Rêncber bû. Karkerê mala xwe; belê ezîzê ber dilê xelkê bû. Mirovekî di hedê xwe de, giran, xêrxwaz û xêrdoş bû. Mêşek jê tehl nedibû. Hetabêbes jêhatî, xebatkar û kedhelal bû.
Bi namûs bû jî. Di gund de, serê malê xort an keçeke wan derketibû. Gund bi kal û pîrên pişt xûz û kesên newêrek mabû. Piştî pest, kotek û darê zorê, hinekan rahiştibû tivinga neyêr û li hember gelê xwe şerê kirêt didomand. Ev yek pirr bi zora wî diçû belê nikaribû ji kesî re bibe asteng û manî; ew mihafizê nefsa xwe bû. Wî qet ranehişt tivingê û li hember gelê xwe nesekinî.
Fermandarê qereqolê, tevlî leşkerên xwe têne gund. Bizorê, gundiyan dicivînin Li Xalê Seyfo û ên wekî wî, ku nebûne qoricî kefa dixun. Peyre dibêjin “An hunê rahêjin çekê an jî gund terk bikin. Nexwe dê emê jiyanê li we bikine jehr. “Dijminên jiyanê li ser kar in, wekî hercar.
Çend caran X. Seyfo digirin işkencê lêdikin û berdirin. Edî hew debar dike, dibejê “Ez ji naza bimrim jî ez çeka dijmin hilnagirim û li dijî gelê xwe şer nakim.” Zevî, dehl, bax û tevlî heft-heşt zarokên xwe û pîreka xwe ji gund dertikeve. Temenê wî bûye şêst. Piştî vî temenî, sera pîra dê bi karê rojan li Amedê li mala pismamekî xwe berê dimîne belê tu karê ku bike nîne. Wekî hemu gundiyên xwe berê xwe dide bajarê tirkan, Konyayê. Gundî û merevên wî yên ku koçber dibûn jî dihatin vî bajarî. Debara wan bi karê rojan bû. Seyfo jî yek ji wan bû Ji sibê heya êvarê di karê avahiyan de dixebitî. Lawê wî Osman 13 salî bû. Wi jî gewrek difrot. Zarokên Xalê Seyfo yên mezin qîz bûn. Ji ber ku lawê wî yek tenê bû kesê ku barê wî sivik bikra tunebû ji Osman pêve. Zarokên di binya Osman re hemu keçik bûn.
Xalê Seyfo bi hatina xwe pir poşman bubû. Belê tu çareyeke wî ya din jî nema bû. Xwediyê zevî û avîyan, mala xwe li ser pişta du keran kiribû ji gundê xwe hatibû derxistin. Ev tişt pir bi zora wî diçû. Xewê şevan lê bûbûn hisret. Nîvê şevan xew lê diherimî, gava ku serê xwe daniya ser balifê li gundê xwe û li nava rez û bexçeyê xwe digeriya kar û barê xwe dikir. Ku radiket, xew, wekî xewnereşkekê biser de dikumişî, nedixwest ku rakeve.
Piştî nimêja sibê tucaran ranediket. Wê sibê jî rabû desmêj girt û limêja sibê kir. Piştî nimêjê gazî lawê xwe Osman kir got :
- Rabe lawê min rabe bû dereng !
Osman veciniqî, rabû serxwe û bi kezgînî sênîya gewreka kire binçengê xwe û di deri re derket û çû. Xalê Seyfo li pey wî derket çakêtê xwe avête nav milê xwe û cixara Bafra ji berîka xwe derxis û agir pêxist. Xwurên bû, tiştek nexwaribû, cixara din vexwar. Tukes berî wî neçûbû Bazara Karkeran wê sibê. Bi derketina rojê re bazar tijî bû. Xalê Seyfo jî wekî hemû karkeran li benda karbidestan rwwestîbû...
Wê rojê tukesî wî bi xwe re nebir kar. Yên ku diçûn bêdeng ji bazarê dikişiyan. Roj bejnekê bilind bûbû. Tu hîlê Xalê Seyfo bi gotinê nemabû. Li ser kevirekî rûnişt û ponijî. Bala wî ne bi karkera û ne bi karbidestan neket... saet li dora duwanzda bû... Bîstek nebû, nîvro banda. Bi dengê melê nîvro re bi ser hişê xwe ve hat. Rabû çû hewşa bêtir westiya bû. Te digot qey heya êvarî palehî kiriye. Ew bi xwe tim bi hisreta palehîyê bû. Belê palehi bi des wî nediket.
Ji mizgeftê derket, hêdî hêdî meşîya. Dilê wî nedixwest ku biçe malê. Li dora wî hinek şênahî hebû. Rewşa wî ya gund hate bîra wî. Çû bin siya darên şîn rûnişt. Xwe li ser repin dirêj kir. Di ser xwe re nêrî, lêva xwe gurmiçand. Dara ku li bin bû sêr bû. Ji xwe re got “Dara bêfîkî wekî jina bê zarok e.” Sola xwe ji piyê xwe kir, kire bin serê xwe. Çakêtê xwe ji xwe kir û di ser xwe werkir. Şivqa xwe xiste çavê xwe. Got “ka hela ez bîstekê çavê xwe germ bikim bê çilo ye”. Çavên wî yê germ, di xewa şêrîn de li gundê wî vebû. Li mala xwe ya gund bû.
...Xalê Seyfo, das û qeynaxên xwe Tûrikê nanê xwe avête milê xwe. Gava ku di derî re derket ji pîreka xwe re got “Va ez diherim tu jî hedî hedî were !”
Da riya Kaşê Mala. Te digot qey hestî di çongê Xalê Seyfo de nînin. Wekî ku bifire. Ji mêj de gihiştibu qeraxa Zeviya Eyşo. Genimê sor bi pêla bayê kur li ba dibû. Similê genim serî dabûn ser hev. Xuşîn diket Newala Kelê. Dengê çwîk û çirçirkan di newalê de li hev û din dizîvirî. Perîtankên bask belek ldevê Şikefta Siwêr bawişîn dikirin. Siya darên mazî li panava şewla belav bûbû.
Ji aliyê din ve dengê qurequra beqan ji nava dilê çem bilind dibû. Masî û reqên Gola Elo bi avjenkî dibeziyan. Dengê şûnikê cilşoyan wekî amûreke mûzîkê bi dengê ava çem re pêl bi pêl bilind dibû.
Xalê Seyfo li qeraxa zeviyê çik rawest. Dêhna xwe da genim ji xwe re got “Qûtê me îsal têr û sertêra me he ye. Mala Xwedê hezar carî ava be!” Hedî hedî çû bin dara gwuhîjê ya rexa erd. Saqoyê xwe ji xwe kir bi guliyê darê ve dakir. Şivqa xwe berepaşkî da serê xwe. Desmala heftrengî li stuyê xwe pêça. Dasa palehiyê kire destê xwe yê rastê. Paşê di erdê de çikand. Qeynaxê yê seqa kire nava tilîyên xwe yê destê çepê. Berî ku dasa palehiyê ji erdê bikişîne -wekî xencerê ku tu ji kalan bikişîni- Li dora xwe nêhri û xortaniya wî hate bîra wî. Hê des bi çinîna genim nekiribû pîreka wî deng lê kir “Qawet be ! Seyfo, qawet be !” Li paş xwe zîvirî û bi dengekê jixwerazî û bixweewle li pîreka xwe Edê vegerand “Qawet xweş be ! Rihmet li dê û bavê te !” Edê, dînê îro xortaniya min hate bîra min, xwedê divê ku îro tu firavînekê ji vî genimî amade bikî. De bide pey min gurzê yekem ku min çinî tu himbêz bike û bibe mal bike savar û nîzrokî amade bike û bîne û were. Heta ku tu werî dê erd binêvî bibe. Nêviyê din jî heya êvarê li ber min û te nasekine.
Edê, gurzê genim qevd bi qevd kire nava buxçika xwe û bi alîkariyê Xalê Seyfo li ser pişta xwe girêda. Kete riya malê û bi lez. Çawa ku gihişt malê, himbêza genimê sor li hewşê raxist. Rahişt doxa şûnikê cila di cih de kuta. Berhev kir bire ser sifirnekê dêra. Xiste nîvdista sifir li ser tivika hewşê keland. Ji ser agir danî, bire ser xanîkê berniga, du heb rûyê lihifên capûn li ber hev raxist, bulxurê, kelandî li ser pehn kir. Bi heska doxdirêj tev da. Bo ku dereng nemîne, bilez çû hundurê malê. Kovika sifrînî kire devê meşkê, mastê elbikê bera meşkê da. Sêpêka xwe li dar xist. Ji aliyekê dew dikeyand ji aliyê din ve çwîkên ser bulxur diqewitand...
Meşka xwe ji sêpêkê kir, dewê xwe bera nîvdistê da. Bi kevçîyê darînî rûnê nîvişk kire gilok. Weki giloka berfa Çiyayê Serhedê gilover. Di nava dista dew de qilobinî hevûdin dibû. Êdî wekî ku li ser êgir be; wir de wir de pekiya. Bulxurê xwe yê wekî mûmê şimayê zer û teze da ser hev û kire teşt hevîr. Teşta hevîr hilda milê xwe û bi lez di derinceyê re berjêr bû. Çû ser cirdê pişt odeyê. Wê rojê ji xeynî wê tu dor li ser cirdê piêt odeyê tunebû... Mîrkutê xwe hilanî û danî. Bîstikekê bulxurê xwe kuta, li wê derê dêra û dan û kapek ji hevûdin safî kir. Ji wîr çû ser destarê Eyşa Silê bulxurê xwe hêra. Ji wîr hate malêç ava girarê danê ser tifika malê. Daket hewê û çû ser koxa mirîşkan. Koxa mirîşkên xwe yek bi yek sax kir. Mirişkên wê ji xeynî motkê çar hêk kiribûn wê rojê. Hêkûn xwe kirin nav pêşmala xwe û hilkişiya jor. Biqebiqa ava kelandî ya ku ji bo savarê danîbû ser êgir qalpaxa beroşê bilind dikir. Bulxurê xwe bi avê dakir. Miqilka xwe ji nav firaqan hilanî. Rahişt kevçiyê darînî û çû devê halûbka rûn. Bi dilê xwe kevçiyê xwe li binê halûbkê ediland û ji rûnê malê dagirt. Avêt binê miqilkê û miqilka tevî rûn danî ser tirafa agirê darê berû û qocikên hişk. Qalpaxa beroşê hilanî. Peqikên ava kelandî di ser hev de difûriyan. Bulxurê nû yê wekî mûmê şimayê di hundirê beroşa reş ya ku çend roj berê li cem sefaran hatibû qelakirin de dikelijî. Êdî rûnê miqilkê yê helandî kevçî bi kevçi bi ser ser savara libo libo de reşand. Qalpaxa beroşê bi ser de dakir. Ji nû ve kevçiyekî rûnê malê ji halubkê derxist û kire binê miqilka dox dirêj. Miqilik tevî rûn danî ser tirafa êgir. Çar hêkên rojê yeka yeka bi ser hev de şikandin; hinek ard tevlê kir û tev da. Li binê miqilkê pehn kir. Xirweyê hêkan di binê miqilkê de bi rûnê malê nimand. Ji bo ku sar nebe li ser milê tifikê danî. Lengeriya xwe ji ser refa firaqan danî û hinek av tê werda. Ji bo ku ziwa bibe, bermeqlûb da ser tirafa êgir. Girara xwe ji ser êgir danî û vala lengeriyê kir. Xirweyê hêkan danî ser. Boxçika xwe vegirt û lengeriya xwe di nav de danî. Kedika dew tijî kir û da ber pala kewarê arvên. Bi lez çû ser tenûrê; ji cîrana xwe Rewşê çar nanê tenûrê yê germ deyn kir, anî danî ser devê lengeriyê û di nava boxçikê de girêda. Kedika dew li ser milê xwe çidand. Boxçika xwe kire destê xwe kete ser riya Kaçê Malan...
Di Sikura xaniyan re qulibî ser Newala Kanoşka. Bi bayê bezê re li Kendalê Alkîsê qiyame bû. Piştî çarîkekê gihîşt devê Guhera Eliyê Melê. Ditina ku dît li bin dara guhîjê ye. Berî ku bêhna xwe vede, dêhna xwe da Seyfo ku erdê bi wê ecêbê bi nîvî kiriye. Çûye mal; ew kar û emel hemû kiriye û hatiye hê Seyfo pişta xwe rast nekiriye.
Lawê wê Osman li pey bavê xwe qevdên zad û melûyên genim dide ser hev. Her melûyek bendekek zêde ye. Bi ber bavê xwe re nagihîje. Ew jî westiyaye, ji hal de ketiye. Xwe li bin siya deviyê avêtiye erdê. Rihetiya wê xera nekir û hemû firaqên çolê kişandin bin dara berû ya perê zeviyê. Berî ku lingê xwe bide bin xwe û bêhna xwe vede, bang lawê xwe kir û got :
- Osmaaann ! bang bavê xwe bike; bila were qey ku xwarin sar nebe kurê min ! Osman bi dengê diya xwe re, ji bin siya deviyê çengî ser xwe bû û gazî bavê xwe kir:
- Ha yabooo ! Werereee! Xwarin sar bû wereeee!
Seyfo di eynê xwe re dernaxe. Bi zor li palehiya genimê sor germ bûye. Xwarin ji ku tê bîra wî...
Dasa xwe çep û rast tavêje binê sapê genimê ku bi ser hev de ketiye. Gurzê genim sorgul, wekî guliyên qîzan dihûne û datine ser hev û pê de dimeşe. Bi dengê pîreka xwe edê û lawê xwe Osman ji nedît ve çeng bû; pişta xwe rast kir. Di nava xwêdan û herîçolka ber berê palehîyê de mabû. Xwêdana wî ya tevlî tozê, wekî ardimska ardê qelandî ji eniya wî dihate xwarê û di paş stûyê wî re dinisilî ser derzika pişta wî. Ji zoran re toz û xubar, xwîn û xwêdan, qirş û qalên ku xwe li bincilkên wî girtibûn xwe di binê paniya wî re tavêtin derve û dilop bi dilop diniqutî ser axa pirêzeyê ya sor û sincirî. Dasa xwe, li ber berê genimê sor ê sorgul di erdê de çikand. Berî ku xwêdana pişt stûyê wî sar bibe, bi zendê kurtikê xwe û dawa kirasê xwe yê bin cilan ziwa kir. Te digot qey dawa kirasê xwe xistiyê devê birêneke xedar; ji herîsorkê bûbû wekî xwînê qetîtik kirtibû û dibiriqand.
Hêdî hêdî ber bi aliyê dara berû ve meşiya. Bêhna bulxurê nû û nanê tenûrê yê germ bi sira bê re da pozê wî. Pir westiya bû. Ji dest xwe çûbû. Bi zorekê xwe gihand bin siya darê. Şewqeya xwe ya şeş qozî ji serê xwe û sola xwe ya reş a derby ji piyê xwe kir û xwe li bin darê vezeland. Firavîn amade bû. Belê wî digot ezê kêlîkê bêhna xwe vedim, çavê xwe germ bikim û peyre xwarina xwe bixum” Sola xwe kire bin serê xwe û şewqeya xwe kire çavê xwe... Hê çavên wî germ nebûbûn dengê pîpîka natorvan di kerika guhê wî de zîz bû. Veciniqî; çengî ser xwe bû ku di nava gola xwêdanê de maye. Li dora xwe nêrî wekî ku tu cêrek ava sar pê dabikî. Di cihê xwe de şaş, mital û ziwa mabû. Natorvanê dest bi jop û hşr mezin bi ser serê wî re sekinî bû. Bi mirûzekî tirş û pixudok bi zimanekî çors û gefxur bi ser de çû û het aku têde hebû dengê xwe hilda û got :
- Ez ji te re dibêjim kelxê kefkur! Ma tu nizanî ku pêlêkirina çîm û repinan qedexe ye ?! Bi ser de tu têy xwe liser vedizelînî û radikevî ! Zû rabe ji vir biqewite; berî ku ez serê te bipelixêm...!!!
Xalê Seyfo rabu ser xwe. Hêdî hêdî ber bi malêv e meşiya. Çokên wî yê lerizi laşê wî yê cemidi ranedigirt. Hew li ser xwe diedilî. Di nava bêhêviyekê de diricifî.
Ew ne bi hesreta têhna havînê; bi hesreta bêhna welêt û bi kula cih û warên bav û kalan bû. Hê bi ser hişê xwe ve nehatibû. Ji ber dengê tûretûta tomofîlan bêtir gêj û sewsî bûbû. Xewna ku bîstika din dîtibû, tevlî jiyana wî ya gund û temenê wî yê navser, wekî filmekê sinemayê di ber çavê wî re derbas dibû. Dengê lawê wî Osman di di sikak û kolanên bajêr de li hev dizivirî û olan dida: