Radyoya Kurdî ya Tehranê 57 sal in weşanên xwe bý zimanê Kurdî jî dike. Niha gor bang û hewarên xebatkarên vê radyoyê, weşana wê ya bi Kurdî ji heft saetan daketiye sêyan, û dibe ku bête qedexekirin jî. Anko dibe ev deng bête fetisandin, bête birrîn.
Ji xwe radyo ya dewleta Îranê ye, xwezayîye ku hemu teserrufan jî ew dewlet biket. Hecetek vê dewletê jî ewe ku kêm kes guhdarîya wê diken, bi nivîs çi mesaj û pişgirtina Kurdan çinîne. Lê divê mirov bizane ku, mafek kêm jî be bi zimanê Kurdan weşan gavek xerab nîn e. Bi milyonan Kurd li rojhelata Kurdistanê dibin erka Îranê dijîn. Mirov dişêt bêje: ew weşan beşek ji mafên Kurdan e. Parastina wê pêwîst e.
Li jêr edresa radyoyê ya elektironîkî û fax heye. Yên ku bixwazin bi mesaj pişgirtina vê radyoyê bikin ji kerema xwe mesajekê ji bo wan rê kin.
Zimanê gelan nîrxek wan ya herî bilind e. Kurd miletek kevnarin di Rojhelata navîn da. Kurdan jî wekî hemu gelan mafên xwe yên civakî, çandî û sîyasî divên. Bi kêmasî be jî radyoya Tehranê ji terefê danasîna çand û zimanê Kurdî da xebatek baş pêk înaye. Ez hem guhdarekim, hem jî gelek caran bi zindî beşdarê weşanên vê radyoyê dibim. Ya bi rumet û qenc ewe ku weşanên vê radyoyê neyên kêm kirin. Di vê dema cîhanê da kiryarek hosa, bêrêzîye hemberî mirovatîyê da. Li gel silavan serkeftinê dixwazim.