Ev tarîtî jî me ji dest daye.
Kesî em dest di dest hev de nedîtine vê êvarê
dema şev lehiyên xwe berdide ser bejayê.
Ji pencereya xwe min dît
dûr li çiyayan cejn û şahiya roja ava dibû.
Carinan pirtek rojê
wek hûrdeyek sifrî li destê min dibiriqî.
Tu têyî bîra min, û jixwe dinasî
derdê tengezar dike canê min.
Li kû bûyî?
Li bal kî kesan?
Te çi gotin dikirin?
Çima ji nişkê ev evîn min digire
dema xemgîn im û tu xerîb dixwiyî?
Daket pirtûk ya herdem tê xwendin dema dibe êvar,
û mîna seyê hutikxwarî eba daket ber piyên min.
Herdem, herdem êvaran tu vedirevî
nav tarîtiyê ya ku tîr dibe û peykelan dadiqurtîne.