Evînê
xew li min verevand
jixwe evîn
xewverevîn e
lê hiş û nefs
qet ne mereqa evînê ne
Ji ber ku evîn
şêrek reş e
xwînmêj e
birsî ye
li xwîna dilê evîndaran diçere
Bi dilovanî li gel te dimeşe
û te dibe berev xefik û davan
û dema tu ketiyê
ew dê ji dûr ve
li te binere
Evîn
zordest e
karbidestek bêtirs e
şkencekar e
belaya serê bêgunehan e
Ger bikevî
ber pencên wê
wek ewran
tu dê bigirî
ger jê dûr bimînî
sarma
dê te
biqerrisîne
Her kêlîkê
evîn
hezar piyaleyan
hûr-hûr dike
her bîskê
hezar cilan
didirû
û diperritîne
Hezar çav
ji ber evînê digirîn
evîn dikene
hezar nefsan mîna yekê
bi jan
dikuje
Sîmir difirre
ta dûlikê dinyayê
dema torra evînê dibîne
xwe diavêje erdê
û nafirre
êdî
Ne yê şatir dikare
ji dava evînê bireve
ne yê dîn
û ne jî yê hişyar bi hişmendiya xwe
Min dê hemî
razên evînê
bo te vegotiban
lê ew peyvên tevlihev
dixe devê min
Min dê behs bikira
ka evîn çawan nêçîrê dike
ka çawan şêran zeft dike
Dema mirim
Dema mirim
û tabûta min hat rakirin
bawer neke ku
li xema vê dinyayê me.
Li min negirî û nebêje:
Ax û ox!
çiku hingê
tu dê bikevî
davên Şeytanî
û aha ew e:
Ax û ox!
Dema bibînî mirime
û behîçinên min tên
nebêje:
Ax li jihevveqetînê!
çiku bo min ew
dema hevbendî û yekbûnê ye.
Dema min berdî gorrê
nebêje:
Bi xatira te, bi xêr bimîne!
çiku gorr perdeyek e
ya ku li piştê dildar digihin hev.
Ya ku dibînî dadiçe
binere hiltê.
Ma çi ziyan ji avabûnê
digihe heyvê û
rojê?
Ji te
roj ava dibe
lê bi rastî
roj hiltê
gorr teng dixwiye
lê bi rastî
can azad dibe.
Ma kengî tovê çandî
şên nebûye?
Ka bêje, fikra te li ser
tovê mirovan çi ye?
Ma kengî zerik çûye binê bîrê
bêyî ku dagirtî vegerre?
Dema Ûsivê giyanan bêt berdan binê bîrê
çima dê giliyan bikî?
Li vir
devê xwe bigire
û li wir
veke
gaziya te
dê li hewayê ne-cihiyê
deng vede.
[1]
Bila hemî salê yê evîndar
sermest û rûreş be,
şêt û şeyda be.
Dema em serzelal bûn,
me ji her tiştî xem dixwarin;
lê bi serxweşî:
çi dibe bila bibe.
[2]
Ev agirê evînê me dihelîne,
her êvarê me radikişîne meyxaneyê,
dide rûniştin li nav mestan;
kêm maye ku êdî tenê meyxane me binasin.
[3]
Yar
bi evînê bi te ve girêdayî me.
Piyê xwe biavêjî kû derê,
li wir bo wî ax im.
Ma çawan dinya bikare te bibîne
lê ez na?
Manê ilmê eşqê
wa qebûl nake.
[4]
Pêşî
bi hezaran car hemêzandim
paşî
bi hezaran xeman helandim.
Leyistoka evînê
bi min lîst.
Dema bi temamî bûm ew,
ez avêtim aliyekî.
[5]
Di canê te de canek heye
li wî canî bigerre!
Li çiyayê leşê te
mircanek heye
li wê mircanê bigerre!
Sofiyê gerrok!
Ji dûr lê negerre,
ji xwe lê bigerre!
[6]
Dema li gel te me
ji ber evînê
nikarim binivim.
Dema ji min dûr î
ji ber girî
nikarim binivim.
Ya Yezdan,
hemî şevan
şiyar im.
Ca çi ferq e
wiha yan wisa.
[7]
Were,
ey tav-şib,
yekane.
Were,
pelên baxçeyan
dibeyin
bêyî rûyê te.
Were,
dinya tozewî ye
bêyî te.
Were,
ev civat, ev jiyan
sar e
bêyî te.
[8]
Ne mestiya me
hewcedarî meyê ye,
ne jî civata me
hewcedarî dengê
çeng û bilûrê ye.
Bêyî badegêrr
bêyî dêmên delal
bêyî meyvan û neyvan jî
em sermest û sergerdan in
mîna mestên meyxaneyan.
[9]
Taliyê xew hat
lê cihê xwe
di çavên min de nedît
çiku ji ber te
çavên min tijî
av û agir bûn.
xew bo xwe
li cihekî gerrî
ji dilê min
yê dilerizî, yê bêhedan.
Ji leşê min lê gerrî,
ji her derê
kavil dîtin,
tenê kavil.
[10]
Tu bo min Ûsiv î,
ez Aqûb.
Tu wêneyê saxlemiyê yî,
ez Eyûb.
Ma ez xwe çi dihesibînim?
Ey delala ber dilê hemiyan,
ez dê li deholê dim,
tu govendê girê de.
[11]
Ka ew hemî jan?
Ka gilî û girî,
ka rûyê rengavêtî?
Wa nebêje,
neheqiyê dikî:
li rûyê wê yê bedew binere;
bersiv tê de ye.
[12]
Dîn bûm.
Nabe yê dîn binive:
ma yê dîn dê çawan bizane
ka rêya xewan di kû derê re diçe?
Manê Xwedê jî nanive
û dînê Xwedê jî nanive
çiku ew tenê
li gel Xwedê dinive.
[13]
Çiya me û gotinên min
dengvedana gotinên yara min in.
Nîgar im,
yara min xîçandime.
Manê dema qilif jî
di derî re diqirpe
ne wa ye ku ew
bi xwe dipeyive.
[14]
Baş bizane ku aşiq
ne misilman e.
Di ilmê eşqê de
ne bawerî û ne jî bêbawerî heye.
Di eşqê de
ne beden,
ne hiş û ne jî can heye.
Kesê ev yek ji van hebe,
ne aşiq e.
[15]
Evîn hat,
wek xwînê di rih û demaran re
ket nav min, ez ji xwe vala kirim
û bi yarê dagirtim.
Her pirta min
pêşwazî li yarê kir:
bi nav ez xwe me,
wek dî hemî ew im.