Ez wekî sîmyagerekî zêran
Li gotinên xweş geriyam
Min dît ku hemû gotinên xweş
Ji alî fîlozofan û helbestvanan ve hatine gotin.
Min hinek gotinan hilbijart
Bixwînin, belkî hûn jê siûdê werbigrin.
Dibêjin: “Mirovên birçî zû tê xapandin.”
Ez jî dibêjim: “Yên birçî gunehên civakê ne.”
Dibêjin: “Yê li xwarê be, ji ketinê natirse.”
Ez jî dibêjim: “Yê xwe bilind bibîne, dê bikeve.”
Dibêjin: “Ser mecbûr e xwe ji mêşan biparêze.”
Ez jî dibêjim: “Berhemkarê edebiyatê mecbûr e xwe ji rexnekujan biparêze.”
Dibêjin: “Hindik fêm kirin ji çewt fêmkirinê baştir e.”
Ez jî dibêjim: “Hinek rexnegir hindik jî fêm nakin.”
Dibêjin: “Destpêkirin, nîvê qedandinê ye.”
Ez jî dibêjim: “Yê ku dest pê neke, nikare tu tiştek bike.”
Dibêjin: “Ez zanim ku nizanim, lewre ji yên din bieqiltir im.”
Ez jî dibêjim: “Xwezî herkes bizanîba ku nizane, dê herkes bieqil ba.”
Dibêjin: “Nezanîn eyb nîn e, nefêrbûn eyb e.”
Ez jî dibêjim: “Yên nezan xwe zana dihesibînin û şerm jî nakin.”
Dibêjin: “Bihêlin bila adalet bi cih bibe, dixwazî qiyamet rabibe.”
Ez jî dibêjim: “Nahêlin ku adalet bi cih bibe, lewre jî qiyamet ranabe.”
Dibêjin: “Neheqîya li kesekî, neheqîya li hemû civakê ye.”
Ez jî dibêjim: “Neheqî li kesan tê kirin, lê civak li wan xwedî dernakeve.”
Dibêjin: “Însanên bieqil napeyivin, dipirsin.”
Ez jî dibêjim: “Însanên dîn tim dipeyivin, tiştek napirsin.”
Dibêjin: “Hemû zilûm ji qelsiyê dertê.”
Ez jî dibêjim: “Hemû dictator qels in û tirsonek in.”
Dibêjin: “Hinek insane cesûr in.”
Ez jî dibêjim: “Însanên cesûr bawermend in û zana ne.“
Dibêjin: “Ji têkçûnê ders derxistin, serketin e.“
Ez jî dibêjim: “Kurd ji têkçûnan ders dernaxin, lewre bi ser nakevin.“
Dibêjin: “Ji yê ku naxwaze bibîne kortir tune.“
Ez jî dibêjim: “Hinek kovar û rojnameyên kurdan berhemên kurdî nadin danasîn û naxwazin bibînin, lewre jî korên herî kor in.“
Dibêjin: “Dirûstî siyaseta herî baş e.“
Ez jî dibêjim: “Hinek siyasetmedar nedirûstiyê ji siyasetê fêr bûn.”
Dibêjin: “Herdem parêstvanê rastiyê be.“
Ez jî dibêjim: “Parêstvanên rastiyê ji nav civakê dikin der.”
Dibêjin: “Rindî di çavên yê dibînê de ye.“
Ez jî dibêjim: “Çavên kor rindîyê nabîne.”
Dibêjin: “Nîv-kurdekî gotiye “kemalîzm şoreşgêrî ye.“
Ez jî dibêjim: “Tam-kurdekî gotiye “kemalîzm şovenî ye, faşîzm e.“
Dibêjin: “Dostê însan yê herî baş zahmetî ye.“
Ez jî dibêjim: “Zahmetî insane jîr dike, lewre jî dostekî baş e.”
Dibêjin: “Dostanîya baş ya bêhesab e.“
Ez jî dibêjim: “Bêhesabbûnî di nav evîndaran de heye.”
Dibêjin: “Yên baş bê dijmin nabin.“
Ez jî dibêjim: “Dijminên başan tev xirab in.”
Dibêjin: “Heger tu nizanî başîtî bikî, qet nebe xirabî jî neke.“
Ez jî dibêjim: “Yên başîtîyê nizanin, xirabîyê baş dizanin.”
Dibêjin: “Heger însan di xwe de hizûrê nebîne, bila li derûdor lê negere.“
Ez jî dibêjim: “Hizûra hundirê mirov şewqa xwe dide derûdorê jî.”
Dibêjin: “Dil bi çi tije be, ji dev jî ew derdikeve.“
Ez jî dibêjim: “Helbestên evînî ji dil derdikeve.”
Dibêjin: “Pirtûk jî wekî dost in.“
Ez jî dibêjim: “Dostên min yên herî baş pirtûk in.”
Dibêjin: “Her însan wekî pirtûkek e.“
Ez jî dibêjim: “Serborîya her însanî dikare bibe pirtûkek.”
Dibêjin: ”Yekî şîyar ji hezar razayan bi hêztir e.”
Ez jî dibêjim: “Rewşenbîr ji tevayê civakê bihêztir in.”
Dibêjin: ”Jib o binivîsî, dive bizanibî bifikirî.”
Ez jî dibêjim: “Hinek cahilên edebiyatê nizanin bifikirin, lê dinivîsin.”
Dibêjin: ”Hinek heq nakin, lê pesnê wan tê kirin.”
Ez jî dibêjim: “Yên ku pesin heq dikin, nayên pesin kirin.”
Dibêjin: ”Ji yê ku ji te hez neke, tu jî jê hez neke.”
Ez jî dibêjim: “Heger mirov evîndar be, evîndara/ê mirov ji mirov hez neke jî, dive mirov jê hez bike. Heger evîndara mirov nebe Leyla, dive mirov bibe mecnûn.”