Babekî birrek kurran hebûn ku herdem pev diçûn û bi serûçavên hev ve bûn. Babê wan pêşî tê koşî ku bi şîretên xwe wan rawestîne. Lê dema pê hesî ku ti mifa jê nîne, biryar da ku bi nimûneyekê kembaxiya parçetiyê ji wan re diyar bike:
Rojekê wî ji kurrên xwe daxwaz kir ku desteyek şivikan jê re bînin.
Dema kurrên wî wisan kir, wî qefta şivikan her carê da dest yekî ji kurrên xwe û daxwaz jê kir ku wan bişkîne.
Her yek bi hemî hêz û hinêra xwe tê koşî lê ti kesî nikarî qefta şivikan bişkîne.
Paşî babê wan şivik ji hev vekirin, yek bi yek bo şkandinê da destê kurrek xwe û kurrikî ew bi asanî şkandin.
Piştî şkandina hemî şivikan ji alî kurrekî ve, babê wan ev gotin ji wan re gotin:
"Lawên min, ger hûn yekdil bin û bibin yek bo hevkariyê, hûn dê mîna qefta şivikan bin; dijmin nikarin we biêşînin. Lê ger hûn parçe-parçe bin, hûn dê mîna şivikên bitenê bên şkandin."