Silavên reşgirêdayî yên stûxwar î kurkem bi ser te ve dişînim hosteyê hêmaya kurdî Ehmedê Huseynî.
Ma rast e, ev serê du salan e te dev ji nivisîna helbestê berdaye, tu helbestan narêsî û tu yê nema birêsî! Li ba dilê min ha te dev ji nivisîna helbestê berda, ha te li ber barana nîsan û gulanê ruyê xwe şuşt, - gunehekî ji gunehê Ademî mezintir kir – te xwest ji esmeriya çermê xwe bifilitî. Feqiyê Teyran ji mîran da sitû, terka dêr û mizgeftan kir, te vegera welêt û nivisîna helbestê li xwe heram kiriye, ew sedema kambax a ji texmîna jî wurdetir çi ye nizanim?
Ya te jî yan qews e, yan bews e ezbenî; an tu yê rabî ne li ber dorê ne li ber zorê zergepênûsa xwe di çavên Xwedê yên reben re rakî, an jî tu yê rabî hellepapana pênûsa xwe ya dilşikestî bi ser cendekê helbesta “Kurdiya şehîd” re bişkênî, qey rewa ye?!
Ez tê nagihêm çima te helbest berda. Xwedê neke, gelo sosretek bi serê te ve hat, tiştek li te qewimî? Hinan li pey te gazî kir, an nifirên hinan li te qebilîn, an jî kundê kor li ser xaniyê te xwend, belkî jî te di şeveke reş de, di quncikekî tarî de pêlî zarokên cinan kir… Loma wiha li te hat; di vê serdema ku tu li ser gurr û benga xwe, ji mehîneke seklawî ya şê ya kapreş berhemdêrtir bûyî, tu stewr mayî, di nûbihara Wêjeya Kurdî ya Hemdem de te belg û kulîlk werandin. Ma çi mafê te li me hebû te ev yek li me kir; Xwedê dizane te çi bi serê pê(ne)nûsa xwe de anî ku çav li Mayakowskî kir!
Te got çi çavo!?
Ku tu bi tirsê, ango bi cinan ketibî, nesekine were welêt, were welêt em ji te re niviştekê ji betanên binevş, beybûn û sosinên xame yên ji ber jopên tecavuzkeran çilmisîne çêkin, bi ber dilê xwe yê kevirî ve veke ,belkî tu “bihejî”, belkî tu “bihejî” bi ser hişê xwe ve werî, pozê te bişewite, dest li ber xwe hilînî; şehîda li ser mefşen Helbesta Kurdî ji nû ve vejînî.
Dibe ku tu bi heyvê ketibî, were em ê ji teniya xacirgata kuçikê dayikên di paşilên xwe de kaxezên reş ên egîdên bêmirad vedişêrin û bi sêyeka kezeba xwe dijîn eniya te reş bideqînin, belkî Xwedê ye, tu çavên xwe vekî û li Helbesta Kurdî ya sêwîmayî xwedî derkevî.
Ku tu nezerî bûbî, bihêle em ji te re hestiyekî nezerê ji xwêya karên kelî û parsûyên xafurokî yên sexelên çarenûs çiriyayî yî di malsexla dayika xwe de bi pehînên potîna bêbextekî rih daye çêkin, li ber bêhna xwe bi şewitîne, ka çav li nebaran napijiqe û tu li xwe nawerqilî; hestiyê pênûsa xwe ya piştşikestî nacebirînî.
Ku tu tawî bî, va ye benikê tayê; bawî bî, va ye benikê bayê; agirokî bî, va ne heft şivanên ku ev haft sal şivaniyê dikin bila li ser te bireqînin… Na eger ku te aqil avêtibe were em ê te bavêjin ber lingên Şêx Ehmedê Xanê, Qolî Baba, Baba Gurrgurr, Şêx Mereto û çiqas şêx û mişayixên di hewar û gaziya feqîran de tên hene…
Heye ku dilê te ji ber sedemeke ku bi tenê tu pê dizanî mabe û tu naziyan dikî, ka bibêje ji kerema xwe em ê çawa dilê te bikirrin? Te divê; em ê derkevin nimêja helbestê. Em ê xwe eybecar bikin, derkevin ciyekî kavilkirî, saqoyên xwe serobino û berovajî li xwe bikin, destên xwe bi aliyê welatê xapînok, gora giyana mişextiyan ve vekin û helbest bivên, tu yê biqebilînî?
Heke tu hincetan dikî, ya te quretî ye, tu helbestê nahûnî! Vê yekê baş bizanibe, ne li vê dinyayê ne li wê dinyayê destê min ji pêsîra te dernayên. Ez ê te di nava alemê de bihetikînim. Ez ê têbikoşim ku gunehê te bibe weke glokek berfa serê Çiyayê Agiriyê ya ku ber bi Deşta Rehwayê ve gêr dibe… Na tu yê hincetan nekî, naxwazim bawer bikim ku tu vê yekê bikî; rabî bi destê xwe Helbesta Kurdî ya ku hê di hefteka xwe de ye, ji ber şîr vekî û dilê xwe bikî çala tevkujiyan. Nebûyan li te nekim!
Tu yê helbestê binexşînî!
Ez dizanim tu yê helbestê binexşînî. Ma qey tu bi xêra xwe helbestê dinexşînî? Tu, şirdanê peyva kurdî neşeridînî; ez ê serî li ber helbesta kê hilînim; ezê di teqana hêmayên kê de asê bimînim? Ez ê bi çi serê xwe mezin bikim, rahêlim hevokên kê û di çavên şevşevokan de bigilçînim!
Tu kê dixapînî baviko! Ev çi gotin e: “ Êdî helbestê nahûnim.” Nexwe tu ji gewriyên kurdîdunde yên ji ber quzilqurt û zîloyên dagirker bi kuxtekuxta mirinê ketine re çavtengiya tozek, xweliya hêmayên bihanumîn dikî. Bawer nakim! Nexwe pêşbeziya xwekuştina hêsirên çavên ku çavnêriya “ afirandina peyva kurdî ” dikin ji te re ne xem e. Nexwe dilê te bi çilmisîna kulîlkên erxewanî yên bi çavên perpisîn li benda ramûsaneke tiliyên helbestkarekî xêrxwaz in naşewite. Nexwe tu dibêjî: Bila zeviyên dêmên zeriyên qeşeng ji ber şilme û zîwanên tolaz her binalin.” Bi serê min nakeve!
Divê mirov li te negire; tu çûyî Cizîra Botan li cindiyan digerî; vêca Swêd û gera li “kêliyên winda”, were em jî bi te re, em ê derkevin hêleya kat û kêliyên winda.
Ez naxwazim zêde dirêj bikim, tirsa min a ku xêr û gunêhê min li hev dernekeve heye…
Tu yê helbestê bihûnî ne wisa?
Bi Xwedê kî tu helbestê bihûnî…
Ku tu helbestê nehûnî!?..