MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 55, gilavêj 2004

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Pexşan
  • Arthur Rimbaud: Demsalek di Dûjehê de (wergerandin: Ebdulrehman Efîf)
  • Sedat Yurtdaş: Şanikên zo
  • Merdan Newayî: Niyaznameyeke bilome ji Ehmedê Huseynî re
  • Jiyanname: Zarrok û dêbav
  • Lokman Polat: Ew dibêjin... û ez dibêjim
  • Hesen Polat: Hêvî

  • Şanikên zo
    Sedat YURTDAŞ: [email protected]


    Waxta te bi xêr!..

    Hele ji kerema xwe re rûne lêê...

    Dev ji vexwarinê, ji sar û germê; ji kar jî berde. Kar nareve!.. Hinekî bêhna xwe bide, dîsa vegere ser karê xwe û heya dikarî bixebite.

    Av diherikî...

    Ezê tiştekî ji te bipirsim. Lê tu nê bê çûvan, bê veşartin, bê xapandin û bê raz; bi bersivînî.

    Çendekê berê dema min telefon ê te kir… Hate bîra te, ne wer? Cara yekemîn bû ku te dirêj dirêj bi min re qise kirin. Bi qasî ku ez te nas dikim, heye ku te di emrê xwe de, ewqas dirêj û ewqas jî bi kêf bi yekî re qise nekiribe! Te hînga, di pişt çend gotinan, mîna her car negot: “Ooo… De oxirbe.” û telefon daneanî cihê wê.

    Bi rastî ez wê gavê tu lê hay nebûm. Min jî xwe bi tevahî berdabû nava herikîna xebardan ê. Bi tenê li gorî hatina gotinan, bi te re diaxifîm. Pir xweşa min çû bû. Yan na ez jî bi telefonê xeberdanê zêde hez nakim. Li gorî min jî telefon ne amûrê sohbetê…

    Na!..

    Di vira de na!..

    Hewceye ku ez durist bim. Ev hevoka dawî ne hizirîna min e. Rastî ewe ku kes henin û dem heye, mirov dikare ji sibehê heta êvarê an ji êvarê heta sibehê bêyî xwarin, bêyî vexwarin, bêyî razan û bêyî sekin bi telefon ê xeber bide. Sohbet bike. Guhdarî bike an bide guhdarî kirin. Ha nêzîk ha dûr...

    Lê, di wan deman de telefon dibe tişteke din. Dibe pir. Dibe ben. Dibe nefes, rê; dibe dinyayek nûser. Mirov geh li ser wê pira teng a navbera dilan dibe rêwî, geh bi benê wê yê razber ve tê girêdan, geh dibe hewcedarê nefesekê din û geh mirov dibe zindîyê wê dinya nûser; ji du kesan pêkhatî…

    Av diherikî...

    Dema me xeber dida, ji telefonê dengê avê dihat. Xûşîna avê bû. Av diherikî. Mîna xwe berde nava dilê mirov. Mîna xwe berde nava rehên mirov. Mîna ditina çavên mirov lê zêde bikin. Ser dilê mirov honik dibû. Xweşahîyek li nava mirov belav dibû. Av diherikî û xwe ji jorda berdida nava golek ê. Bi gihîştana nava golê re, bilqiq bi avê diketin. Dengê bilqiqa tevlî xuşîna avê û tevlî dengê te yê mistdar dibû. Deng tevlîhev dibûn. Av û herikîn, gol û bilqiq, tu û dengên te… Li hev dicivîyan, li hev dipiçikîn û zêde dibûn. Dibûn melodîyek jixweberî.

    Lewra, min xwe negirt. Nizanim. Lê, roj hebe yek ji min bipirse, an ez bersivekê bidime xwe bi xwe; bi tenê dikarin bibêjim, dengan gazî min kir. Dengan ez kişandim wir. Min xwe li dengan girt. Ez ber ve dengan çûm. Ber ve dengên ku mirov ji hiş dikin. Dengên ku mirov vedixwînin gunehan!..

    Av diherikî...

    Doh, lingên min, bêyî hemdê min, ez anîm ber mala we. Li ber derîyê we, bi qasekî sekînim. Ne kes hat û ne jî çû. Derdor xalî bû. Bêdengîyek hebû. Bêdengî, li derî xistina min re xira bû. Min çend carên din jî li derî xist.

    Cardin bêdengî.

    Av diherikî...

    Tu bersivek ne ji hundur û jî ji derdorê hat. Lê, ez dîsa jî, li benda bersîvekê, welê bê armanc, di nava di nava fikaran de demekê dirêj, ji wê rê dur neketim. Sekinîm. Li ber derîyê we sekinîm. Di navînê re çiqas waxt derbas bû nizanim. Lê di pêy re, min destê xwe dirêjî derî kir û tahn da. Derîyê min û te, mîna ku ji berê de vekirî be, bi tahndana min re vebû. Derîyê girtî, vebû. Baş tê bêrîya min. Dema ez hatim ber derîyê we, derî girti bû. Teqez girtî bû. Lê vebû. Derî vebû. Lewre ketim şikê. Ji xwe, ji zanîna xwe ketim şikê. Yan, we derîyê xwe kilît nekiribû û min jî derîyê we girtî nedîbû, yan jî derî ji hundur ve bi qudrêkê… qudreke îlahî… an bi qudreke bêterîf, qudreke bêzanîn vebû!

    Ez li ber derîyê vekirî, di herê na yê de mam. Min nizanîbû ez çi bikim. Dilê min dixwest ez herim hundur, lewre derî vekiribû, lê hişê min ez dadigerandim, lewre ez ji bo malê mêvanekî bêwaxt, di rastîya xwe de ne mêvan, ez rêwîyê dera han; kesekî ji kûçê bûm.

    Min çend caran hewl da xwe ku ez vegerim, herim. Lê lingên min hingîya giran bûbûn, min nedikarî bû ku wan ji cih tevdim. Her yek li min bû bûn mîna laşek ê. Min bi herdu dest û bi hemû qeweta xwe nikarî bû ku wan bilivînim. Bêçare mam. Lê bêçaretîya min zêde neajot. Min xwe ranegirt. Hişê min ne, lê dilê min li hişê min hukim kir. Destê min dirêjî derî bû. Min derî hinekî din jî vekir û lingên minên ku ji vegerê re bûbûn laş, bi sivikahî ji şêmugê re derbasî hundur bûn.

    Ez ketim hundur.

    Av diherikî...

    Cara yekemîn bû ku ez hatibûm mala we. Malek nenas. Malek biyan, xerîw. Lê mîna ku ez gelek caran hatibim wê mal ê. Tevlî hemû alavên xwe ve, ji min re nas bûn. Mîna min heman der û tişt dîtibe. Min, mal qul bi qul dizanîbû.

    Av diherikî...

    Lê ez ne ber ve avê, ber ve odeya quncik, odeya te ve çûm. Mîna hemû derîyên malê, derîyê odeya te jî li ser piştê bû.

    Ketim hundur. Bi çavên naskirî li hundur mêze kir. Ode maliştî bû. Cihên te yê li ser textê razanê, raxistî; bisazî bû. Li ser maseya te gelek pirtûk û lênûsk, li dîwarên odeya te gelek resmên hunermendên biyanî yê bi nav û deng hilawestî bûn. Jê hinek jin, lê hinek jî mêr bûn. Min xwezîya xwe bi yê mêran anî. Na. Ev ne hesûdî bû. Lê cihê ku min pir û pir dixwest ku ez bibînim, lê bibime mêvan, di xewnê şevan de jî heya wê rojê bi destê min neketibû, ew cih ji gelekan re, bêyî haya wan, bêyî şixûlên wan, bû bû wargeh. Heta dawîya dawî ji wan re vekirî; veqetandî bû.

    Di nava van fikaran de, ber ve balgîye te ve min hêdî hêdî gav avêt. Di gava dûwemîn de bêhna te ya li ode û ser nivînên te mayî, gihîşt difnen min. Sekinîm. Min bêhn kişand hundur ê xwe. Pê dilşa bûm. Bi çavên nîv girtî min xwe li bêhnê girt û meşîyam. Li ber serê te, bêyî îrade xwe min lihêfa te rakir. Berê hinek ji guçî, di pêy re hêmu alîyê jorê lihêf ê rakir. Min balifa girt rûyê xwe tamirand ê. Ji balîfa te ya kulîk-nexşîn, bêhna te dihat. Bêhna xweşikîşya te, ter û tazetîya te, nazdarîya te, bêxemîya te, devilkenîya te, bêhna germahîya dest û dilê te jê dihat. Bi seramonîyek îlahî min bêhn kişand cîgerên xwe. Min di wê kelîyê de fêhmkir ku bêhna xweşikîyê, rindî, germahî û şêrînîyê xwezayî heye. Lewre, her bêhn li bedenekê bi cûrekey resen xwe dide nîşan, belav dibe.

    Bi bêhna te re ez gêj bûm, hêdî hêdî ji xwe ve diçûm.

    Av diherikî...

    Ji dengê av û bilqiqên avê hinekî hatim ser xwe. Li dora xwe nihêrt. Cihê ku lê bûm hate bîra min. Karê ku min dikir, -karê min mîna ku balîf bêhn kirin be- hate bîra min, min bi fedî û bi lez balîfa te ya ku min hîn bêhn dikir, danî cihê wê. Lê bêhna te ya ku di hundurê poz û hişê min de bi zindîtîyek dilşa mabû, parast û min xwe li avê girt û ez çûm.

    Av diherikî...

    Kahnîya serşoga te, kahnîya kuweta te vekirî bû. Ji we yekê/î vekirî hişti bû. Çiqas vekirî mabû nizanim. Lê hîn, av di ser kuwetê re neçû bû. Lewre min dest nedayê. Ne hewceyê girtîbûyînê bû. Tişteke sosret berbiçav bû. Kahnî vekirî, av dihat, lê kuwet di sera nediçû. Çûm li ser kuwet ê, kuweta te ya ku te yê, bi tijîbûnê re xwe berda nava wê, te yê xwe di nava wê de dirêj bikira, sekinîm. Min cardin xwest ez vegerim ji malê derkwevim herim. Lê ji alîyekê jî, hundurê min min dixwar, kilîta derî, bêhna te û ava bi herikîn ez li wê rê, da me rawestandin; ez girêdayî mam.

    Hîn ez di nava wan geşanan de bûm, ku min hem bêhna te ya zindî û ter û taze, a wê gavê werdigirt û hem jî mina yek di ber min re derbas bibe hêwa wê, ew her kî bibûya ne mêr bû, lewra hêwaya ku li rû, dest û li zendên min ket, bi tevlî nermahîyek jinanî ez alastim. Ez ecebmayî mabûm. Min li derdora xwe, li pişt xwe nihêrî tiştek xûya nedikir. Bi tenê li pişt min dolabek serşogê û li nava dolabê jî neynikek mezin, neynika bejnê hebû. Min li neynikê nihêrî. Di neynikê de bêyî xuyanka min tiştek tune bû. Min li xuyanka xwe nihêrî.

    Gelo ew derîyê girtî, ev ava bi herikîn û ev keseka di ber min re çû, ez dizanim ku çû, çawa diqewûmî?

    Ez di nava van pirs û fikaran de çûm û hatim. Ku min dît, xuyanka min a neynikê herçî ku diçe winda dibe. Ez li cihê xwe sekinî bûm lê xuyanka min bi eşkereyî winda dibû. Qasekî şûnda neynik, ji xuyanka min bi tevayî pak bû. Ez li cihê xwe bûm, lê xuyanka min tune bû bû. Ez di neynikê de tune bû bûm.

    Di pêy windabûyîna min re, xuyankek mîna sîtavka heyvê ya li ser deryayakê hêdî hêdî derket. Mîna ji pişt çîyayan hil bê. Sîtavek, li min hil dihat. Herçî çû diçû xetên sîtavkê berbiçav dibûn. Demekê şûnda bû xuyankek eşkere. Bi heman hebûna xwe, li xuyankê derket rastê.

    Ez li serşogê, tu, di destê te de telefon, li ser neynikê, xuyankek rasteqîn bûbû yî.

    Av diherikî...

    Min bala xwe da te. Lê haya te ji min tune bû. Te ez nedidîtim. Min jî tu ji neynikê didîtî.

    Te bi yekî re xeber dida. Tu bi xeberdana xwe gelek bextewar bû. Te xeberdan dirêj dikir. Lewre te hinek tişt bele sebep dubare dikir. Te ji bo peydakirina mijaran hewl dida xwe. Tu heman gavê de dibişirî û tu carina jî dikenîya yî. Bi kenê xwe yê ji dil hatî, te telefon dida ser sînga xwe û te bi şadî li bala xwe dida ser xuyanka xwe. Tu ketibû nava heyecaneke boş, lê te nedixwest heyecana te bê te fêhm kirin. Lê carina ji heyecanê hew dikir ku bêhn li te biçikê. Ji hundurê te pêl bi pêl kelên heyacanê bilind dibûn. Rû yê te sor çavên şewl dipişkand. Te nedixwest ew heyecana te, ew coşa te, bi tevayî li te hukim bike. Te bigre bin bandora xwe. Tu bibî hêsîra heyecana xwe, hestên xwe.

    Hîn xeberdana te ya bi telefonê didomîya ku tu vegerîya yî tu ber vê kuwetê ve meşîya yî. Min xwe da alî. Tu ji min derbas bû. Te li ser kuwetê, li tijîbûna avê nerî. Tu xwarî avê bû yî. Te destê xwe kire nava avê û li germa avê nerî. Dihate fêhm kirin ku av bi dilê bû. Lewre, te ji alîyekê dest bi derxistina cilên xwe kir.

    Ev ji bo min zêde bû. Ez xetimîm. Bêhma min nehate ber min. Min xwe mîna nexweşekî hîs kir. Qirrika min dikir xîze xîz.

    Bi rastî jî ez nexweş nebûyama çi kare min li mala we, li serşoga we û berîya serşûştina te, li ba te hebû?

    Min ji halê xwe fedî kir. Min carek din, hewl da xwe ku ez ji wê rê derkevim herim. Lê mîna hêzeke ji akil û firkên min pirr bi hêztir, ez bernedam. Xweşikî û dilkêşîya te, kel û miraqa dilê min, nehişt ku ez xwe ji cihê xwe tevdim.

    Te bi destekê telefon girtibû û te bi destekê jî cilên xwe ji xwe dikir. Te berê tîşortê xwe ji xwe kir. Girmikên pîyên te, zikê te, pişta te û bin çengên te xwuya bûn. Min bi çavên girbûyî li te nêrî. Min nedikarî bû ez rûyê xwe bizivirînim. Bi rastî min ne dixwest ku ez kelîyekê jî dîmena ber biçavê xwe birevînim. Min heman dîmen, bi tevahî li hişê xwe qeyd dikir.

    Di wê gavê de, bêhna te ji her demê bêhtir, li serşogê belav bû. Serşog bi bêhna te tijî bû. Difnên min bi bêhna te ya serxweşker tijî bû. Ez sewsî bûm. Tu êdî geh xuya dibûyî û geh winda dibûyî. Ez dilerizîm. Çongên min dişikîyan. Dîtina çavên min kêm dibûn.

    Dema te şortê xwe, derxist û te virrî ber dêrî kir, şort ête hat li sînga min ket. Tu lê hay nebûyî, lê ez hingîya ku ji heyecanê bûbûm mîna pelekê, dikirim ku biketama.

    Min êdî nikarî bû ez li pîya bisekinîm. Min destê xwe da dîwêr. Min qewet ji dîwêr girt. Tu li ber min bû û min nedizanî bû ka ev dîmen rast an ne rast e? Ez di xwenekê de me, yan min xeyalek derewîn li xwe peyda kirîye û ez di navda me? Tu derew an rast bû?

    Te hîn xeber dida. Tu diçû û dihatî. Min guhên xwe jî li te bel kiri bû. Carekê di bêdengîyê de, dengê kesê wî alîyê telefon ê hate min. Min deng nas kir. Ew deng, dengê min bixwe bû. Tu bi min re diaxifî. Dûrî te bûm. Lê min tu temaşe dikir û ez li ber te bûm. Heye ku tu ne, lê ez, heman demê de li nêz û dûr; rast û derew bûm.

    Ez pê hem pirr kêf xweş dibûm, hem jî li ber xwe diketim. Kêf xweş bûm, lewre min bê şik fêhmkir ku ez bi xeberdana xwe heyecanek bê tarîf didime te. Ez ber xwe ketim, lewre di rastîya jîyana xwe de, haya min ji heyecana te hima bibêje qet çêne bû bû û ez anuha mîna nexweşekî bi dizî, temaşevan ê bejn û bala te bûm. Tu di halê xwe yê herî bi xef de, serdanpê azad; şilf tazî bû bû.

    Av diherikî...

    Te axaftina xwe ya bi telefonê bi dawî kir. Te telefon danî ber neynikê û tu careke din, vegerîya yî ber ve avê. Lê min xwe neda alî. Min xwest tu werî leqayî min bibî. Tu bi min bihesî. Ez xwe bi te bidime hesîn.

    Lê sosereta rojê, sosreta jîyana min qewûmî. Tu hatî û mîna ez li wir tune bim, tu di min re derbas bû yî. Em ji hev derbas bûn. Tu li ber kuwetê, ez li nik te lê tu ji min bê hay...

    Laşê te li kêrê bû? Tu bê giranî, bê laş lê bi tevayî li wê rê, li ber min bû yî. Ne tu lê ruhê te li ber min bû. Daxuyanîyek din nayê bêrîya min. Tu çima li serşogê li benda min mabû? Gelo te bixwe ne, lê ruhê te dixwest ku mîn dîn bike?

    Av diherikî...

    Ez hatim nik kuwetê. Kuweta ku te xwe tê de dirêj dikir. Tu bi tevayî ketî nava avê. Av hîn diherikî û hîn bilqiq dida. Tu bi heman xweşikahîya xwe ya xwedayî li ber çavên min, di nava avê de bû yî.

    Min wê gavê herdû şanikên te yê jor rana te ya çepê, şanikên zo, hevalcêwî, di bin berana te de dît. Min di wê kelîyê de tişteke din jî fêhm kir, ku bêhna te ya heyî, li nik xweşikahîya te, ji wan herdu şanikên hevalcêwî belav dibûn. Bêhna buhara zozanan li avê li serşogê belav bû.

    Da ka berîtya rabûna xwe, bê çûvan, bê veşartin, bê xapandin û bê raz; min bibersivîne!

    Av diherikî...

    18 Tîrmeh 2004

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû hejmar
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    1