Belê,
Li buhara vê salê
Xecxecokan, rengên xweyî xwînî
Li bakirin..
Li welatê min,
Li buhara bajarê min
Ji bilî sorê arxewanî
Reng neman..
Hepriya keskesor
Li ser eniya Ferîda*
Reş kirin..
Destên şagirtan
Sîwanê Kewê*
Ciwan* û Idrîs*
Pênûsên wan
Zuha kirin
Dax kirin..
Tîrêjên Qamişloka sincirî
Gur kirin
Û
Hevalcêwîka wê
Amûda şewitî
Pizotkirin..
Osmano!*
Lo Osmanooo
Buhara vê salê
Serhildane,
Hilperîne ,
Volqane..
Pût û peyker,
Wêne û dîwarên hesin
Li ber bayê vê buharê
Tune kirin..
Hinasa sê çivîkan
Weke gogê
Li nav lingên
Malwêranan
Werzeşgeha Qamişlo
Bê hişkirin
Bi bayê serê sibehê re
Canê wan bişkujan
Welat
Riha kirin.. rêzgar kirin..
Tiliyên nazik, deriyên asê
Tar û mar kirin..
Simbolên wan reş-reşkên şevê
Ser û bin kirin..
Hew nema laşê Xorşîd*
Ji xincerên pêxwasan
Ji fîşekên mirov-nenasan
Aram kişand,
Ji demê re
Diyar kirin..
Gîvara* û çelengan
Perda bêxîretiyê
Çîrçîr kirin
Bang dikirin..,
„ Emin ew Kawa“
Hişmend
serxweş kirin..
Li buhara vê salê
Qamişloka şebnem,
Difûrandin..
Ceqceq bi vîn û xwîn dikirin
Û E’kîdên Torê
Çavdêrî mêrxasan dikirin..
Û aso bendewarî
Azadiyê û bayê evînê
dikirin..
Kolanên Qidûrbeg
Wêneyeke hemî reng dikirin..
Xwîn, gulle, al, sivîl û faşêst..
Li wê cirîdê..
Xala hebûn û nebûnê
Bazar dikirin, saz dikirin..
Dêrika Hemko
Bi hewar kirin..
Ew avêten bextê Cûdî
Û Cezîra Botan..
Li fîxana bazên Qamişlo
Hişyar kirin..
Û dest bi strana Şahîno* kirin..
Qêrîn dan mala Qincir*
Û dîlana cegern
Li Hisîça ezîzan
Sirûd û stran kirin..
Li buhara vê salê
Çirçirk û perçemekên Şamê
Tev li welatên min peliyan
Weke kuliyan,
Wek miriyan
Li nav kolanên jibîrkirî
Di tirsiyan,
Diqîjiyan..
Li buhara vê salê
Lehengên efrîna sewz
Li çiyayê Kurmênc
Hilpiriyan
Silav ji taxên Helebê
Bi rêkirin..
Û bûka Kurdistana Roava
Bi xelî kirin..
Li qesra Paşê dawet kirin..
Û bi helbestên Bêbuhar
Newroz kirin..
Li buhara welatê min
Hedanî jibîr kirin
Xaka jibîrkirî
Bi can kirin
Zor, zikreşî û nejadperestî
Kenên zarokên Mîdiya
zuha kirin,
Xemgîn kirin..
Buhara welatê min
Ew gula li ser avê
Û barana di bin tavê
Ji çavên hovan
Ji devê wan
Şemşemekoran
Dirandin, kişandin
Belav kirin..
Li buhara vê salê
Deşta Cizîrê
Çolegên girê Leylan
Paşayên Waşokanîan
Û qehremanên Kobaniyan
rûpelên mêjoyê,
Mêjoya
Şama şerîf
Riswa kirin
Riswa kirin..
Oslo: 30.03.2004
* Navên şehîdên hilpirandina roaveyî Kurdistanê ne..