Pêşewa Qazî Mihemed !
Di 59 saliya komara te de
Pêlên evîna şop û şûna te
Bêrîkirina nav û dengê te û
Serboriya te
Li ber çavê me diraqisin ,
Semayê dikin,
Di guhê me de bi zingezingin û
Bîr û baweriyên me
Di bin navê te de
Dibin yek.
Ey Pêşewayê di nav mede amadeye
Mîna rokê !
Ey dara beriwê ,dara bi hêl û hêz !
Va em di bin siya navê te de
Xwe di parêzin
Ji berê te xweş fêkî û êmîşî
Diwin...
Pêşewa Qazî Mihemed !
Di bîranîna komara Kurdistanê de
Welat dikene !
Gulîstan û daristanên wê
Bi navê Qasimlo û Şerefkendî
Têne avdan !
Qesir û qunaxên wê
Bi lat û zinarên
Zagros, Ararat û Cûdî
Bilind dibin
Navê Xanî û Bedirxan
Hefîd û Barzan
Di sînga welat de têne nivîsandin..
Welatîno werin ,tev werin
Em bi hev re
Serboriya Qazî Mihemed
Bixwînin
Ji Mehabada xwînlî,
Barzana berxwedanê û peravên Aras
Ta bi 11ê êlûnê û gulana rengîn..