piştê çûyîna te,
tu wextê hingê îşev xûmam nebûbû
asîman.
tu car hingê îşev ev qas wûnda
nebibûn
stêrkên tiral.
heyîv mîna stêrkek xûricîbû,
baran dibariya li ser tenêtiya min ê
nû.
bêdengiya kambax min,
di kolanên nenas da gerand.
rastê stranbêjekî kolanan hatim,
wekî ku ew jî tenê bû,
hestên xwe yê çilmisî diheland,
di navbera têlên gîtara kevnar de.
û min di tuneya te de,
guhdariya wî kir.
êdî ez jî tenê bûm,
hingê strana ku ji têlên wê gîtarê
dirija.
hestên min coşand,
ew strana ku ji têlên gîtara stranbêj
xwe
dihûnand.
di wî kolana nenas de min,
te gerî... piştê çûyîna te.
tu di wî kolana xerîp de ne xûyayî...