MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 49, reşemeh 2004

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Nirxandin
  • Televizyonek nû bi kurdî
  • Malperek nû bo helbestan bi kurdî
  • Weşanên Radyoya Zayele zêde dibin
  • Weşanên pişka kurdî ya Radyoya Tehranê tên kêmkirin
  • Peymana dualî ya Tirkiye û Sûriyeyê dijî kurdan
  • "Divê tirk rêzê li daxwazên kurdên başûr bigirin


  • Daxwiyanî:

    Divê Dewleta Tirk Rêz Li Daxwaz û Armanca Kurdên Başûr Bigire!

    Paş eşkerê bûna proseya avadankirin û nusazîya Iraqê, Kurdên Başûrê jî proje û bernama xwe bona duwerojê Iraqê pêşkeşê raya giştî kirin. Usa xuya ye, ji ber vê projeyê, şoven û nijadperestên Tirk, ji nijadperest û şovenên Iraqê pirtir ecîz bûne.

    Hêzên sîyasî yên Kurdistana Başûr heya îro gelek caran îlan kirin ku dijî perçebûna Iraqê ne, Iraqeke demokrat û federal dixwazin. Herweha îlan kirin, ku li ser Biryara Parlementoya Kurdistan ya derberayê federasyonê, pêgir in û ji vê biryarê paşve nakêşin.

    Dijmin û neyarên Kurd li Tirkîyê, ji pêşkeşkirina projeya federasyonê û biryara yekxistina hukumeta Kurdistanê, dîn û har bûn. Hukumeta Tirk, leşker û -bilî ji çend rojnemevan û niviskar- rojname û televîzyonên Tirk, bi hevra gefa Kurdên Başûr dixwin, “daxwaza federasyonê û Kerkukê ji bîr bikin” dibêjin.

    “Divê demografî û demokrasîya Iraqê neyê xirab kirin, ji ber vê yekê me hişyarîya xwe yê pêwist da” dibêje wezîrê Karûbarê Derweyê yê Tirkîyê. Û bi vê gotînê xwe va carekî din nişan dide, ku gava pirs û pirsgirêka Kurd were holê, dewleta Tirk guhê nade prensîbên dîplomasîyê. Ji ber ku Kurd neteweke eslî ye li Iraqê, û mafê wî jî heye bona duweroja welatê xwe raman û projeyê xwe pêşkeş bike. Gava dewleta Tirk rêz li daxwaz û armanca Kurdên Başûre negre û gefa wan bixwe, ev tê vê wateyê, ku dewleta Tirk destê xwe dirêjî kar û barên hundurîyê Iraqê dike.

    Berhemên vê sîyasetê, aloztir û ne aramtir bûna navçe ye. Ji bona vê yekê jî divê dewleta Tirk dev jê vê halwesta xwe berde. Þûna wê bona çareserkirina pirsa Kurdî li Tirkîyê kar û xebat bike.

    Hêzên azadîxwaz, demokratên Tirkîyê, divê li hemberê gef xwarina dagirker û şoven û faşîstên Tirk bê deng nemînin, bona ku hukumeta Tirk rêz li daxwaza Kurdên Başûr bigre, kar û xebat bikin.

    Koma Milletan, Dewleta Yekbûyî a Amerîka, Birîtanya û dewlet û sazîyên din, ku di pirsa Iraqê da teref in, divê dijî helwesta Tirkîyê, ku pêpeskirina prensibên navnetewî ye, dengê xwe bilind bikin, nehelin Tirkîyê destê xwe dirêji kar û barên Iraqê bike.

    Divê hemû Kurd, -ci li welat, çi li derwayê welat- parezvanê biryara Parlamena Kurdistanê bin; vê biryarê wekî ronîya çavên xwe biparêzin. Divê hezên welatparêzên Kurdistana Başûr, pêş hemî herdu hezên sereke PDK û YNK, yekitîya xwe hin xurttir bikin, bona avadan kirin û nusazîya welatê xwe, bernameyên hevbeş amade bikin.

    PSK-Partîya Sosyalîsta Kurdistan, di vî warê da, wê erkên xwe bi cî bîne, hazir û amade ye ligel rexistinên din va, kar û xebatên hevbeş bike.

    28.12.03

    Partîya Sosyalîsta Kurdistan

    Berdest
    Hejmara nû
    Hemû hejmar
    Hemû pirtûk
    Hemû nivîskar
    Nûdem


    [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    Hosted by www.Geocities.ws

    1