Di navbera xayis bûyîn
Û hişyar bûyîneke de
Gemarî dike û vedişo
Vedişo û gemarî dike
Her imrek bi kûlîlkekê
Westa xwe dixemilîne
Vediçerixe daweta rojê
Jiyan bi kesekî naşêwire
Dem dikemile ronahî sar dibe
Şax vedide kûlîlka evarê
Koça xwe datîne
Li navbera herdû birûyan
Mirin bi kesekî naşêwire
Parîyek ax firek ezman
Diqedîne hemû çîrokan
Mirin bi jiyanê naşêwire