Bapîrê wî
Mir bû li nav
Xilwetgehê
Bi helkefta cejna
Qorbanî û buna wî
Mîratgirên
Xelîfên bab û bapîran
Diyarîyek bu wî hinart
Ji Mekehê
Di gel zarokên
Hevalên xo komve bibûn
Demê karton
Hatiye şikandin
Ji encamê peqîna wê
Bi tenê hindek
Parçe leşên wan
Ji ber man
Di kelî li nav
Koştargehê
Piştî pirisiyar û vekolîn
Hatîn kirin
Li vê gonehê
Çunko diviya
Bi zimanê Daykê bixwînît
Li xwandingehê
2004
Rêvîng
Ne peristin û
Ne pîroziya
Tev ber û bit û peykeran
Di ferhenga îslametiyê de
Xaleka berçav û
Geşe
Tênagehim
Çi merem ji
Li dor zivrîn û maçîkirina
Berê reşe
Lewa ez bi xwe
Di gel Melayê Cizîrî
Bi şel û şepik
Bi çox û dersok
Bi kalk û berpêk
Çona min beref
Laleşe
2004
Dar alînk
Tif li wî çerxê bi tine destelat bit berwîk
Vîndar ne gehne êk, ne bînin bu êk zava û bwîk
Dê bila noke nebayne ey hîvî û omêd û xozîk
Li ser demekî me xo dît bay ê bê kosp û derd û arînk
Bê şerm û tiris, bi layê min vet u firîbay ey ciwan tivîrk
Da tiblên xo têkhilkêşim, da ji te re bibaye hêlînk
Demê sitûna pergeha min tu dagîr kî gul dar alînk
Tu dê bînî hozanên min li dormandor dê bine belatînk
2004
Xoragirtin
Pêşmergekê mukum bawer
Got bi şev û roj li ser me bî şer
Firoka li çiya dikir sîber
Doşek ax bî, balîfk jî ber
Sê roj bê nan me girt çeper
Pirte reqe nanekê ker
Hate xwarê bê lîleper
Min mişk ji konê hat esker
Beref nanê ji dest hatiye der
Min gotê mişkê xolîser
Eveye bu min û te qeder
Li dilê xwe neke keser
Ez ji te birsî tirim her
Nanî dê xom li def min bî qer
Eger ji şerî buyne veder
Dê deme te heft beramber
2005
Ser birrîn
Dîrok her deyndara
min e
Çi caran min ne dîtiye
Tol vekirîn
Min ne dîtiye
Çavên wê jî
Bu min girîn
Çunko hindî
Bîra min di hêt
Şimşêr û qeme û çequwa
Bi êk dengî
Bi gef û gora yê li min
Xorîn
Di bêjne min
Yan divêt hizra
Neteweyi û
Niştimanî
Bi hedîs û ayet
Bi firoşî
Dê ji te kirîn
Yan jî
Dê sere te
Birrîn
2004