JI "DEMSALEKE DI DOJEHÊ DE"
JI ELMANÎ: EBDULREHMAN EFÎF: [email protected]
KEÇIKA AQILSIVIK
MÊRÊ DOJEHANE
Em li mikurhatina dosteke dojehê guhdarîbikin:
„ O mêrê xewdane, axayê min, ne lidij mikurhatina berdesta xwe ya herî xemgîn be. Ez serxweş im. Ez qirrêj im. Çi jiyan e!
Bibuhire, Xwedayê mezin, bibuhire! Ax!Bibuhire!Wilqas hêsir! Û hîn wilqas hêsir piştre, hêvîdikim! Dûra dê ez wî nasbikim, mêrê xewdane! Ji çêbûnê ve hîn ez koleya wî me.- divêt yê dî aniha tenê li min bixe ! Pêşî ez di binê cîhanê de me! O dostên min!... na, ne hevalên min...ticarî berê ne ev tewşmewişandin û jan... Ev êdî zelal e! Oh! Ez dijanim, ez diqarim. Ez diêşim birastî. Biserde ji min re hertişt azad e, barkirî û tije bi guhnedan û kêmlênerînê ji aliyê dilên sar û paye. Îcar wilo, bihêlin ji we re vebêjim, û heger, ko bîstcaran jî divêt dûbarebikim- herwilo şevreş, herwilo bêsûd! Ez dîla mêrê dojehane me, yê keçikên ehmeq avêtine mirin û têkçûnê. Erê ew bixwe ye, ev Iblîs, ne cinn, ne pîrebok. Lê min, ya min hikmet windakiriye û nifirlêhatî me û mirî me ji cîhanê re – min wê tikes nekuje!
- Çawa divêt ez ji we re li ser biaxivim! Ez dikarim erê ne zêdetir bipeyivim. Ez di xemgîniyê de me, ez digirîm, ez ditirsim. Hineke hênkahî, Xewdê, heger bibe, heger tu bihêlî!
Ez bî me... – ez bî bûm...- lê erê! Carekê ez pirr jêhatî û jixwerazî bûm, û ez çêbûme, neko bihilim û bimînim hestî!... –Ew- ew hema zarokek bû... baljêheyînên wî yên razane ez revandim. Min erkên mirovane tev jibîrkirin, da bidim dû wî . Çi jiyan! Jiyana birra nelivir e. Em ne li dinyayê ne. Cihê ew dirêyê, dirêmê ez jî, divê wilo be. Û pirrcaran dikeve bêhntengiyê de lidij min, lidij min canê hejar. Iblîs! – Iblîseke ew, hûn zanin, ew ne insan e. Ew dibêje: „ ez hez ji pîrekan nakim. Hezkirin, mirov dizane, divêt nû bête daçêkirin. Ew dikarin erê netiştekî zêdetir bixwazin ji lêmiqatebûneke bêgumandarî pêve. Ko pêşî bidestket, dê dil û spehîbûn li aliyekî bêne avêtin: tiştê dimîne, guhlênedaneke sar, nanê zewacê, îroroj. An ez pîrekan di nîşana bextiyariyê de dibînim, ji wan yên min dixwest dostine baş çêbikim, ên zû ew hatin daqurtandin ji aliyê Berberan ve, nazik wek koma êzingên vêketî...“ ez lê guhdarîdikim, çawa şermiyê diguhere payeyiyê, tirsdariyê dike balkêşî. „ Ez ji nijadekê dûr im, bapîrên min skendinavî bûn: wan xwe dinav parsiwan de kêrdikir û xwîna xwe vedixwarin.- Li ser laşê xwe gişî ezê birînan bikolim, şanan bineqişînim, wilo nexewşik dixwazim bibim wek mongolekî: tu yê bibînî, ezê di cadan de qîrwîrêbikim. Pirr dînbibim dixwazim ez ji bêhntengiyê. Pêş min neke yekcar xemlê, ezê xwe bixijiqînim û li ser cilikê xwe li xwe bigerînim. Dewlemendiya xwe, wê hêvîdikim baş bi xwînê pînekirî. Ticarî ezê nexebitim...“ Di şevên wilo de , wexta Iblîsê wî ez digirtim, me xwe di erdê de dida, min pê re tekoşîndikir! – Pirr, di şevan de, dema ew mest e, radiweste li ser rêyan an di xaniyan de, bo min ta mirinê veciniqîne û navqetandîbike. – „ Dê çesipandî serê min bête jêkirin; dê pirr gennî be hîn.“ Oh! Ev rojên ha, dema dihat û diçû, kuştin di awiran de. Carinan dipeyive ew bi awayekî mîna lalan hestdarîtije li ser mirinê , ya dajo poşmaniyê, li ser bedbextan, ên bêşik hene, li ser xebatên zehmet, li ser xatirxwestinên dilan diçirrînin. Di meyxaneyên xerab de, ên di wan de me xwe serxweşdikir, digiriya, dema wî ew didîtin, ên li dor me, heywanên perîşaniyê. Wî serxweşên li ser cadên reş radikirin. Ew wilo dilbirehim bû wek dêyeke şerhez bi zarokên biçûk re. – Ew diçû, bedew wek keçikekê dire dibistana yekşemê. – Xwe zaneyê hertiştî didît, bazirganî, huner, dermanvanî. – Min da dû, diva wilo ba! Min hertişt didît, yê wî di ramanan de, li dora xwe dicivand; cil, beşkîr, textên malê: min sileh bi deyn danê, rûyekî din. Min hertişt didît, yê jê hezdikir, wilo, mîna ew wê çawa wî bixwaze pêkbîne. Dema ew ji min re giyangiran xuyadikir, wilo ez bûm, ya min di kirinine şaşomaşo û seyr de dida dû wî, dûr, di ên baş wekçawa di ên pîs de jî:
Ez baş bawer bûm, ezê ticarî derbasî jiyana wî nebim. Çiqeys demjimêrên şevan min li ba laşê wî ê şêrîn ê razayî şiyarîkir, da têderxim, çima ew wilo pirr ji rastiyê dixwest bireve. Hîn ti mirovî ticarî ev dilxwazî nînbû. Min naskir – bêko jê re bitirsim -, ko ew dibe tirsdariyeke rast be di civakê de. – Belkî di destan de veşartî û razên wî hebin, jiyanê biguherîne? Na, ew tenê li wan digere, min li xwe vegerand. Bi her rewş hezkirina wî ya ji mirovan re pîrebokane ye, û ez girtiya wê me. Ti giyanê dî dê têra wî hêz tinebaya – hêza bêgaviyê û bêçaremayinê!- wê tehmûlbike û ji aliyê wî ve bête parastin û hezkirin. Jixwe min ew bi giyanekî dîtir û cuda netanî ber çavên xwe: mirov firişteyê xwe bi xwe dibîne, ticarî ne yê kesekî din – bawerdikim. Ez di giyanê wî de wek di qesrekê de bûm, ya mirov ew dayehev û devjêberdaye, bo kesayetiyeke mîna ya me wilo ne pirr payebilind nebîne: ev wilo ye. Ax mixabin! Ez tekûz biyawîker bûm. Lê ewî çi dixwest ji jiyana min a bêreng û xewar? Heger wî mirin bi serê min de neanîbe, wilo wî ez baştirnekirime! Ji xapandinê rûtarîbûyî min jê re gote carcaran: „ Ez te fêmdikim.“ Wî piyên xwe dihejand. Jiber êşa min bê rawest xwe nûdikir û min xwe hîn pirrtir şaşmayî didît li pêşberî çavên xwe – çawa li pêşberî çavan tevan, ên ko dê ziq li min bineriyana, heger bi jibîrkirinekê timdemî û fireh nehatama biriyarlêkirin!- wilo hîn û hîn birçiya başiya wî dibûm. Bi maçîkirin û hemêzkirinên wî re ezmanek bû, ezmaneke tarî, yê derbasbûmê û têde min ji xwe re hêvîdikir di hindirê wî de bême hiştin, feqîr, ker, lal, kwîr. Bûbû ji min re tiştekî adetî. Min em di buhişta xemgîniyê de didîtin. Em di lihevhatiyekê de dijiyan. Bi dilekî germ me karine bihevre pêktanîn. Lê piştî nermahiyekê kûr wî digote: „ çiqa seyr û xerîb belkî ji te re xuybike, ev hertişt, yê tu jiyayî, dema ezê nema li vir bim. Dema tu nema bi zendên min bihisî di bin qirika xwe de, ne zêdetir dilê min, da têde bêhna xwe derxî, ne hîntir ev devê ha li ser çavên te. Jiber ez rojekê divêt herim, baş dûr. Dawî divê ez alîkariya kesên dî bikim: ev wacibê min e. biserko ne hewqasî xweş û balkêş e... ey canê şêrîn...“ Êdî min xwe didît, piştî dûrçûna wî, wek qurbana şaşlivê, ketî di tariyekê tirsdar û navqetandker de: di mirinê de. Min hişt ew sozbide min, min di zehmetiyê de nehêle. Wî bîstcaran ew da min, soza evîndarekî. Ew wilo sivik û diserre bû, wek wexta min jê re digot: „ Ez te fêmdikim.“
Oh! Min li ser wî ti dexsî û xîret nedikişand. Ew dê terka min neke, bawer im. Wê çi bi me bêt? Ew hînî tişkî nebûye, ewê ticarî karneke . Ew dixwaze wek gerrokekî şevê bijî. Başiya wî û nermdiliya wî tenê: dikarin ew mafekî wî di cîhana birra de biçespînin? Hineke kêlîkan ez jan û êşê jibîrdikim, ya tê werbûme: ewê min xurtbike, emê bigerin, emê nêçîrê di sehrayê de bikin, emê li ser çementa kolanên bajarên nenas razên. Bê xem, bê êş. An ezê şiyarbibim, û qanûn û adet wê bûbin hineke dî – bixêra qeweta wî a magiyane -, cîhan, jiber ew wek xwe dimîne , dê min ji dilxwaziyên min re bihêle, ji kêfên min re û bêxemkariya min. Oh! Jiyana mêraniya tiştên nû, wekçawa di pirtûkên zarokan de, tu yê wê mîna mafekî bide min, min hewqas êş kişandine? Ew nikare. Ez ti tiştî li ser ideal û nimûneyên wî nasnakim. Ew ji min re li ser poşmaniyê axivî, li ser hêviyan: ev divêt îşê wê ji min nînbe. Ew bi Xwedê re dipeyive? Belkî divê ez xwe bavêjime Xwedê. Ez di kûraniya herî binî a koncalê de me û nikarim pirrtir limêjkim.
Dema wî ji min re azar û xemên xwe ravedikir, ma min dikarîbû wa çêtir fêmbikim ji henekpêkirinên wî? Ew êrîşî min dike, min fedîkar derdixe katjimêrandirêj bi hertiştê ji min re li dinyayê hezkirî ye, û dienire, dema ez digirîm.
„ - Ji xwe re li vî xortê spehî binere derbasî vê mala xweşik dibe: navê wî Duval e, Dufour e, Armand, Maurice, bi çi navî be bera bibe. Pîrekekê ji vî çavsorê ehmeq re evîna xwe kiriye qurban: ew mirî ye û bêguman ew ûcaxa ezman e aniha. Çawa ewî ev pîrek bi mirinê de ajot, dê tu jî mirina min bînî. Wilo ye bextê me, ev para me dilên evîndar e...“ Ax! Rojine hebûn, di wan de mirovên xebatkar tev jê re mîna lîstikek tewşmewişandinine ecêb xuyadikirin: Ew kirêt dikeniye, dirêj. – Paşê dîsa dibû wek dayikekê ciwan, wek xuhekê şêrîn. Heger kêmtir ew kûvî ba, emê xelas bûbana! Lê nermdiliya wî jî mirinker e. Ez bindesta wî me. Ax! Ez şêt û dîn im. Rojekê ji rojan belkî ewê bi rengekî seyr windabibe; lê divê ez wî tiştî bizanibim, dema ew bifire ezman, jibo ko ji xwe re li rêwîtiya hevalê xwe ê biçûk bi ber ezman ve piçekî temaşbikim!
Çi mêrkirineke xerîb!