MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 49, reşemeh 2004

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Nûçe
  • Televizyonek nû bi kurdî
  • Malperek nû bo helbestan bi kurdî
  • Weşanên Radyoya Zayele zêde dibin
  • Weşanên pişka kurdî ya Radyoya Tehranê tên kêmkirin
  • Peymana dualî ya Tirkiye û Sûriyeyê dijî kurdan
  • "Divê tirk rêzê li daxwazên kurdên başûr bigirin


  • Daxwiyaniyek ji PDK-Bakur:

    PEYMANA DUALÎ YA TIRKIYÊ Û SÛRIYÊ

    Serokkomarê Sûriyê Beşar Esad di heftê (7) meha 1ê ya sala 2004ê de hat Tirkiyê. Ew ji hêla girêgiran ve, hate pêşwazî kirin. Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê Abdullah Gul, tevî Serokomar Ahmet Necdet Sezer digel Esadî rûniştin û gotûbêj li ser Başurê Kurdistanê û Iraqê kirin.

    Em wekî partî têkilîyên her du dewletan ku li ser plana tekçûna dewleta Federal a Kurdistanê, plan dikin. Têkiliyên ku di navbera her du welatên dagirker de çêbûye, dê ji bo yekitîya dewleta Iraqê be û ji bo plana têkçûna dewleta Kurdistanê be.

    Em PDK-Bakur, liqê Swêdê gazî hemû hevwelatîyên Kurd û Kurdistanê dikin û dibêjin divê Kurd li seranserê Kurdistanê yekitîya neteweyî pêk bihînin û hêzên xwe ji dijî Tirkiyê kom bikin û diji Tirkiyeyê li welatên Ewrupayê kar bikin; politika dewleta Tirk vala derbixin.

    Divê hemû Kurd, bêî ku ferqîyên siyasî û perçeyî bikin, bi hevre hêzên xwe li dijî Tirkiyeyê bikin yek û berê xwe bidin dijminên xwe...

    Em wek partî hemû Kurdên Ewrûpayê doza amadekirina komîteyekê dikin, ji bo ku Yekitîya Ewrupayî, FN û Amerikaya Yekbûyî diji politikayên dewleta Tirk kar bikin û mafên çarenûsa Kurdan bihînin zimên. Abdullah Gul, tevî Serokomar Ahmet Necdet Sezer û Bişar Esad, her sêyan jî, di axaftina xwe de, dilxweşîya xwe ya ji bo pûçkirina pirsa avakirina Dewleta Kurdistanê ya federal hanîn zimên.

    1. Em wekî partî pêwendîyên ku di navbera Tirkîyeyê û Surîyeyê de çêbûne, ku li ser bazara têkçûna Dewleta Federal ya Kurdistanê ava bûne tawanbar dikin.

    2. Kurd ji wekî hemû neteweyên din, mafê carenûsa xwe heye.

    3. Em wekî parti têkilîyên wisan tawanbar dikin û doza hevkarîya hêzên siyasî dikin.

    Em ji bilî neteweyê Kurd bangî Yekitîya Neteweyan, Yekitîya Ewropayî û Amerîkaya Yekbûyî jî dikin, ku piştgirîya Başurê Kurdistanê bikin. Rojên serkeftina neteweyê Kurd nêzik in. Ew dê welatê xwe, ji dijminî rizgar bike, bigihije azadî û biratîyê, demokrasî û jîyaneka nuh saz bike.

    Biji tekoşina gelê kurd.

    Bijîn Kurd û Kurdistan

    PDK-BAKUR, liqê Swêdê

    Berdest
    Hejmara nû
    Hemû hejmar
    Hemû pirtûk
    Hemû nivîskar
    Nûdem


    [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    Hosted by www.Geocities.ws

    1