|
|
Mişkek bi serûçavên şêrekî ve meşî û şêr ji xewê şiyar kir.
Şêr qehirî, mişk girt û li ber bû wî bixwe.
Lê mişkî bi dengek dilsoj jê hêvî kir: "Ger tenê tu min sax bihêlî, soz didim ku ez ê heqê vê qenciya te bidim."
Şêr bi mişkî kenî û ew berda.
Piştî kurtedemekê şêr ji alî hin nêçîrvanan ve hat girtin û bi werîs û bizîngan hat girêdan.
Dema mişk bi orrîna wî hesî, hat bi didanên xwe werîs û bizîng kirrandin, şêr azad kir û got:
"Te galteyên xwe bi hindê dikirin dema min digot ku dê rojekê şêr jî hewceyî alîkariya mişkî bibe."
|
|