Li bin siya çavên te de radizim,
di havîna evînê de, bayên hînik û sermest,
digerînin min, li pê te, di nava ewrên tîn,
di nav du reşbelekan da dixemilînin govenda xewnan.
Ji ser deşta dilê min direşînî,
tola hesreta xwe.
Cotkar im
Palevan im
Û
Qermger im
Bi tîn û şeweta te, reş keliyan ax!
rojên li min borî û e hê neborî.
Bi êş derbas dibe neditîna te,
her dem êşe dikşînim,her
dewsekê cixareyê de,
dewsek din û yek din û yek din.
Ji bîhna te digerim di ya dawî de
lê mixabin tu car naşibe yên te.