Setok êdî hew dikarî bê vî zelamê bi hişmendî û jîriyê dagirtî bimîne. Wî ew bi xwe re bir bazargehên mezin ên Besrayê ku pirrî caran hemî bazirganên jêhatî yên hemî cîhana şaristanî lê dicivîn. Gelekî li xweşiya Sadiq hat bibîne ku mirovên ji herêmên wiha cuda yên cîhanê li hev kom bûne. Ji wî re wisan bû mîna ku hemî mirovatî malbatek mezin be û li Besrayê bicive.
Roja piştî hatina xwe ew rûniştibû ser sifreya şîvê ku misirek, hindistaniyek ji navçeya Ganges, çîniyek, yunaniyek û keltiyek digel çendîn biyaniyên din jî ku ji ber hejmarek mezin a seyrên xwe li deryaya Erebistanê hind zimanê erebî fêr bûbûn ku dikarîn beşdarî gotûbêjê bibin.
Yê misirî pirrî qehirî dixwiya:
"Ez çi welatek necamêran e ev Besra!" wî got. "Naxwazin hezar ritil zêr hemberî baştirîn misogerî û temînatê bi deyn bidin min."
"Çawa?" Setok pirsî. "Çi misogerî û temînat e ku hemberî hezar ritil zêr nehatiye pejirandin?"
"Laşê meta min", yê misirî bersivand. "Ew baştirîn jin bû li hemî Misirê; ew li pey min dihat herderê; ew bi rê ve mir, û hindî gengaz û mimkin be min mûmyeyek bedew bo wê çêkir ku li welatê min, bi qasî min bixwesta, dê hemberî wê mal bi deyn ji min re bihata dan (1). Ax çi seyr û sosret e ku li vir kes naxwaze hema hezar ritil zêr jî hemberî misogeriyek wiha esehî bide."
Ew hêrs bûbû û hema dê dest biavêta mirîşkek kelandî lê yê hindistanî xwe çeng kir destê wî û bi jan qîrî:
"Ax! Tu dê çi bikî?"
"Ez ê wê bixwim", xwediyê mûmyeyê got.
"Bo Xwedê, wisan neke!" yê hindî got. "Dibe giyanê meta te ya mirî çûbe di wê mirîşkê de, û jixwe tu jî naxwazî xwe bixî wê bivetî û xeteriyê û meta xwe bixwî (2). Kelandina mirîşkan herimandina rewişta xwezayê ye."
"Ev çi ye tu mirîşk û xwezayê tînî di nav meselê re?" yê misirî enirî. "Em jî îbadetî gamêş dikin lê dîsan em wan dixwin jî (3)."
"Hûn îbadetî gamêş dikin? Çawa dibe" yê gangesî pirsî.
"Çi ji hindê zêdetir dibe?" yê din got. "Ev sed û sih û pênc hezar sal e me wisan kiriye û kesekî tiştek dijî hindê negotiye."
"Sed û sih û pênc hezar sal, ha!?" yê hindistanî mat ma. "Dixwiye we hinekî li hesaba xwe zêde kiriye. Jixwe ev hê nû bûye heştê hezar sal ku mirov li Hindistanê cîwar bûne û dîsan jî bêguman e ku em bavkalên we ne. Û Brahma (4) xwarina goştê gamêşan li me qedexe kiriye hê ji berî bikeve hişê we jî ku hûn serê gamêş deynin pîrozgehan an tavikan."
"Ew Brahmakê we li ber reşgamêşê me Apîs bi rastî jî pirr xweşikok e", yê misirî got. "Ka wî çi tiştek giring afirandiye?"
"Wî mirovatî fêrî xwendin û nivîsînê kiriye, û hemî dinya ji ber keşfkirina şetrencê deyndarê wî ye", yê bramîn got.
"Tu şaş î", kildaniyek bi rex wî ve rûniştî gotê. "Tenê Yûnis-masî gelek karûbarên mezin ên qenc kirine loma divê tenê îbadetî wî bê kirin. Herkes dizane ku ew heyberek yezdanî yê dûvbedew û sermirov e û ku ew her kitî roj ji avê hildiket daku sê saetan wehz bixwîne û xelkê şîret bike. Wî çendîn kur hebûn û hemî jî bûn key û padişah, wek em hemî dizanin. Wêneyê wî ligel min e û ez îbadetî wî dikim, wek ku divê her kes bike (5). Kî dixwaze, dikare meşka zikê xwe bi goştê gamêş-mamêşan dabigire lê ti şik tê de nîn e ku mezintirîn guneh ew e ku mirov masiyan bikelîne. Jixwe wek din jî hûn herdu zêde ne esilzade û kevnare ne ku hûn rabibin bi min re gengeşiyê li ser van mijaran bikin. Gelê Misirê tenê sed û sih û pênc hezar salan kevn e û hindistanî jî pesnê xwe bi heştê hezar salan didin lê saljimêriya me vedigere çar hezar sedsalan berî niha. Ji min bawer bikin, dev ji van dîn û şêtiyên xwe berbidin û werin ez ê wêneyên bedew ên Yûnis-masî bidim we hemiyan."
Hingê yê çînî xwe avêt meydanê û got:
"Ez pirr nirx û bihayê didim misiriyan, kildaniyan, yunaniyan, Brahma, Apîs-gamêş û Yunis-masiyê bedew. Diyar e Lî an Tîen (6) - kî çawan bi nav dike ferq nake - her mîna gamêş û masiyên we ye. Ez ti basa welatê xwe jî nakim ku ji Misirê, Kildanê û Hindistanê hemî li ser hev mezintir e. Herwiha ez şerrenîxê li ser kevnaretiya me jî nakim ji ber ku bes e heke mirov bextiyar be û ti wateyek wê nîn e ka mirov pirrî kevnare ye yan na. Lê heke mijar ji demjimêriyê be, dikarim bibêjim ku hemî Asya salnameya me bi kar tîne û ku me teqwîmên pirr baş û kêrhatî hebûn hê pirr ji berî welatê kildaniyan bizane yek û du bihejmêre."
"Hûn hemî - tevî ku hûn gelek in jî - hûn ji dil nezan in!" yê yunanî qîrî. "Ma hûn nizanin ku kaos destpêka her tiştî ye û ku tenê dirûv û madde bi hev re rewşa nihoyî ya gerdûnê peyda kiriye?"
Yê yunanî dirêj axivî ta ku dawiyê yê keltî - ku dema yên din gengeşe dikir wî pirr vexwaribû û bawer dikir ku ji hemî yên din li ser hev zanatir e - ew rawestand. Bi xeberreşî wî ragihand ku tenê Teutath û dargûz hêjayî baskirin û pesndanê ne, ku hertim gûz di berîka wî de hene û ku tekane xweşmêr û camêrên ticaran li ser rûyê erdê hebûne bavkalên wî yên skîtî bûn û ku erê ew carinan mirovxwer bûn lê dîsan jî ev yek qet ti bandorek li wê rastiya xurt û nahej nake ku gelê wî xwedî berz û balatirîn rûmet e û dawiyê jî ku heke kesek biwêre basa Teutath bike, ew dê wî hingê bike mirov.
Gengeşe geş û gurr bû û Setok tirsî ku aniha dê xwîn birije. Hingê Sadiq, ku hemî dema şerrenîxê bêdeng bû, rabû. Ew pêşî li yê keltî zivirî ku ji hemiyan enirîtir bû. Sadiq îtîraf kir ku ew rast dibêje û gûzek jê xwest. Wî spasiya xeberxweşiya yê yunanî kir û pê re hemî hêrsbûyî aşt û aram kirin. Dawiyê wî ji wan re got:
"Gelî dostan! Hûn ji qesta gengeşe û şerrenîxê dikin çiku di rastiyê de hûn hemî hemfikir in."
Ev gotin bû sedema geremol û qerebalixek zêde.
"Ma ne rast e", wî ji yê keltî re got, "ku hûn ne îbadetî vê gûzê lê afirînerê wê dikin?"
"Belê, rast e", yê keltî bersivand.
"Û hûn, rêzdarê misirî, di dirûvê gamêşek taybet de îbadetî wî dikin ê gamêş dane we?"
"Wisan e", yê misirî got.
"Yûnis-masî", Sadiq domand, "dixwiye ji wî kêmtir e yê hemî derya û masî afirandine."
"Tam rast dibêjî", yê kildanî got.
"Yê hindistanî û yê çînî jî", Sadiq lê zêde kir, "mîna we îtîraf bi hebûna bingehek destpêkî yê berz û bilind dikin. Bi rastî jî ez baş tê negihîm ka ew gotinên seyr û sosret ên yê yunanî tên çi wateyê lê dîsan jî bawer dikim ku ew jî îtîraf bi hindê dike ku heyberek balatir heye ku dirûv û madde jî jê ne."
Yê yunanî, ku yên din lê mat mabûn, got ku Sadiq pirrî baş ramanên wî fam kiribûn.
"Ango hûn hemî hemfikir in", Sadiq dubare kir, "loma ti sedemên gengeşe û şerrenîxê nîn in."
Wan hemiyan ew hemêzand.
Piştî ku Setok eşyayê xwe bi bihayek bi dilê xwe firot, ew bi Sadiq re vegerî nav hoz û eşîra xwe. Ku gihan bineciya xwe, Sadiq jê agadar bû ku dema ne li mal bû, dozek lê hatibû vekirin û biryar hatibû dan ku ew bi agirek kiz û kêmgurrî bê sotin û şewitandin.
werger: Husein Muhammed
_______________________________________________
1. Dixwiye misiriyên berê mûmyeyên xizm û lêzimên xwe wek gerew û rehîn hemberî deynên xwe bi kar anîne. Dîroknasan Herodotos û Lukyanos jî wiha dibêjin.
2. giyangerînasî: hindûyan bawer dikir ku giyanê mirov piştî mirina mirov diçe candarek din.
3. Yek ji xwedawendên serekî yên misiriyên berê reşgamêşê Apîs bû.
4. Brahma di dînê brahmayî yê li Hindistanê de serxweda, daner, afirînerê huner û zanistan, giyanê gerdûnê ye.
5. Masî Yûnis yek ji kevntirîn xwedawendên kildaniyan bû, qaşo danerê bingeha şaristaniya wan bû. Derengtir di Cihûtî, Filetî û Îslamê de Yûnis bûye pêxemberek ku dikeve devê hût lê sax dimîne.
6. Lî û Tîen du peyvên çînî ne ku di biwarê dînî de Lî tê wateya ronahiya pêşîn, hişê pêşîn, ruha gerdûnê, Tîen jî esman e. Herdu bi hev re dibin yezdaniya herî berz û bilind.