|
|
Gurî berxek ji keriyê xwe veqetiyayî dît. Gurî biryara xwe da ku bê sebeb zorê li wê neke lê hêcetekê bo xwarina wê bibîne.
Lew wî gotê: "Keçê, te par dijûn gotin min."
Berxikê bi dengek rezîl got: "Bi sond, ez hingê hê nebûbûm."
Hingê gurî got: "Tu li çergeha min diçerî."
"Na, ezbenî", berxikê bersiv da, "min ta niha tam jî nekiriye giya."
Dîsan gurî got: "Tu ji bîra min vedixwî."
"Na", berxikê ragihand. "Min hê qet av venexwariye çiku şîrê diya min xwarin û vexwarina min e."
Piştî van gotinan gurî xwe li berxikê da, ew xwar û got:
"Na! Ez bêşîv namînim ta ger tu her dawaya min derew derbixî jî."
Yê zordar dê herdem bihaneyekê bo zordestiya xwe bibîne.
|
|