|
|
Kerekî bihîst ku hin kulî stiranên xwe distirin û gelek kêfa wî hat. Dilê wî jî bijiya awazên wisan xweş û xwest bi xwe jî dengek wisan hebe.
Ji kuliyan daxwaz kir ku jê re bibêjin ka çi dixwin taku dengê wan wa şirîn dibe. Kuliyan gotê ku bi xunavê dijîn.
Kerî biryar da ku ji hingê pêve tenê bi xunavê bijî.
Demek dirêj pêve neçû, ker mir ji birsan.
|
|