Xemla Qamişlo birîna dil vekir
Birîndar e can û gel dinale
Serma zivistanê kul derman nekir
Avdare Newroz û buhare
Hebûna min ĵi bona te
Qamişloka berxwedanê
Dimrim li ber hêstiran
Li ber qêrîna dengê girtiyan
Hêstirên dayika wek şîravê dibarê
Min şiyar bikin ĵi xewna wê şevê
Birîndarim ger şev nebhure
Tîrêĵa roĵê xemla te di xemlîne
Dengê birîndara awaza di çivîne
Ket ji ber nebû sazên bê awaz
Bawer bike ĵi min ey dost
Parçe parçe dibe bawerî
Xemla te ĵi sorbûna gulaye
De binvîse ey xame ĵi xwînê
Rengê xemla qamişloka birînê
Leva dikin... leva dikin
Xewn û xwîn...
Êş û birîn...
Li dêrikê li kobanê
Li amûdê û efrînê
Serê xwe hildan
Ser kêlên baweriyê
Jîn xwe nûdike di çavên tariyê de
Ezê bikim dûman û ceng
Ji dosta nayê deng
Ser xwe rake neyarên hov
Xemla te nîşan e
Xemla xwe bixemilîne
Bi hêstiran gulan biçîne
Bi xwînê can bixemilîne
06.04.2004
HEBÛNA KURD
Kurd im ez di çavên rojê de
Rewşa min sînor û ar
Çil sal ava nebû yek dîwar
Soz ne soze…
Berxwedan pîroz e…
Serhildan doz e…
Parçe kim ji şaxa Kurdistanê
Berxwedanê ne vemirînin,
Ger em seroka bighwerînin
Ey miletê kurd tû rabe
Tirsa neyar tû dişkîne
Çîroka min belake
Pîrsa min pirs e?
Warê min disincire
Newroza min bê ar e
Buharek xemgîn xembar dibe
Bextê şevê tariye
Sînga azman xwe geş dike
Dengê fîşekan dijwar e
Kuştina mirovan biryar e
Rengê rêjîmê herdem weha ye
Kuştin talan û zindan
Tinebûna min dike herdem
Dikim fîxan, de bilezînin
Ey rûmeta dunyayê
Dengê min li hev dizîvire
Goşt ji hestî radiweste
Kurd ji qadê diaxive
02.04.2004
Ey rêĵîma terorist
Berê xwe bide min û binêre
Çend rûpela bixwîna
Xweş zanim tû nabînê
Çavên te korin herdem
Kurdistana min roĵavaye
Tû bixwazê yan nexwazê
Warê min qamişloye
Evîn û dûman û agire
Li efrînê vêketin çira
Geşdibin gulên li ber xwînê
Ji azman hilma buharê
Ji serhildanê ala viyanê
Ji adarê bextê tar û ĵar
Bera bipeyivin dîwarên bê deng
Qad û azman ĵi hev dimiĵin
Dayik ĵi sînga xwe zarokê şîrdidê
Li ser hêviya gula diçînê
Hêvî ĵi destê zordestan
Li ser canê min binivîsin
Helbestek ĵi xwînê...
Ey rêĵîma terorist
Tû li min dikî teqîn û ar
Ezê li te bikim êş û bar
Xewna min namîne xewn
Birîna min li te dibe êş
Ey rêĵîma terorist.
Şiyar dibim li ber
Zingilê aştî û azadî