MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 49, reşemeh 2004

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Nûçe
  • Televizyonek nû bi kurdî
  • Malperek nû bo helbestan bi kurdî
  • Weşanên Radyoya Zayele zêde dibin
  • Weşanên pişka kurdî ya Radyoya Tehranê tên kêmkirin
  • Peymana dualî ya Tirkiye û Sûriyeyê dijî kurdan
  • "Divê tirk rêzê li daxwazên kurdên başûr bigirin


  • Malperek nû bo wêjeya kurdî:

    HELBESTAN

    MEHNAME - HELSINKI. Li destpêka îsal malperek din jî bi xurtî ket xizmeta wêje û zimanê kurdî. Malpera HELBESTAN di demek kurt de gelek navên giring yên helbestvaniya kurdî li xwe civandin.

    HELBESTAN li şûna malpera helbestvan Ehmed Huseynî derdikeve:

    http://members.chello.se/helbestvan

    Lê ti daxwiyanî di malperê de nînin bo ku diyar bibe ka armanca malperê çi ye yan ew berhemên çawan diweşîne û yên çawan naweşîne. Herwiha ne diyar e ka kî vê malperê bi rê ve dibe lê dixwiye ku serkêşiya wê di dest Ehmed Huseynî de ye.

    Ji navê wê (HELBESTAN) û ji berhemên tê de weşandî berçav e ku ev malper giringiyê dide helbestan. Lê ne diyar e ka rê ji berhemên din re heye yan na ji ber ku ta dema ev nûçe dihat amadekirin (05.01.04), ji bilî helbestan ti berhemên din tê de cî negirtibûn. Herwiha naxwiye ka HELBESTAN dê wek kovar her heyamekê (bo nimûne mehê carekê) derbikeve yan jî her berhema bigihe wê dê di heman demê de di malperê de bêt bicihkirin. Lê ta îro (05.01.04) rojane yek yan zêdetir berhem li malperê hatine zêdekirin.

    Ji bilî helbestvanên kurd, HELBESTAN cih daye kurdiya çend helbestên biyanî jî.

    Kovara MEHNAME malpera HELBESTAN pîroz dike û jê re jiyek dirêj hêvî dike.

    Berdest
    Hejmara nû
    Hemû hejmar
    Hemû pirtûk
    Hemû nivîskar
    Nûdem


    [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    Hosted by www.Geocities.ws

    1