Yezdan ronahiya erd û esmanan e. Ronahiya Wî mîna fanosa di kûrenga pencereyan de digeşe ye. Cama fanosê mîna stêrek birqdar e, û ew hatiye hilkirin bi zeyta dara pîroz a zeytê ya ku ne ji rojhilat û ne jî ji rojava ye. Zeyta wê dê hema bibiriqe tevî ku ba lê nede jî. Ew ronahî ye li ser ronahiyê. Yezdan kê bixwaze ronahiya xwe didiyê, û ew nimûneyan dide mirovan. Yezdan Hemîzan e.
Fanos di wan xaniyan ve ye yên Yezdan rê daye bên avakirin û yên navê Wî lê tê bilêvkirin.
(24:35-36)
Yezdan barek ji şiyan û taqeta kesekî zêdetir nadiyê.
(2:286)
Sond bi nîvro
û bi şevê, dema ew bêdeng dibe!
Rebbê te tu bi tenê nehiştiyî û nefret li te nekiriye.
Axret bo te baştir e ji vê jiyanê.
Tu dê razî bibî bi tiştê Rebbê te dê bide te.
Ma ne Wî tu sêwî dîtî û girtî stara xwe?
Ma ne Wî tu rêwenda dîtî û rêberiya te kir?
Ma ne Wî tu hejar dîtî û zengîn kirî?
Ango sêwiyan neçewisîne
û parsekan dernexe
lê dilovaniya Rebbê xwe belav bike.
(93: 1-11)
Sond bi danê êvarê!
Mirov dê zerer û ziyanê bibînin
ji bilî wan ên bawer dikin û karên qenc dikin û ji yên din re jî dibêjin ku bila rastiyê bibêjin û bênfire bin.
(103:1-3)
Çi dibêjî bo wî yê bawerî bi qiyametê naîne?
Ew kes ew e yê sêwiyan ji xwe dûr dixe
û xwarinê nade hejaran.
Wey li wan nivêjkeran
ên guh nadin nivêja xwe
lê tenê dixwazin bên dîtin
lê alîkarî hejaran nakin.
(107:1-7)
Bêje: Ew, Yezdan, yek e,
Yezdan e, Herheyî ye.
Ne Ew zaye û ne jî ti kesî Ew daye,
û ne jî kesek wek Wî heye.
(112:1-4)
Mirov sîngê xwe bi cil û kincan diniximînin daku ya dilê xwe ji Yezdan veşêrin lê Ew dizane ka ew çi vedişêrin û çi diyar dikin dema xwe radipêçin nav cilan. Ew dizane ka çi di dilê mirovan de ye.
(11:5)
Ji wê rojê bitirsin a hûn ê bên birin bal Yezdan û her giyan dê bigihe mafê xwe û xerabî li ti kesî nayê kirin.
(2:281)
Peyvek dostane û lêborîn çêtir in ji zekat û ziyana li pey wê. Yezdan Zengîn e, Dilnerm e.
(2:263)
Dema evdên min ji te li Min pirsîn, bibêje ku Ez li nêz im û Ez dê bersiva yê bipirse bidim. Bila ew jî Min bibihîzin û bi Min bawer bikim daku rêya qenc nîşanî wan bidim.
(2:186)
Şeytan we bi feqîriyê ditirsîne û rûreşiyan bi we dide kirin, lê Yezdan soza lêborîn û kamiraniyê dide we. Ew Têgih e, Zana ye.
(2:268)
Qencî û dîndarî ne ew e ku hûn berê xwe didin rojhilat an rojava lê qencî ew e ku hûn bawer bikin ji Yezdan, roja dawiyê, firişteyan, Pirtûkê û pêxemberan, û ji malê xwe bidin lêzimên xwe, sêwiyan, hejaran, gerrokan û xwestokan tevî ku hûn ji malê xwe pirr hez bikin jî. Dîndarî ew e ku koleyan bi malê xwe bikirrin û azad berbidin û nivêjên xwe bikin, zekatan bidin û soza xwe bi cî bînin, li ber qeza û belayan bênfire bin, Yên wiha bikin, dilpak in û ji Yezdan ditirsin.
(2:177)
Hûn hêvî dikin ku yên din qenciyê bikin lê hûn xwe ji bîr dikin tevî ku hûn dikarin ji Pirtûkê bixwînin? Ma hûn tê nagihin?
(2.44)
Bo mirovên têgih nîşan in afirandina erd û esmanan, guherîna şev û rojê û keştiyên li deryayan bo sûdeya mirovan diseyirin, baranên Yezdan bo terrkirina zeviyên stewrmayî şandine daku giyanewer lê zêde bibin. Bo wan kesan herwiha zivirrîna ba û ewrên li navbera erd û esmanan digerin nîşan in.
(2:164)
Erê hûn tên ceribandin, tirsandin, birsîhiştin û mal û can û dexl û danê we ji we tê standin, lê mizgîniyê bigihîne bênfire û baldirêjan ên dema bela tên serê wan dibêjin: 'Em ên Yezdan in û em ê ber bi Wî ve vebigerin.'
(2:155-156)