlemend ku serokek bû derket pêş û got:“ Na, ey Şûayb. Em hewceyî riya te û Xwedê te nînin. Bizane ku em gerê qe te bawer nekin. Dijane tu dîsa were ser ola kal û pîrên xwe, va ji bona te hê baştir dibe. Lêbelê gava tu û piştvanên xwe zû aqlê xwe negrin sere xwe, em gere we ji bajêr bavên der. “Hz. Şûayb ji wan ra ev bersiv da: “Na, piştî me rastiya Xwedê dît û li ser riya wî ketin, em dîsa nikanin vegerin ser riya pûtan. Guh nekî hakana mezin cem Rebbê alemê nayê aborandin. Hûn ji me vegerînê hêvî mekin! Bê şik Xwede wê dinê navbera me û we dab iryarekê dide, ji ber ku tenê ew dadmend û dilovan e.»
Pûtperestan roj bi roj misilmanan ra hê pirtir nebaşî dikirin. Wan bi gotinên xwe yî derew, misilman tizî Hz. Şûayb dikirin »Em xurt û dewlemend in, li dû me werin û Şûayb red bikin. Em zêr, zîv, bostanan ûgelek xwerinê bidin we.» Lêbelê piştvanên pêxamber dîsa jî hakana digotin: »Na hûn me bikujin jî em dîsa ji riya Xwedê da dernakevin û nayên ser ola we yî ji rastiyê dûr. »
Bi vî awayî pirr rojên biêş û bêhêvî hatin û çûn. Hemû misilman bi xemgînî mêze Hz. Şûayb dikirin. Wî jî herdu destên xwe li ber wî ezmîn kir û ji Xwedê biryarek û rizgarî daxwaz kir ku bila ferqa navbera misilmanan û pûtperestan derbikeve rastê. Bila mirovên ser riya rast werin bexşîşandin ku yê bêîman rûreş û misilman jî dîsa hêvîdar bibin. Piştî diayên Hz. Şûayb hewadora wan her çû hê germ bû. Germî ewqas dijwar bû ku gahur ji tirsan qurifiyan û hêdî hêdî fêrî rewşa xwe ya nebaş bûn. Vê germiyê dikanî canê wan hişk bike û wan vegerîne xweliyê yan jî xolavê. Bi vî awayî pûtperest nav xûdana xwe da fetisiyan.
Van bêtaran tam heft rojan li ber xwe da. Hemû kanî, bîr û çem ziha bûn. Pirî mirov ji tiyan û birçiyan miriyan. Hinek jî nedikaniyan hê rabin ser xwe. Lêbelê dîsa jî ji Xwedê bawer nedikirin û xwe ber pûtan ji bona alîkariyê davêtin erdê: “Hewaaar, hewaaar, hewaaar, çi dibe ey xwedên kal û pîrên me, ji me ra dilovan bibin. Me ji vî bêtara mezin xilas bikin!» Roja heyştan hewa hinekî hînik bû, ewrekî reş ket pêşiya tavê û hemû dertarî kir. Ser vîna pûtperest bi dilekî fireh qêriyan:“ Şukir ji pûtên me ra, em xilas bûn. Wana bergerîn û sergerînên me bihîstin û bersiv dan!“ Lêbelê şahiya wan pirr hindik ber xwe da. Carkî da erdhêjînek pirr mezin bi wan girt. Hemû malên wan hêrifiyan û pûtperest bin kavilan da man. Qe pûtek jî zexm nemabû, hemû ser sêrî ketibûn erdê. Qe pûtperestek nekaniya ber vî tofana Xwedê xilas bibe, hemû miriyan. Hêla din, rewşa gelê Ayka jî pirr baş nebû. Nav ewrên reş da birûsk mîna marekî bijehr bi erdê diketin û hemû tişt dişewitandin yan jî dikirin kumek xweliya reş. Bi vî awayî gelê Ayka jî hemû tune bû. Ne ji eşîreta Madyan ne jî ji eşîreta Ayka qe mirovek xweş nema. Hemû ji bona bêîtaet û rika xwe yî li dijî Xwedê hatin kuştin.Tenê Hz. Şûayb û mirovên ku dû wî çû bûn, jîndar man. Dûra jî Hz. Şûayb mêze wan herdu şunên helşandî kir û got » Ey Mîrê min, min ji wan ra pirr salan heqî û neheqî nîşan da. Min ji wan ra tim û tim hêza te, dilovaniya te û meziniya te neql kir, lê wan pirr bêitaetî kir û pirr bi ser de çûn. Wan qe karekî xweyî nebaş ber nedan. Bi rastî jî van herdu gelan ceza te heq kir. Ez xemgîn ninim. Gerê heyfa misilmanekî li pûtperestên înad û bêîman neyê. Gelê Medyen û gelê Ayka bextê gelê Hz. Nûh, Hz. Hûd, Hz. Salîh û Hz. Lût ku hemû hatine tunekirin, parve kirin. Ey Rebbê min, ji te ra hezar carî şukir ku te em ji destên van zulumkaran xilas kirin.“
Hz. Şûayb dû vî bêtara mezin hîna pirr salên din jiya. Xwedê bi hezaran pez û dewar dayê û ew pirr dewlemend bû. Qîzên wî jî pirr biîman û dawênpak bûn. Piştî Hz.Sûayb çend salan şûnde pîr bû û êdî nekaniya şivantiyê bike, qîzên wî karê bavê xwe berdewam kirin.