Mirovê ku dizanî bû ku siltan hespê xwe çiqas pir hez dike got; wexta siltan wî biborine ewê navbera salekê de firdanê ji hespê siltan bide hinkirinê.
Siltan xeyala hespa yekamîn ku yê li serê erdê dikare fir bide kir û va teklîfa qebûl kir.
Mirovê din bi nêrînek xerîb mêze hevalê xwe kir û got: “Tu jî dizanî ku hesp nikarin bifirin. Bi çi nîyetî tu bi fikrekî wusa dîntî derketî holê? Kirina te tenê dereng xistina tiştekî bê çare ye!”
“Weqas jî nine” got mehkumê yekemîn.
“Ez çar firsendên azadbûnê didim ber xwe:
A yekemîn dibe ku siltan îsal bimire,
A dudîyan dibe ku ez bimirim,
Dibe ku hesp jî bimire,
A çaremîn jî... dibe ku ez ji hespê firandinê bidim fêr kirin...“